Adil, ronakbîrekî dilovan û bi rihê şoreşgerî tijî bû. Bi zanîna xwe çekdar, bi gotinên xwe çalakvanek bû ku serkêşî ji civakê re dikir. Lê dema siya tarî ya darbeya 12’ê Rezberê welat dagir kir, ew neçar ma gundê xwe Ketaro biterikîne. Bi yekcarê xwe li çewlika Tuntaşlar a navçeya Soke ya Aydina Tirkiyeyê penaber dît.
Darbeya 12’ê Rezberê ne tenê di warê siyasî û leşkerî de, lê di warê birçîbûneke kûr de jî bi xwe re anî. Welat mîna zarokekî bêhêvî hiştibû; her tişt tevlihev bûbû, mirov bi tirs, mirin û birçîbûnê re têdikoşiyan. Li penaberiyê Adil ev yek dît û nesekinî. Dilê wî ji bo mafên bindestan, karker û kedkaran lê dida. Qêrîna karkerên çandiniyê yên demsalî guhdarî dikir û bû dengê wan. Karkeran nikaribûn mûçeyên xwe bistînin, mafên xwe biparêzin. Her karker wekî sûcdar dihat dîtin, ji tirsan kesî dengê xwe dernedixist; mîna koleyan dijiyan.
Şeva cejnê bû. Adil bi hevalê xwe Xerîb re Çemê Menderesa Mezin derbas kir, çûn serdana kurdên gundê li Balatê. Dema gihîştin, çend zarokên biçûk ên bi cilên qetiyayî li ber konan dilîstin dîtin. Adil pirsî:
- Kesekî li gund heye?
Zarokan got:
- Pîra me li wir e!
Berê wan da konê pîrê. Bi pîrê re dest bi sohbetê kirin. Pîrê ji bo karkeran nanpêjtî dikir. Karker di nav zeviyan de pembo kom dikirin. Dema Adil û hevalên wî rabûn biçin, pîrê ew rawestand:
- Heta çayekê venexwin, ez we bernadim!
Di dema çayê de axaftin kûrtir bû. Adil pirsî ka karker mûçeyên xwe digirin an na. Pîrê bi keneke tal got:
- Pereyê çi! Heta pembo neqede, pere nadin.
- Îcar hûn çi dixwin?
Pîrê seriyek penîrê biçûk nîşan da:
- Ev penîrê me ji gund anî maye, ew jî li ber qedandinê ye”
Adil li hevalên xwe nihêrî, xemgîniyek dilê wî girt. Got:
- Rabin, em herin.
Berê xwe da pîrê:
- Rêyek dirêj li pêşiya me heye, lê di demek nêz de em ê dîsa bên.
Ketin rê, dîsa ber bi Menderesa Mezin ve meşiyan. Di rê de, Adil ji hevalên xwe re ji cejna Qurbanê, ji zarokên li gund axivî. Bi axînekê got:
- Em çi bikin? Li ber deriyê dewlemendan qurbanên bêserjêkirin hene. Ez biçim wan bînim, serjê bikim û li hemwelatiyan belav bikim, ne çêtir e?
Hevalên wî sekinîn û wî hişyar kirin:
- Piraniya karkeran mîna koleyan têne xebitandin û çav li ser wan e. Çirûskek biçûk dikare me hemûyan bigire.
Axaftin berdewam kirin heta gihîştin konên xwe. Sibehê zû Adil bêdeng ji nav nivînan rabû, çû. Kesek bi xwe nehesand. Bi vegerê re hevalên xwe şiyar kir:
- Va min çar pezên biçûk anîn. Du ji wan min da malbatên Balatê, du jî ji bo me ne, em ê belav bikin.”
Hevalên wî matmayî man:
- Tu bi tena xwe çûyî?
- Na, hevalê Qehreman jî bi min re bû.
Piştî ponijandinê, cejna ku ji bîr kiribûn kete bîra wan. Hîn serê sibê bû û bi hev re çûn nav zeviyan, goştê berxan li malbatan belav kirin. Çerm û eyarên berxan avêtin nav çemê Menderesa Mezin, lê li qiraxê avê asê man. Wê rojê îxbar çêbû, leşker ketin lêgerînê. Bi kûçikan şopa eyar û çerman dîtin û heta zeviyên karker di nav de hatin. Pirsîn:
- Kî berpirsiyarê we ye?
Karkerek bi navê Wehît got:
- Ez im.
Leşkeran ew ji nav zeviyan derxist:
- Şopa berxên îşev hatine dizîn li vir e, diz di nav we de ye.
Cendirmeyan di konan de lêgerîn kirin, goştê berxan dîtin. Bi dîtinê re tev li ser zik avêtin erdê. Gotin:
- Kê dizî be, derkeve pêş!
Leşkeran çavên xwe xist çavên Xerîb û got:
- Ev çi goşt e?
Xerîb jî rast e rast got:
- Li bazarê min çend kîlo kirî!..
Wehîd bi yek carê xwe avêt nav axaftinê û dibêje:
- We di ca xwe rakiro, wele wa dî ye. Li cem me hatiye dîtin!..”
Bi van gotinan re kesekî deng nekir, lê Adil bi xwe bawer û bêtirs xwe da pêş:
- Min dizî! Îro cejn e, min şerjê kir û li gundiyan belav kir.
Her hevalên wî Êlo, Qehreman û Hemdila jî gotin:
- Em jî bi wî re bûn!”
Adil û hevalên wî bi cemseyê birin qereqola Soke. Bi “diziyê” tawanbar kirin, eyar lê kirin, rovî xistin stûyan, li nav sûkê gerandin û teşhîr kirin. Pê re îşkenceyeke dijwar lê kirin. Adil di lêdanê de derbeyek mezin ji serê xwe xwar, hevsengiya xwe ya derûnî winda kir. Piştî îşkenceya giran, leşkeran ew berdan. Hişê Adil çû û nema deng jê hat. Mîna ker û lalan ma. Bi vî halî berê wî dan gundê wî Qetaro. Bavê wî çend salan lê nihêrî, çi hekîm û loqman hebû lê gerand, lê Adil bi ser xwe ve nehat û her ku çû hevsengiya xwe tam winda kir. Bavê wî azibûna wî kir hincet û zewicand. Keçeke wî çêbû. Lê bi keça xwe re ne keniya û ne giriya. Bi hev re têr bêhna axa welatê xwe nekişandin û ji hev têr nebûn. Zewac jî wiha jê re nebû derman. Li navçeya Dêrika Çiyayê Mazî nav û dûvik lê kirin û wekî Adilê Qetarî an Adilê Dîn hat nasîn, bû benîşt û ket devê herkesî.
Keça wî roj bi roj mezin bû û li vê dinyaya bavê xwe rast hat. Ji ber valatiya ku bavê wê ketibûyê nikaribû biaxiviya, henek bikira; ku Adil jî jê re bigota “keça min”! Wê jî jê re bigota “Bavo!..” Ne Adil ev yek hîs kir û ne keça wî ev ji bîr kir. Di dilan de bû kulek û asê ma. Rojek hat, keça wî bû periya çiyayan, bavê xwe bi tenê hişt û çû. Ax û deverên welatê xwe ji dêvla bavê xwe bêhn kir û bi host bi bi host gav kir. Heta ew roj hat û keça wî li Kobanî, di çeperan de cih girt, ji dêvla xwe û bavê xwe têkoşiya, heta ku tevlî nav karwanê nemiran bû.
Roj bû 27’ê Tîrmeha 2019’an, Adil bi vî navê dihat naskirin çû û xatir ji vê dinyayê xwest. Lê kurtejiyana wî ya rastîn ne hat fahmkirin û ne kesî fahm kir.
Bila rihê te û keça te ya şehîd şad be gula Dêrikê, Adilê Qetarî...
Çavkanî: Xerîb Dêrik


