Dilawer Zeraq
Li Amedê;
Festîvaleke dî jî qediya.
Bi muzîka xwe ya ku ji mêjve ye bûye qada parastina zimanê kurdî, bi stranbêj û guhdarên xwe yên ku tenê guh li dengê newaya kurdî didêrin û jê pêvtir direqînin tirkî.
Bi şanoyên xwe yên ku; bi Kurdiyeke ku tenê hin kes dikarin jê fam bikin û bi lîstikvanên xwe yên ku li derveyî sehneyê; li kulîsê û li derve, direpînin tirkî.
Û bi hin beşên dî yên huner û hunermendiya Kurd…
Belê, berî niha bi çend rojan li Amedê festîvaleke dî jî, bêyî ku bernameyek li ser wêjeya kurdî li dar bikeve, bi coşdarî(!) qediya.
***
Berî niha bi pênc salan. Sal 2004. Ez nizanim kîjan kew ji refa xwe mabû û çûbû li darê ketibû lê, amadekarên festîvala wê salê gazî me nivîskarên kurdî jî kiribûn, da ku em jî dîtinên xwe ji wan re bêjin û pêşniyazên xwe li wan bikin. Wê hingê, ez û çend nivîskarên wêjeya kurdî, bêyî ku em xwe bidin pêş, me pêşniyaza binirxkirin û bilindkirina alaya kurdî li wan kiribû. Baş tê bîra min, wê hingê, hema di wê kêliyê de, hin ji nivîskarên Kurd ên tirkînivîs rû li wan tirş bûbû, hin jê jî pêşî bilebil bi wan ketibû, piştre jî wan bi barebar dabûn zanîn ku ew jî bi awayekî nûneriya Kurd û hunera Kurd(î) dikin û divê bi awayekî ji awayan qedir li wan jî bê dayîn û divê ew jî têra xwe di bernameya festîvalê de cî bigirin.
Me wê hingê tu gotin û bersîv li tu kesî venegerand, me deng ji xwe birand, me xuseta xwe ya axaftina di ber xwe de û mineminkirinê car dî pêk anî, me bi kêm kesan di wê festîvalê de cî girt û jê şûnde êdî ne em çûn bi alî amadekaran ve û ne jî wan gazî me kir.
***
Berî niha bi 10 mehan. Navenda Hunerê ya Diyarbekirê (DSM) ji bo hînbûna dîtin û pêşniyazên me yên der heqê wêje û hunera kurdî de, em gazî civîna xwe kirin. Li wir, piştî çend gotin û pêşniyazên li ser zêdetirkirina bernameyên kurdî, tirkînivîsekî Kurd ê bi navê İ. F. Biçici, bi Tirkiya xwe ya xweş û delal ev gotin li me reşand: “Ma sedem çi ye ku hûn ê çima ev qas girîngî bidine kurdî? Jixwe nivîs û pirtûkên ku tên nivîsandin dê ji 10 sal şûnde re nemînin…”
Helbet, îcar em ne li benda tu felekekê bûn, me çerx li gelek felekan ba dabû û min ew roj di hizûr û govaniya (şahidiya) Lal Laleş, Mîran Janbar, Şener Özmen û Lorîn S.Doğan de, çend gotinên wek şekir li xwediyê gotinê vegerand.
***
Çendê wî alî. Di TRT2, di bernameya bi navê ‘Okudukça’ * de dosyeyeke li ser Wêjeya kurdî hat çêkirin. Dîsan nizanim kîjan kew li kîjan darê ketibû, wan dîtinên Samî Tan jî jê pirsîbû. Lê ji derveyî wêjeya kurdî, di bernameyê de çend tirkînivîsên Kurd hebûn. Ji wan navê A. Ziya Eren, A.Parıltı, K.Varol, İ.Sîdar tên bîra min. Bi min qet ne xem bû ku ew hatibûn gazîkirin. Ma ne wisan bû… Ne hewş hewşa me bû, ne jî em giyayê wê hewşê bûn. Lê belê, tevî van yekan, tiştê ku ez diêşandim ev bû: yekî ji wan camêran jî heta wê demê rûpelek jî bi kurdî nenivîsîbû, (nedixwestin ji rayedar û bernameçêkerên tv.yê re bêjin ‘heyra xwediyê vê hewşê yên esasî ne em in û herin bi xwediyên esil û esasî re bipeyivin û hevdîtinê bi wan re çêkin’) lê di ekrana tv.yê de, mîna ku hemû kitêbên pîroz ên wêjeya kurdî çend caran li ser hev xetim kiribin, wekî pisporên wêjeya kurdî hey dişeqandin…
***
Çend roj berê, hefteya zimanê kurdî bi gelek bernameyên, wekî panel, konser, ger û meşan hat pîrozkirin. Di gelek waran de çêl û behsa girîngî, nazikî, şîrînî û firehiya çand û zimanê kurdî hat kirin. Di hin bernameyan de zimanzan, di hin bernameyan de mamosteyên zimên û di hin bernameyan de jî nivîskarên kurdî beşdarî li bernameyên pîrozkirinê kirin û bi qasî ku ji wan hat û keys çêbû sedemên girîngiya zimanê dayîkê ji gel û kes û kesayetan re hat vegotin.
Û di heman dem û wextan de, di rojnameya xwerû bi kurdî de, tirkînivîsekî Kurd ê bi navê İ. Sîdar, wekî xelat û bergîdana xwe ya xizmet û tevkariyên xwe yên li zimanê kurdî kirî, bi çend gotinên xwe yên ku li ser hirmiyê bûn û dîsan li me dibû behsildîk,** di surmanşetê de ciyê xwe yî hêja girt…
***
Ev çend roj in ez li ser me nivîskarên kurdî û kurdînivîsan difikirim. Ez ji gelek aliyan ve gelek sedeman tînim ba hev, didim ber hev û ser hev, lê dikim nakim nikarim ji navê derkevim. Ji xwe re dibêjim; “Em nivîskarên kurdî, gelo çima dengê me ew qas bi qîmet e ji bo me û em wî tim di tûrikê de dihêlin, pir hindik bi kar tînin û didin bihîstandin?”
Dûre, bêariya min car dî bi min digire û di ber xwe de dibêjim: “Bi her hal, êdî, yan em marê bêcîûwar in, an em kerambêrên (kerenga hişk) li ber bê ketî ne, an em bêhewş in, an em ji hewşê hatine derxistin, an jî ji hemûyan jî xerabtir û kambaxtir, em êdî ne yê hewşê ne!”
* Okudukça: Mirov dikare navê vê bernameyê wekî ‘bi xwendinê re’ wergerîne kurdî.
** Gotinên ser hirmiyê: Ez li vir bi biwêja ‘Sî çîrokên hirçê hene hemû jî li ser hirmiyê ne’ dilîzim û wê deforme dikim.
Li me bû behsildîk: Biwêjeke kurdî ye ku gava kesek çi dema ku keysê lê bîne çêl û behsa mijara berê bike (an jî tim çêla heman tişt û pirsgirêkê bike) tê gotin. (Tirkiya vê biwêjê: Temcit pilavı)
Têbinî: Giyayê hewşê tehl e: Gotina pêşiyan a Kurdan e. (Ferhenga Gotinên Pêşiyan, (rûp:191) Çiya Mazî, Weşanên Elma, 2005)
Ji Azadiya Welat hatiye girtin