Roman rê dide xwendevanê xwe ku cîhana ku xwe tê de daqurtandiye, bike yek. Lêbelê, hin roman hene ku vê di ezmûna entegrasyonê de kêm dihêle; yek ji wan romanên ku tê de karakter bi têra xwe nayên nasîn û bûyer bi awayekî asayî tên destgirtin e. Berhemên bi vî rengî bi giştî bi vegotineke asayî şopekê di bîrê de nahêlin û ji kûrahiya edebî kêm û bêpar dimînin.
Romana Sîdar Jîr ji van yek e ku ya bi navê "Duşema Rengîn", bi destpêkirina berxwedana Kobanî ya 2014’an hatiye nivîsîn, ji nav Weşanên Zîzê derketiye. Her wiha di dawiya romanê de diyar dike ku bi gelek kesan daye xwendin û paşê daye çapkirin. Dema ku min dest bi xwendina vê berhemê kir, ev “roman” bi awayekî metnên nûçeyên ragihandinê zêde xwe beloqî ber çavên min kir. Nivîskar ji xwe diyar dike ku li ser belge û nûçeyên ragihandinê sûd wergirtiye, hûnandiye û tevna romanê berfireh kiriye.
Danasîna karakteran yek ji qelsiyên herî mezin a romanê ye. Bêyî vekolîna giyan, fikir û hestên karekter, bêyî ku li ser jiyana wî/wê bifikire û bi herikîna romanê re rû bi rû bihêle. Ev nahêle ku xwendevan bi çîrokê ve were girêdan, ji ber ku karakter rastiyê bi saya serpêhatiyên xwe û cîhana hundurîn distîne. Di romanê de, karakter xeyala xwendevan bi xwe re teşwîq nake û wan nakişîne nav çîrokê û bûyeran.
Roman, ji şîrovekirina karakteran xwestiye bi tevna çîrokê lehengan bi me bide tahmijandin, lê mixabin ji bûyerên di romanên de derbas dibe gelekî cudatir, dertê hemberî me. Karakterên romanê gelek caran wekî sembolên taybetî hatine bikaranîn û bi awayekî zêdetir li ser karakteran birêve nameşe û li ser hûr û kûr nabe. Şoreş, bi berxwedana ku daye meşandin nayê naskirin û bi çend hevokan, bi bombeyên balafiran tên barandin diqedîne. Bi taybetî Esmer û karakterên din ku bi giştî Rûyê Nas wekî sembol dertê pêşberî me, nivîskar xwe tîne ziman û Esmer di taliyê de difetisîne, hew bi nameya ku di dawiyê de nivîsandiye, mirov têdigihîne eşqek e bêhempa.
Karakterên romanê gelek caran wekî figûrên sembolîk an jî karîkaturîze hatine çêkirin, bi awayekî rastîn danenî ye; ev yek, xwendevan bi hêvî an jî bi pozisyona civakî ku baştir ji rêgezên wê yên dîrokî peyda bikin, nabîne û bi dest naxîne.
Mijara romanê ku beş bi beş dertê hemberî mirov, mirov di her beşê de ku li cudahiyekê digere û dixwaze bibîne, mixabin ji cudabûnê zêdetir, li dubarekirinê rû bi rû dimîne. Berxwedana Kobanî, bi awayekî jî berxwedana li ser sînor ya bakuriyan, di heman demê de li hember DAÎŞ’iyan têkoşîna ku heye, bi DAÎŞ’iyan re dewletên kolonyalîstan, lê bi awayekî dîrekt eşkerekirina pênaseyên fizîkî an jî dîrokî nayê kirin; bi taybetî bi awayekî hestane û sembolîk tê wêran kirin. Ev yek, xwendevanan li hember dîwarên pêdiviyê û rêjeya tesîrên civakî, çandî û psîkolojîk a şerê taybetî pêk hatiye, nabe.
Roman ku ji aliyê wêjeyî ve çiqasî nebêpar be jî, bi giştî ne kûr e. Di romanê de ku ziman têrî nake û vegotina wê kêm dihêle, dewlemendiya edebî tune dihesibîne. Hêza wêjeyê ji îfadekirina hestên mirovî û aloziyên jiyanê bi bikaranîna hostayî ya ziman ve tê, hilbijartina peyvan, pêkhatina hevokan û bi hostayî bikaranîna metaforan ji aliyê edebî ve di demê re derbas dike, nade hîs kirin.
Nivîskar bi hostatiya ziman ve xweş daketiye, lê bi zimanê ku wekî zimanê rojnamegeran dide xwendin, bi taybetî di pêşkêşkirina dîwarên rengîn û tevahiya dewlemendiyên civakî yên şer û berxwedanê tevdigerîne, tune dihesibîne. Ev, alîkariya zimanê romanê ji bo xwendevan ku pêve bibe, pêve girîngiya derveyî zimanê çandî û bi hêza şerî re demên nû, karakterên nû di warê derûnî de ava nake.
Rêza şerabê jî di romanê de rolekî girîng dide xwe. Şerab, wekî tiştekî normal a jiyana rojane an jî wekî îşaretek sembolîk çiqasî pêşkêş kiribe jî, ew qasî li hember DAÎŞ’ê wekî çalakiyeke an jî bertekeke xwestiye derkeve pêş. Li Kobanî kobanî berxwe didin bi bedena xwe, bi çek û rextên xwe, nivîskarê me jî bi vexwarina şerabê. Ev yek, nakokiya nivîskar bi xwe re dijî; xebitandina fîguran û bi normalbûnê re di şerê piştî Kobanî çend sal şûn de wê çawa bibe amûrek lêkolînê ku mirov bigire dest, ne diyar e.
Dema ku mijarek bibe malê gerdûnê, wekî Şerê Stalîngradê, wekî evînekê bi tevahî di romanê de neyê vegotin, kûrahiya hestyarî di wê xebatê de winda dibe. Evîn yek ji hestên herî bingehîn ên mirovan e û vegotina wê ya rast di romanê de dikare dilê xwîner xweş bike. Lê belê, roman tenê hinekî bi eşqê re rû bi rû mijûl dibe û li kûrahiya wê naçe. Di vê rewşê de, zehmet dibe ku têkiliyek hestiyarî ya rastîn bi xwendevan re çêbike û çîrok bê bandor dimîne.
Di vegotina bûyereke sereke ya wekî damezrandina bajarekî de, divê ku li ser mezinahî û girîngiya wê were rawestandin. Ji nû avakirina bajarekî divê di çarçoveya çandî, civakî û dîrokî ya wî bajarî de were nirxandin. Dîrok û erdnîgarî karakterê bajarekî çêdike û ev hêman di têgihîştina romanê de xwedî girîngiyek mezin e. Lê belê, ev xebat vê mezinahî û kûrahiyê paşguh dike û bûyeran tenê bi navan radigihîne. Di vê rewşê de karakter û girîngiya bajêr a rast nayê fêmkirin.
Di dawiyê de dibe ku romanek bêyî qehremanan bibe çavkaniya nûçeyan, bibe sedem ku nirxa wê ya edebî winda bike. Leheng kevirên bingehîn ên çîrokê ne û serpêhatiyên wan eleqeya xwendevanan ji çîrokê re zindî dihêle. Roman lehengan bi bûyerên rast ava dike û lê rastiya wan venahûne û bi çend gotinan vedibêje. Di vê rewşê de dibe ku çîrok wekî nûçeyek asayî tê dîtin û dê bandorek kûr li ser xwendevan nehêle.
Wekî di serî de min got; di hemû mijaran de, "Duşema Rengîn" ne tenê wekî dokumanterek taybetî ya dîrokî ye, wekî nûçegihandineke bi zimanê edebî ragihandin e. Şîrovekirina sembolîk a berxwedana Kobanî û karîkterên sembolîk, avakirina kûrahiyên wê ku mijar û mijara bûyeran, çîrokên bi gelek hûrgilî û her wiha çavkaniyên tên wêrankirin bi destê DAIŞ’ê, destê Koloniyan û cîhana emperyalê, pêşkêş nake.
Di encamê de, ji bo ku roman bibandor be, hêmanên wekî kûrahiya karakteran, dewlemendiya ziman, kûrahiya mijaran, mezinahî û girîngiya vegotina bûyeran girîng in. Edebiyat hunera kûr têgihîştin û bilêvkirina serpêhatiya mirovî ye û romanek baş vê hunerê bi hostayî bikar tîne da ku xwendevanê xwe bi meraqê re bandor bike.



