logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

Gelo Komeleya Nivîskarên Kurd tê girtin?

  • Dîrok: 28/08/2013
Li Amedê Komeleya Nivîskarên Kurd heye. Gelo ev komele dê bê girtin?

Komeleya Nivîskarên Kurd li Amedê hate avakirin. Edîb Polat wisa qala vê avakirinê dike: "Di êvara roja 04.03.2004’an de, ji bo destûrê rayedarên Buroya Komeleyan bang li min kirin. Rêxistina me bi navê 'Komeleya Nivîskarên PEN’a Kurd' hatibû damezrandin.
Me navê PEN’ê kiribû mertal û şerê bikaranîna navê 'Kurd' qezenc kiribû. Rayedarên dewletê me parçeyek ji PEN’a Navnetewî dihesibandin, lê di rastiyê de tenê têkiliyek me ya lawaz bi PEN’a Kurd re hebû. Lewma nameya Serokê demê ya Zerdeşt Haco gihîşt destê me ku daxwaza qebûlkirina 'buroya PEN’a Kurd' ji me dikir. Di rêveberiyê de ev xwestek hat nîqaşkirin, lê nehat qebûlkirin û bû sebebê ku PEN’a Kurd şûr li me bikşîne. Wiha digotin: 'An hûn dê bibin buroya me, an hûn dê wê komeleyê bigrin, an jî navê wê biguherînin'.” (1) 

Belê nîqaşa li ser navê komeleyê bi paş ve gavavêtina rêveberiya Komeleya Nivîskarên PEN’a Kurd bi dawî bû û navê xwe kirin: “Komeleya Nivîskarên Kurd”.

Ev komele heta îro her di nava xwe de, di nava nîvîskaran de bi nîqaş bû. Ji ber vê yekê jî heta îro di van 9 salan de 6 serok (bi rêzê Edîb Polat, Rêzan Tovjîn, Mehmet Devîren, Îrfan Babaoglu û Şêxmûs Sefer) guhartine. (2)
Divê em vê jî bibêjin, komeleyê heta niha hin kar jî kirine. Bi ya min xebatên ku kirine ji PEN'a Kurd a li Almanyayê zêdetir bû. Komeleya Nivîskarên Kurd bi taybetî bi Başûr re, bi parçeyên din ên Kurdistanê re têkiliyeke saz kiribû jî.
Di nav rewşeke wisa de komek nivîskarên kurd ku hin jê rêveberên Komeleya Nivîskarên Kurd bûn dikirin ku navenda PEN'a Kurd bînin Amedê.
Lê çi bû, çi nebû (meseleyeke dûdirêj e) di roja 18'ê gulana 2013'yan de bû. PEN'a Kurd a Almanyayê ku nehiştibû Komeleya Nivîskarên Kurd navê “PEN'ê” bikar bîne li Amedê kongreya xwe ya 8'an li dar xist. (3)
Di vê kongreyê de Şêxmûs Sefer bû Serokê PEN'a Kurd. 
Şêxmûs Sefer Serokê Komeleya Nivîskarên Kurd bû. Bêyî ku ji Serokatiya Komeleyê îstîfa bike, bêyî ku haya rêveberên komeleyê pê bixe bû Serokê PEN'a Kurd a Almanyayê (Ku ev komele bi xwe li Almnayê bi awayekî fermî komeleyek e, lê rêveberiyên xwe ji fermîbûnê wêdetir, di nav delegeyên xwe de hildibijêre. Di kongreya dawî de jî ji sedî zêdetir delegeyê nêzî 30 delegeyî lê amade bûn). Û bi hilbijartina Sefer re tayê bûbû zirav li vê derê qetiya.
Pêşî fikra min: Bi ya min haya rêveberên Komeleyê heba jî tuneba jî Sefer heta ji Serokatiya Komeleya Nivîskaran îstîfa nekira divê peywireke wisa negirta. Lewma ev tiştek etîk e. 
Ger Sefer bibêje, "Ji nişke ve çêbû" jî dîsa bi ya min ne tiştek etîk e hem ji aliyê Sefer ve hem jî ji aliyê PEN’a Kurd ve... Çawa kesek serokê saziyek be bêyî jê veqete bê bibe serokê saziyek
 din? Li kîjan pîvanên etîkê ev yek heye? Mînak Serokê rêxistineke BDP’ê here bibe Serokê rêxistineke KADEP’ê bêyî ku ji serokatiya xwe îstîfa bike…
Ez eşkere bibêjim; Şêxmûsê ku li ber çavên min dibiriqî, bi vê gavê re ev biriqîna wî temirî. PEN’a Kurd ku min wekî saziyeke kurd qîmet didayê jî bi vê hewldanê qîmeta wê li ber çavên min têk çû.

Û herhal rêveber û endamên komeleyê jî li ser Şêxmûs Sefer wisa fikirî ne ku bi hilbijartina Sefer re hinan ji rêveberiya komeleyê, hinan jî ji endamtiya komeleyê îstîfa kirin.

Rewşa Dawî
Niha ji ser Kongreya PEN'a Kurd re 3 meh derbas bûne. Di van 3 mehan de Şêxmûs Sefer ku dixwest rêberî li hev bicivîne, hem îstîfaya xwe bike hem jî kongreyek li dar bixe lê nekarî. Nekarî Rêveberiya Komeleya Nivîskarên Kurd li hev bicivîne û biryara kongreyê ji bo komeleyê bigire. Çend caran bang li rêveber û endaman hatiye kirin lê encam nîn e.
Dîsa li gor agahiyên ku gihîştine ber destên min di vê demê de serokên komeleyê yên berê jî hatine ba hev lê dîsa encamek derneketiye.
Di dawiya dawî de heta niha xitimandinek çêbûye û ev xitimandin didome. Nivîskar Azad Zal di kovara Dîwar de  ji bo vekirina vê xitimandinê wisa gotiye: "Tenê alternatîfek heye, ew jî ev e: Divê ku konferansa rewşenbîriyê li dar bikeve, hemû kesên ku xwe wekî nivîskar dibînin bêne vexwendin û bibin delegeyên konferansê. Bila konferans tenê li çareseriya yekîtiya nivîskaran bigere. Piştî wê kongreya nivîskaran li dar bikeve û kongre wekî îdareya nivîskariyê derveke pêşberî qada navneteweyî ewê gelek çêtir be." (4)
Bi ya min jî ev pêşniyarek baş e.
Lê îro dema em li meseleyê dinêrin helwdaneke wisa jî nîn e.
Bi kurtahî, niha komele hatiye ber girtinê. Ger komele bê girtin yekemîn komeleya ku li Bakur bi navê "kurd" bi awayekî fermî hatiye avakarin dê bê girtin. Ger bê girtin dê bibe yekemîn komeleya kurdan ku dewlet nagire lê ew bi xwe digirin. Û bi ya min ger komele bê girtin berpirsê vê yekê pêşî dê Şêxmûs Sefer be û pêre jî hin kesên piştgirî didan û di heman demê de bi siyasetmedaran re jî di têkilî de bûn. 

Lê digel her tiştî jî, tiştê ez dibînim rêxistina kurdan, hin nivîskarên dilsoz dê nehêlin ev komele bê girtin. Her çiqas şûşeya dilê gelekan şikiyabe jî bi ya min dê hin dilsozên vî karî xwe bidin ber vê barê komeleyê.
A bixêr…

***

Têbinî: Ev nivîsa ku ev demeke min dixwest binivîsim, encax min êvara 27’ê mehê temam kir. Min hişt ku rojek bimîne û ez bixwînim ka min şaşî kirine yan na (gelek caran ez nivîsên xwe wisa dikim). Roja 28’ê mehê serê sibê hevalekî min ji Amedê geriya, tiştek dipirsî, berî telefonê bigire Komele hat bîra min, min pirsî, got: “Ez nizanim, lê dibêjin 3-4 roj paşê kongreya wan heye”… Wekî tesadûfek piştî nîvro jî hevalekî din geriya. Wî jî kovara Dîwar dipirsî, ku çima nehatiye. Min ji wî jî pirsî, got: “Dawiya hefteyê kongreya komeleyê heye, lê ez niha naxwazim zêde biaxivim.”
Dema meseleya hilbijartina Şêxmûs Sefer a ji bo PEN’a Kurd û îstîfayên hin rêveber û endamên komeleyê jî ez herî hindik bi 5-6 kesan re bi telefonê axivîm, kesî nexwest binivîse.
Piştî 100 rojî waye kongre li dar dikeve.
Encam dê çi be, wê lihevkirin hebe, yan pevçûn... Emê bişopînin.

***

1- Rêxistina Ser Perê Pepûlê, Edîb Polat, Kovara Dîwar, hejmar 7-8, tîrmeh-gelawêj 2013
2- Li Bakur rewşa rêxistinên nivîskaran, Cemil Oguz, heman hejmara kovarê
3- PEN’a Kurd karbeşiya xwe pêk anî
4- Çarenûsa Komeleya Nivîskarên Kurd, Azad Zal, heman hejmara kovarê
 
cemilo@diyarname.com
 
 
Hin Nivîsen Nivîskar

BUDRUS

  • 11 Berfanbar 2011

Min dixwest ez tenê qala BUDRUS'ê bikim, lê yên din jî qalkirinê heq dikin.Notek agahdariyê: Ev nivîs li ser çend belgefîlmên di festîvala belgefîlman...

Erdê kurdan, mayînên dewletê, rewşa Îsraîl. Fermo!

  • 23 Gulan 2009

Helbet ez dizanim ev sernavekî dirêj e. Lê dema mijar dirêj e, tişteke normal e sernav jî dirêj be.Mesele ev e: Erd erdê kurdan e. Mayîn ê dewletê ne. Yê ku...

Li nav kurdan wergera ji bo dublajê

  • 15 Rêbendan 2010

Bi ya min dublaj gelek bandorker e ji ber ku fîlmên biyanî tînin nava civaka xwe. Û linga herî girîng a dublajê jî wergera ji bo dublajê ye. Em îdîayeke wisa...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Di salvegera 'Nobeta Edeletê' de bang kirin: Bila her kes daxil bibe

ad

Şaredariyên Bakur 32 erebeyên kar şandin Kobanî

ad

Almodovar bû Serokê Juriya Cannesê

ad

Yildirim: Kalên we Kurdistan qebûl kir, hûn çima xweseriyê qebûl nakin?

ad

Li Taksîmê êrîşa polîsan dom dike -2

ad

Nivîskarê îtalî Andrea Camilleri mir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname