Diyarname
Ji duh de li Farqînê derketina kuçeyan qedexe ye. Û vê sibê dengê çekan hat. Vane notên li ser Farqînê:
- Otobusên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê her roj di navbera Farqîn û Amedê de rêwiyan dibin û tînin. Îro qet otobusek jî ji Amedê nekariye here Farqînê, ji wir jî nehatiye.
- Serê bibê bi taybetî li meydana Taxa Azîzoglu pevçûn çêbû û dengê teqînê hat.
- Li Farqînê elektrîk hatine birîn, telefon nakişînin, av hatiye qutkirin.
- Tê gotin ku dor nîvro polîsan bi Saglik Ocaxiyek ve ala Tirkiyeyê daliqand, bi tekbîran 5 erebeyên rawestandî yên derdorê şewitandin.
- Hêzên ewlehiyê yên dewletê dem bi dem gule bera derdorê dan (heta ev nûçe hat weşandin jî carinan ev yek dom dikir)
- Hat gotin ku Marat Karaaslan û Îsmail Bozkurt (24 salî) birîndar bûne. Tê gotin ku 4 kes hatine kuştin, lê agahiyek zelal nîn e.
- Heyeta HDP'ê (Mebûsên Amedê Nursel Aydogan, Çaglar Demirel, Sibel Yigitalp, Ziya Pir, Edip Berk, Hevseroka Amedê Gultan Kışanak, Hevseroka Baglarê Birsen Kaya, Hevseroka Sûrê Fatma Şik Barut, Hevseroka Yenişehirê Ulku Baytaş û rêveberên partiyê) destê sibê/berî nîvro çû Farqînê. Lê nehiştin heyet here taxên pevçûn lêye.
- Heyeta ku çû navçeyê çû taxa Mescît a ku bi şev pevçûn yê zêde çêbûbû û dît ku tax bi temamî hatiye gulebarankirin. Li taxê hemû mal, kargeh û wesayît hatine gulebarankirin.
- Li gor mebûs Ziya Pîr walîtî ew nikarin tiştek bikin, ferman ji Enqereyê hatiye.
- Li gor Hevşaredara Amedê Gulkan Kişanak jî rewş wisa ye: "Dîmena ku li Farqînê me dît gelek xirab bû. Leşker ketine nava bajêr, gel vekişiyane malên xwe, lê bi taybetî li sê taxan rewş gelek xirab e. Li taxa Tekel û du taxên nêzî wê peçûn hene. Zar û zêç hemû di talûkeyê de ne.
- Ber êvarkî heyetek din a HDP'ê ber bi Farqînê ve kete rê.
- Rojnameger Sertaç Kayar ku ev foto kişandine di twittera xwe de got: "Em ji rêya gund re ketin nava Farqînê. Dema me foto kişand gule bera me rojnamegeran jî dan.
- Li Taxa Tekelê hêzên taybet ên polîsan bi dest bombe avêtin mala Fatma-Ramazan Can û dûre bi ser mal de girtine. Malbata Can rojek berê mal vala kiribûn. Fatma Can wisa got: "Ger em li mal bana emê bihatana kuştin. Li hemberî mala me, cîrana me Hanife Durak a 80 salî ji ber dengê bombeyê qeyrana dil derbas kiriye û miriye."
- Piştî polîs ji taxan vekişiyan heyeta HDP'ê ku dîsa çûbû Farqînê li Taxên Tekel û Mescîtê dest bi lêkolînê kirin.
(Ev nûçe li dor saet 18'an hate weşandin, her du notên dawî saet li dor 19.20'î li nûçeyê hatine zêdekirin)
Foto: Sertac Kayar / DÎHA
**
Nûçeya eleqedar:
- Li Farqînê rewşa dawî: Bi sedan ciwan bi qatlîamê re rû bi rû ne!