Ji bo Zanîngeha bi Kurdî gav hat avêtin
Diyarname
Weqfa Mezopotamyayê ku dixwaze zanîngehek ku bi zimanê zikmakî perwerdehiyê bide veke 1'emîn Civîna xwe ya Asan a Lijneya Avakaran li dar xist.
Weqfa Perwerdehî, Zanist, Huner, Tenduristî û Çandê ya Mezopotamyayê demek berê hatibû avakirin. Roja 23'yê mehê 1'emîn Civîna Asan a Lijneya Avakaran a Weqfa Mezopotamyayê li Þanogeha Bajarê Mezin a Amedê li dar ket.
Piþtî diyarkirina rojevê dîwar hat hilbijartin. Dîwana ku ji Þaredar Baydemîr, Seda Yurtdaþ, Onder Atli û Ronahî Onen pêk hat civîn bi rê ve bir.
Di civîna ku Hevseroka BDP'ê Gultan Kiþanak jî beþdar bû de pêþî Þaredarê BAjarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr axivî. Baydemîr got ku di pêþketina civakê de rola dibistanan heye û wiha dom kir: "Lê li welatê me dibistan bûne cihê asîmîlasyonê. Me ji Þêx Seîdan, ji Mazlum Doganan heta niha bi þikleke dijwar têkoþîn da û em niha bi zimanê xwe, bi navê xwe civînan li dar dixin. Gere kurdî bibe zimamê zanistê. Bi zanîngeha ku bê avakirin dê ev yek mimkûn be."
Hevseroka BDP'ê Gultan Kiþanak jî axivî û got: "Yekem toxim li vê erdînagarî hatiye çandin, mirovahî li ser vê axê hemdemîbûn nas kir, robotê yekemîn li vir aht çêkirin, lê nehiþtin em xwe bigihînin van nirxan. Em di asta belengaz de hatine hiþtin. Ji ber vê yekê ez bawerim dikim dê ev zanîngeh me bi vê dîrokê re bîne ba hev."
Kiþanak got ku bi salan avakirina zanîngehê di rojeva wan de bûye, îro ew kêfxweþ e ku nîqaþeke wisa tê kirin. Her wiha Kiþanak diyar kir ku tevgera kurd di destpêkê de tevgereke redkirinê bû niha hatiye wê astê ku êdî tevgereke avakirinê ye.
Di dawiya civînê de heyeta mutevellî a zanîngehê ku ji 25 kesan pêk tê hat hilbijartin. Di heyeta hat hilbijartin de van kesan cih girt: Mehmet Kaya, Helin Oter, Mahmut Togrul, Sedat Yurttaþ, Sema Kilinçer, Selçuk Mizrakli, Davut Okutçu, Osman Baydemir, Zana Farqînî, Emrah Azizoglu, Ozlem Anli, Mahmut Ýlhan, Yurdusev Ozsokmenler, Kadri Yildirim, Ahmet Yildirim, Nazim Ekinci, Yigit Ekmekçi, Mehmet Dursun, Rohanî Onen, Emine Filiz Bedirhanoglu, Mehmet Ayhan, Oktay Ay, Ramazan Daniþ, Necmettin Pirinççoglu.