Cano Şakir
Roja Zimanê Dayikê ya Cihanê, 21'ê Sibatê (Reşemiyê) li hemû deverên cihanê ji bo bipêşxistina hişmendiya pirrengiya zimanî û çandî, ji aliyê UNESCO´yê ve hatiye ragihandin. UNESCO'yê 17´ê Mijdara 1999'an ev roja ji bo zimanê dayikê ragihandin. Dû re bi awayekî fermî ji hêla Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ve hat pejirandin.
Ev Roja Zimanê Dayikê ya Cihanê ji sala 2000'î ve tê pîroz kirin da ku aramî, pirzimanî li çaraliyê cihanê, û parastina hemî zimanên dayikê were meşandin û zimanên ku li ber qirkirinê ne, werin parastin. Sedema hilbijartina 21'ê Sibatê jî, tevgera ziman a Bengalî ye. Xwendekarên Bengalî sala 1952'yan ji bo mafên xwe yên zimanî xwepêşandan li dar xistin û hêzên dewleta Pakistanê hingê bi destwerdanê bi dehan ji wan qetilkirin. Gelê kurd jî vê rojê wekî rojeke bi wate û pîroz dibîne. Heger em bi nivîsandina helbestê dest pê bikin, wê rol û bandora ziman xwedî aliyekî bingehîn û rasteqîn be. Bi nihêrîneke din, em bi şêwazê rewşenbîrane yan bi çavekî wêjeyî li ser ziman û hebûna me ku heta vê gavê em xwe bi zimanê xwe berz dikin, em ê hêdî behsa êş ê bikin. Dîrokeke tijî êş ku li hemberî hemû tunekirin û asîmîlasyonan li ber xwe dane, ji ber wê dema em behsa pêvajoya ziman dikin, pir bi kurtî em derbasî zeftkirina peyvan di dilên ferhengan de dibin; peyvên ku ji devê Dapîr û Bapîrên me ji devên topên dîrokê filitîne em rastî wan tên. Peyvên ku ji nav agirê neyarên zimanê me birîndar bûne, em rastî wan tên.
Roja îro yanî di vê çerxa zêrîn de em li serancama çewisandin û qedexekirina li ser zimanê xwe rawestin, em dibînin hemî deshilatdarên ku di hemî serdeman de hatine şerê kurdan bi tunekirina ziman û çanda wî. Wan hewl daye girêdayî mijarê, kurdan ji koka wan qut bikin, yanî ew dixwazin bingeha kurdan bi ziman re ji holê rakin.
Ya din, ji bilî ku li hewldanên xwe yê nêzî qarexên serketinê ne û yên di mijara şûştina mejî û hestên me yên ronakbîrî de, em temaşe dikin, em dibînin, ji bo em xwe biparêzin pêdivideke pir pêwîst bi xurtkirin û bihêzkirina ziman heye, ev jî dibe çeka me ya xwe parastinê. Ji bo pêwendiya ziman û çandê, em dikarin bibêjin, zimanê ku yekem wateya derbirînê ye, mirov pê tişta di hişê xwe de diyar dike û ji vir jî, heger em bala xwe bidin rewşa ziman, ew berdevkê fermî yê çandê bixwe ye. Ev di heman demê de di çandên din de jî li vê dinyayê peyda dibin, û heger em bixwazin li ser hebûn û wateya ziman bisekinin, ya girîng çand û ziman e. Li aliyekî din, çandên dema ku fêrî zimanên biyaniyan dibin, wekî me kurdan, çand û zimanê wan pir girîng e. Ji ber ku gelê kurd ji bilî ziman û çand xwe fêrî gelek ziman û çandên din dibe. Û ev ji me re dest nîşan dike ku di heman demê de asta hevahengiyê di navbera çand û ziman de heye. Ji ber ku çi dibe bila bibe, ew di nav mijarên peywendîdar de ne ku nikarin bêne veqetandin, ew bê hev qet nabin. Wekî din, çand di pêşveçûna zimanê miletekî de dibe alîkar û wê dewlemend dike, û ev yek bi gelek peyvên nû xwe dide der. Bera peyvên nû derbasî nav zimanê me bibin, lê em peyvên xwe yên resen ji bîr nekin.
25.02.2020, Yenî Ozgur Polîtîka