logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Welat Dilken

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Welat Dilken

Welat Dilken

Desthilatdarî û huner!

  • Dîrok: 27/12/2020
Li cîhanê mînakên vê kêm in, tu tişt bi serê xwe tune ye, bi serê xwe kêm tişt dikarin hebin, hebûna xwe berdewam bikin!
Û helbet her tişt bi dijberê xwe heye; carinan, pir caran dijberek dibe sedema hebûna dijberê/a xwe…
Huner jî wisa ye, çendîn dibêjin huner dij desthilatdariyê ye jî, lê bêyî desthilatdariyekê; çi dij çi ligel huner bêyî desthilatekê nebû ye, nabe…
Helbet dema behs desthilat be, bivê nevê ew desthilata behs tê kirin dibe wekî desthilatek-hikumeta welatekî bi rê ve dibe, bîrdoziyeke li welat û civakekê bi bandor-desthilat were famkirin; lê olek jî, meshebek jî, hizreke ku pêdivî bi rêya hilbijartinê hatina ser text nabîne jî, komek xwende û pêwîstiya derûniyê ya civakekê jî dikare ew desthilat be û hem wekî dijber hem wekî ligel dikare bibe pêngavek bo li nava civakê belavbûna hunerê-wêjeyê.
Mînakên vê gelek in, wêjeya civakî li welatên bîrdoziya sosyalîst lê desthilatdar, wêjeya takekas digre dest li welatên lîberal ên rojava-ewropa, wêjeya mîstîk-efsûnî li welatên ol lê desthilat û li civak-neteweyên wekî ya me jî tevî ku desthilateke tê zanîn li ser text rûniştî tune ye jî, lê ji ber pêwîstiyeke neteweyî ya dereng mayî, hizra ku tê gotin Xanî dewletek bo kurdan xwestiye, ew li nava kurdan wekî hizreke desthilat e, bi wê hizra desthilat hunera wêjeyê ya Xanî li quncê jorê rûniştiye.
Yanê ligel an dijber, çi erênî çi neyînî pêdiviya hunerê-wêjeyê her û tim bi desthilatekê heye.
Vega wêjeya me ya modern a ji hêz û desthilateke serbixwe ya derdora hunerê pêbar mayî (rewşa me wisa ye)  dibe sedem ku ji neçarî ‘huner-metn’ bi Donkîşotê/a xwe hunermend-nivîskar û bi çend hezar kes-xwendeyên li trûbûnê rûniştî, ku jê re li çepikan didin, didin halanan hebe, xwe heyî bike…
Loma, di wê rewşê de û bi wê derûniyê hunermend-nivîskar bi zanebûn an bi nezanîn bo wê kêmayiya desthilatê ji holê rake, li şûna ku yên hay ji huner-wêjeya wî/ê hene wî/ê bikin desthilatdar radibe xwe bi xwe kirasê desthilatê li bejna xwe dike, sertaca keyseriya tuneyî datîne ser serê xwe!... 
Ew hewl rewşên komîk-trajedîk radixe ber çavan! Loma ji dewsa wê hewla hunermend-nivîskar dixe rewşên komîk, gelo bo wêjeyê avakirina desthilateke bi rexnegir û bi xwendeyan ne ya herî rastir e? 
Balam derfet û derdora wêje-hunera me ya modern diyar e, nemaze ya wêjeyê! Nizam bi xwendeyên heyî (ew qas kêm in meriv dikare navê hemiyan jiber zanibe!) gelo ew hejmar dê çi qas karibe ji pêdiviya wêjeya me ya bi desthilateke re bibe bersiv?… 

Hin Nivîsen Nivîskar

Dîroka li ser axê!

  • 22 Pûşper 2014

Ji roja ku mirov di şikeftê de derket û xwe bera beriyê da, li ber çem û newalan, li ser kanî û delavan xwest dest bi jîneke nû bike û li pey neçîra...

Zayenda wêjeyê

  • 26 Tîrmeh 2020

‘komedîwextekê, ku hê jî wisa ye, Charlie Chaplin ez zehf dikenandimlê niha li qada nivîsariyê hin komediyên din hene;bi fisên xwe yên bê bêhn bi...

Gelo nebe ku kemberek din a ereb li me zêde dikin!

  • 01 Pûşper 2016

Ev çîroka berî zemanên îroyî ye! Li ser vê xaka ku navika cîhanê tê hesibandin her wisa bûye û her wisa domî ye, mixabin hê jî wisa...

Hemû Nivîsen Welat Dilken

Welat Dilken kî ye?

Welat Dilken di bihara 1975'an de li gundê Dolê ya Semsûrê hatiye dinê. Nivîs û helbestên wî di kovarên wekî Tîroj, Çirûsk, W û di malperan de hatine weşandin. Wî demek di rojnameya Ewropres nivîsî. Demek dirêj e di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike. Di pêşbaziyên Huseyîn Çelebî û Feqî Huseyîn Sagniç de helbestên wî xelat girtine.
Pirtûkên wî ev in:
- Ken deyndarê giriyê ne, Helbest, Weşanên Belkî, 2006
- Sî bi rojê xweşik e, Helbest, Weşanên Lîs, 2009
- Şeva dawî, Roman, Weşanên Lîs, 2012
- 29 kul, 29 gul, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Siya derizî, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Neynik û hinek, Helbest, Weşanên Ronahî, 2013
- Stêrka xuricî Ferat, Roman, Weşanên Peywend, 2016
- Me Herî pir ji helbestkaran bawer kir, Ozgur Doga (wergera ji tirkî Welat Dilken), Weşanên Lîs, 2016
- Kevir û tiştên din, Helbest, Weşanên J&J, 2017
- Orîjîn, Çîrokên Mînînal, Weşanên Avesta, 2019

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Festîvala Fîlmên Kurdî didome

ad

Festîvala Fîlmên Kurdan dest pê kir

ad

Berendamên Ballon d'Orê diyar bûn

ad

Pîroz be deriyê Girê Spî ê vedibe Bakur hat rizgarkirin (hat nûkirin)

ad

Diyabet, di her 5 saniyeyan de kesek dimire

ad

Komeleya Hiqûqnasên Kurdistanê ava bû

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname