Fenerbahçe ne li Sêwasê, li cafeyeke li Alibeykoyê bû şampiyon. Bi vî awayî:
Li Alibeykoya Eyupa Stenbolê, li nav xaniyan hewşeke heye, kirine cafe. Ji derve tu tiştek naxuye, tew tu wan deran nizanibî qet tu nizanî li wir cafeyeke heye. Ev 6 meh in mala min li Alibeykoy e lê min bi wê cafeyê nedizanî.
Îsal hema bibêje min hemû maçên Barselonayê temaşe kirin. Lê maçên Tirkiyeyê min hindik temaşe kirin. Maça dawî ye, divê ez lê temaşe bikim. Ji maçê re hindik maye, ez li Mahsun digerim ku li van deran ez dikarim li ku li maçê temaşe bikim. Ew û xebatkarên GSM'ê (Guneştekin Sanat Merkezi) bi hev re dê temaşe bikin. Min jî vedixwîne. Lê ez dixwazim bi gel re li maçê temaşe bikim, guh bidim dengê wan.
Li nav dîwaran cafeyeke
Mahsun, wê cafeyê tarîf dike, ez diçim. Ji kuçeyê dikevim hundir, ji nav dîwaran re dimeşim, digihîjim hewşek fireh... Pareke ji hewşê ji bo cafeyê veqetandine. Ji bo temaşekirinê perdeyê spî daliqandine. Hundir tije ye. Ez bibêjim 500 kes, hûn bibêjin 750... Û pêre jî li derve jî perdeyeke daliqandine û li wir jî mirov hene.
Hewayeke ecêb heye. Li vê cafeyê ne rewşa hilbjartinê heye, ne mijara feqîrî, ne 'Kanalİstanbul'a Erdogan, ne jî pirsgirêka kurd... Mijar tenê Fenerbahçe ye.
Îro maça dawî ya Lîga Super a Spor Toto ya Tirkiyeyê dê bê lîstin. Lîder Fenerbahçe çûye Sêwasê, yê duyemîn Trabzon jî çûye Karabukê. Pûanên herduyan yek in (79 pûan). Her du jî mecbûr in bi ser bikevin.
Ez heta niha nebûme piştgirê Fenerbahçeyê ku Serokê Klûbê Aziz Yildirim jî wekî min ji Amedê ye. Lê îsal ji ber ku Aykut Kocaman bûye teknîk dîrektorê Fenerbahçeyê ez piştgiriya Fenerbahçeyê dikim û dixwazim Kocaman bi ser bikeve.
Serê kesî 3 TL
Em vegerin cafeyê...
Zilamekî qirase li ber deriyê hewşê sekiniye, ji her kesê ku dikeve hundir 3 TL'yî (Li gelek cafeyan, bi taybetî li cihên navendî 5 TL digirin) digire û wan dişîne hundir. Pêre jî zilam dendik danîne ser masê û torbeya wan bi 1 TL'yî difroşe.
Maç dest pê dike. Ji aliyekê ve çay tê belavkirin li ser tepsiyê (çayek wisa nexweş e ku herhal heta niha min çayek wisa venexwariye) lê dîsa jî çawa tepsî tê, wisa jî cih de vala dibe. Li aliyê din dengê çite çita dendikan... û pêre jî ji her dengî şiroveyeke...
"Ê, Barselona Santosî dixwaze, helbet wê bilîze".
"Vî Gokhanî jê derxe."
"Aykut xoce çima Stoch jê derxist?, Hela hela, dixwaze çi bike?"...
Û gelek tiştên wisa.
Yek dibêje 'Semih got (qala hevalê xwe dike), emê 5-1 maçê bigirin', Semih gotinê dibire, 'Na, min got yan 5-2, yan 5-1 emê bi ser bikevin'.
Yekî din dikeve navberê, 'Wele îro jî em nebin şampiyon ezê dest ji vî tîmî berdim' (êşa xwe ya par ku dîsa di hefteya dawî de têk çûbûn bibîr tîne), yê din lê zêde dike; 'Na, wisa nebêje heyran. Ev Fenerbahçe gula dilê me ye.'
Dema lîstikvanek bi gogê baş dilîze li çepikan lê didin, dema xetayek çêdike heta dawiyê pêl li çêran dikin.
Di radyoyê de gol, di dîmenan de tiştek nîn e
Maç didome. Fener 1-0 li pêş e (deqîqe 6, Andre Santos) pirsgirêk tuneye, di deqîqeya 20'î de Sêwas bi Kadir bersivê dide. Bêdengiyeke giran li ser cafeyê dibe hakim. Tuyê bibêjî şîneke giran hatiye danîn. Bi golxwarinê re Fenerbahçe hinek liv dide xwe. Deqîqe 41 e, kesek formaya Fenerbahçe lê, berguh di guhên wî de hem li maçê temaşe dike, hem diçe û tê. Ji nişke ve dengek ji zilam hat: Gooool... gooool... Her kes şaşwaz e, lê dinêre, ji nişke ve em jî golê dibînin. Tu nebêje radyo di cih de maçê pêşkêş dike, lê dîmen herî hindik bi 4-5 saniyeyan dereng tê.
Nîveka yekemîn wisa bi dawî dibe. Nîveka duyemîn, di deqîqeya 51'ê de Aleks wisa li gogê dide, gog tam diçe qorziyê (3-1), zilamê li kêleka min, bi qasî ku li ber gotina wî ez şaşwaz bibim diqîre; "Pîrik ji qorziyê paqij kir."
Piştî vê golê temaşevan dikeve navin hewayeke şampiyoniyê lê Sêwas dema bi Erman bersivê dide û skor dibe 3-2 careke din tirs û xof dike ser wan. Bi ser vê golê re du deqîqe naborin Yobo bi serê xwe lê dide û skorê dike 4-2.
Saniye bi dawî nabin
Vê carê hem li stadê, hem li cafeya Alibeykoyê stranên şampiyoniyê têne gotin. Her ku kamera coşa temaşevanan nîşan dide, li cafeyê çepik û beşdariya wê coşê jî didome.
Heta ku di deqîqeya dawî de li ser navê Sêwasê Erman golek davêje û skor dibe 4-3...
Bêdengiya bi alîgirên Fenerbahçeyê re ya wê demê qet mirov nikare bîne ziman. Tirsa par ku dîsa hefteya dawî de têk çûne, (Ku salên berê de jî wisa bûye), tirsa têkçûneke nû... Her saniyeyeke deqîqeya dawî ya maçê ji bo wan dibe saet, dibe roj, dibe hefte... Sanîye naçin. Nîv deqe maye deng ji cafeyê bilind dibe vê carê wekî ku li sehayê bin bang li hakêm dikin: Maç deqiya, tu çima naqedînî, maçê biqedîne olan...
Belê ew saniye jî diqedin, hakêm li firfirokê dide, şampiyoniya Fenerbahçeyê îlan dike.
Li cafeya Alibeykoyê Fenerbahçe dibe şampiyon, dê gelek pereyan jî bi bigire (qala 70 mîlyon TL'yî tê kirin); kesek din ku kar kiriye jî heye: Xwediyê cafeyê; bi pereyên ku ji temaşevanan girt, bi heqê çaya ku qet heq nedikir û bi gelek dendikên ku firotin...
Saet tê dehê şevê û hemû temaşevanên li cafeyê derdikevin derve, dest bi pîrozbahiyê bikin. Ez li meydana Alibeykoy radiwestim, li erebeyên ku tên û diçin, li qornayan didin, şampiyoniyê pîroz dikin temaşe dikim. Tiştek bala min dikişîne, hemû erebeyên dest bi pîrozbahiyê kirine erebeyên kevn, erebeyên erzan, hin jê jî erebeyên kargehan in... Hema bibêje erebeyeke ku ya dewlemendan be, buha be di nava wan de nîn e.
Di dawiyê de Fenerbahçe digihîje 18'emîn car şampiyoniya xwe û ez berê xwe didim mal.
Û notek ji bo Aykut Kocaman: Helbet tu nikarî vê nivîsê bixwînî lê ez dîsa bibêjim; Pîroz be Aykut xoce; tu bi keda xwe, bi rawestana xwe, bi helwesta xwe vê serketinê heq dikî.
***
Têbinî: Berî vê nivîsê di Diyarê Me de me qala Hamdiye Çiftçi kir. Vê hefteye minê li ser Emine Demir binivîsanda, lê Fenerbahçe ket navberê. Bila bimîne hefteyeke din.


