Dilê min ev çend roj in bi erdhêja welatê rojê re di nav zenzeleyekî de ye. Newêrim li vê mîrata tevna civakî binêrim. Her cara ku lê dinêrim di nav kavilên wêran de dilê min noq dibe û dilerizin. Hawar û qêrîna ji nav kavilên welatê rojê belav dibe wekî tîrên bê navnîşan ji kevanan derdikeve li erşê asîman belav dibin.
Hawar e bajarê Semsûrê welatê şaristaniya Komagene bila Nemrût û Zerdeştê rojê bi hawara te ve werin. Ma ne bes e ku tu ji candekê zarokan ter nebûyî? Ma ne bes e tu ji temberiyên hinekîrî têr nebûyî û wan di nav axa xwe de difetisînî!
Semsûr raweste! Te xêr e tu kenê guran li xwe tînî û rondikên dayîkan li weraniya xwe direşînî!
Di şefaqa siharê de li ser çiyayê Nemrûtê li rojê binêre tu dê wî demî bibînî ku tu kî yî û te çi kir!
Semsûr min ev hêvî ji te nedikir, gelê ku ew qas li ser singa te di nav cenga man û nemanê de zarokên xwe qurbanî çiyayê Nemrût dikirin, te bi lerzeke xafil û xof di berbanga sibê de û di xeweke şêrîn de di nav kavilan de perçiqandin.
Lê çi ji te bikim Semsûr tu şêrîn î û kulîlka bajarên Mezopotamya yî. Xwedî nav û pesnî, xwedî dîrok û xwedawendî, xwedî çiya û deştî. Bila ev jî wekî te be, lê tu bizane dîrokê nivîsî û navê te li binî nivîsî. Bo ku ev êş nayê ji bîr kirin Semsûr!
Çi dikim û nakim ji vî dilê penaber re rêyekî nabînim. Dilê min bûye Semsûr, bûye Amed û dilê min bûye Kurdistan. Li kolanên xerîbiyê hestiyên min digerin; lê giyanê min li kolanên welatê min digere. Di serê her kolanê de dilê min bîranînên zarokên rû biken kom dike û rondikên dayîkan hembez dike.
Amed digirî dilo tu li xerîbiyê çi dikî. Dilo zarok digirîn tu li ber peravên xerîbiyê li kenî xeribiyê dinêrî.
Mîrate bibe ev çerxa xeder, mîrate bibe ev evîna bajarên betonî, mîratê bibe belengaziya li ber kavilan çong vedayî. Mîrate bibe bi hezar carî mîratê bibe textên zordar û zaliman...
Dilê min û ev candekê di nav lerza xerîbiyê de qurbane ji bo zarokekî dil kevok û dil azad ku nevê wî/wê Kurdistan...


