Diyarname
Ji roja ku Festîvala Fîlman a Antalyayê beşa pêşbaziya neteweyî ji nav festîvalê derxist li Stenbolê komek sînemahezan ji bo bertekê û wekî alternatîf "Pêşbaziya Neteweyî" dan dest pê kirin. Îsal 2'yemîn car pêşbazî tê li dar xistin. Par Hulya Uçansu, Kadir Înanir, Tayfun Pirselimoglu, Nihal Yalçin endamên juriyê bûn.
Îsal Pêşbaziya Neteweyî dê di navbera rojên 30'ê rezberê û 4'ê kewçêrê de li dar bikeve û diruşma îsal "Çi yê me heye ku em winda bikin" e. Di afîşa îsal de dîmen ji fîlmê Metin Erksan "Kadin Hamlet-Întîkam Melegi" girtine.
Pêşbaziya Neteweyî armanc dike ku heta li Festîvala Antalya carek din ev pêşbazî li dar bikeve û Festîvala Antalyayê dîsa vegere asta xwe ya berê dê vê çalakiyê li dar bixe.
Di sala 2014'an de piştî ku carek din Şaredariya Antalyayê ket destê AKP'ê ku şaredarî bi xwe festîvalê li dar dixe di festîvalê de hin guherîn pêk anîn. Di nav van guherînan de betalkirina pêşbaziya neteweyî, pêşbaziya belgefîlman û hwd.