Keştiya geştiyariyê ew qederê pênc deqiqeyan bû ketibû rê. Em ê saetek û nîvê li ser deryayê bigeriyane û me yê hem qerax û hem jî cihên dîrokî yên Stenbolê ji nêz ve bidîta.
Piştî keştî bi rê ket, min li telefona xwe nêrî. Cemîl sê caran li ser hev telefon da bû min. Peyamek jî rêkiribû: “Zekî acîl e, telefonê bide min.”
Min telefon da Cemîl. Yekser rahiştiye û ji dengê wî diyar dibû ku tişteke nebaş qewimiye. Tirseke xerîb bi min re çêbû. Ji ber dengê keştî û rêwiyan dengê wî baş nedihate min. Ji bo bikaribim baştir dengê wî bibihîzim, min telefon bi guhê xwe ve zeliqand û jê xwast gotinên xwe dubare bike.
Mesele ji sêrî destpêkir û got: “Kirêdarê li qata bin me dibêje av ji lawaboya me diherike banê lawaboya wî. Vîdeoyek jî rêkiriye û jê diyar dibe ku av ji serşoya me diherike xwarê ya wî de.”
Mifteya xaniyê Cemîl bi min re bû û ew çend rojek bû ku ew ne li malê bû. Xaniyê xwe bi hêviya min ve hiştibû û ez bûbûm xwediyê malê. qisûrek bihata ser xênî, ez ê bihatame şermê.
Lewma kêlî bi kêlî fikirîm ka dema ez ji mal derketim, min mislix û yan jî mekîneya cilan vekirî hêliştiye yan na. Min baş dizanî ku ne min sibehê serê xwe şûştibû, ne mekîneya cilan vekiribû û ne jî hinga ez derketî min mislix hiştibûn vekirî. Lê însan e, bîra însên carnan însên dixapîne.
Di wê kêliyê de ji ser keştiyê tişteke were kirin nebû, diviyabû bi lezgînê xwe bigihînim mala Cemîl. Ji bilî vê yekê, şermî û fihêtiya ziyanên bibin jî ez bêhal dikirim; camêr mala xwe hiştiye bi hêviya min ve, li gor ku av diherike di xaniyê di bin de, dibe ku min av vekirî ji bîr jî kiribe...
Di ser halan de keştî nû ketibû rê û geştê wê saetek û nîvê bidoma. Ne mimkûn bû ku berê keştiyê bidim vegerandin jî.
Bi van mitalan geşta min a bi dilxweşî destpêkirî bûbû cihê mitalan tirsa xaniyê di bin xaniyê Cemîl de li ber avê here. Wext nediçû. Heke di destê min de bûya, min ê berê keştiyê bi rêwiyan re bida mala Cemîl. Lê ji bilî bendewariya geşt biqede, tiştek di destê min de nebû.
Piştî saetek û nîvê ew geşta li ber min bûbû gelek saet qediya. Keştî nêzîkî rawestgeha Emînonu bû. Ji bo dema keştî bisekine bikaribim yekser jê peya bibim, ez çûm pêş.
Keştî rawestiya, kendîla wê bi sing ve hate girêdan û derî vebû. Min hema xwe jê avêt û berê xwe da rêya navendî ya serê deqîqê gelek taksiyên ticarî tê re derbas dibin. Lê bêsiûdiyeke dî li benda min bû; Taksiyên ku min radiwestandin, digotin xebatên çêkirina pirekî bi rê de hene û ji wê yekê ew ji ber trafîkê min nabin taxa ku mala Cemîl lê ye.
Di wê navberê de dema ez bi şoforekê taksiyeke li min sekinî re diaxivîm, taksiyeke dî ya dû û dûman ji pêşiya wê diçû hinekî ji min derbas bû û li tenişta rê sekinî. Piştre min dît ku şofêr kaporteya erebeya xwe vekiribû. Min li ser hev taksî didan rawestandin lê tu kes li ber nedihat ku min siwar bike.
Piştî kêliyekî min dît ku şoforê taksiya ku dû bi ser ketibû, li tenişta rê avê bê rawestan li rû, dest û milê xwe dike.
Qederê çend deqîqeyekî piştre min dît ku ew şofêr bi ling ber bi min ve tê. Hat û yekser pirs kir ka ez dixwazim bi ku dêre ve herim, min navê taxa Cemîl lê dimîne got. Şôfêr beyî bifikire got “were”.
Ez li taksiya wî siwar bûm. Min nû ferq kir ku milê wî û aliyekî rûyê wî sor bûne. Dû re min jê pirs kir ka çi qewimiye, got ku ava motora erebeya wî keliya bû û dema wî devikê ava motorê vekir, ava kelandî pêkiye dest û rûyê wî. Ez behitî mabûm, ji ber ji sorbûnê diyar dibû ku mil û rûyê wî şewitîne.
Min spasiya wî kir û got, pêwîst nake min bibe, bila yekser here nexweşxanê. Wî bi israr got ku ew baş e û heke ez nexwazim ew min bibe, ew ê mişteriyekî dî peyda bike.
Hesta ku bi belaya di nava belayê re rû bi rû mame bi min re peyda bû. Lê ji bilî bibêjim “temam, naxwe min bibe”, tu çareya min a dî jî nebû, ji ber hiş û mitaleyên min li ser xênî bûn.
Şofêr mifteya erêbê lêda, çi bibînim! Sê işaretên takoyê yên sor vebûn. Min zanî yek jê îşareta ku dohnê erebeyê ber bi qedandinê ye. Min jê re got rewşa erebeyê ne ya ajotinê ye û bi ya min be bila xwe bi lez bigihîne tamîrxaneyekî. Şofêr gelekî rehet bû û wekî ku qet jê re ne xem be: “Na, ev îşaret hemû ev zêdeyî heftiyekî ne pê dikevin. Patron gotiye ew ê sibe û yan jî du sibe erebê bibe tamîrxaneyê...”
Sibhaneleh, ji aliyekî ve av ji banê xaniyê Cemîl diherike yê cîranê wî, ji aliyê dî ve ez li taksiyeke ku ne diyar e ka wê kengî motora wê bişewite siwar bûme û ji aliyê din ve li ber çavên min hingî diçe, laşê şofêr ê şewitî sortir dibe...
Werhasil, bi wê tirsa îşaretên li ser takoya taksiyê û ava ji malê diherikê ez giham mala Cemîl.
Ez yekser bi asansorê çûm banî. Min derî vekir, li salonê her tişt normal dixuya û min berê xwe da odeya serşoyê. Li wir jî tu şopên avê xuya nedikirin. Herder zip û zûwa bû. Dû re min xwe di derencê re berda xwarê û pê li zengilê cîranê Cemîl kir.
Ez li bendê bûm ku kesekî aciz û êrişker derî ji min re veke. Lê kesê derî vekirî, kesekî gelekî rehet bû. Bi hurmeteke mezin êvarbaşî li min da. Min jê re got Cemîl telefon daye min û hal û mesele ev e. Lê camêr li şûna bibêje we mala min di bin avê de hêlaye, got: “Bibore, bi rastî min bizaniya tu mêvanê Cemîl î û li nava bajêr î, min ê xeber nedaba Cemîl û min ê hûn nedabana westandin...”
Di wê kêliyê de serê min tevlîhev bû. Mala Cemîl zip û ziwa bû. Cîran lêborîn dixwast û ber xwe ketibû ku ez ji nava bajêr hatibûm binêrim ka av ji ku derê diherike. Ne tenê ew, ji şerma xwêdan ji eniya camêr hêdî hêdî derdiket. Ew pêxas bû û min xwest pêlava xwe deynim û derbasî xaniyê wî bibim, ji bo binêrim ka bi rastî ev ji bên tê odeya wî ya serşoyê. Got: “Na, ji kerema xwe, pêlava xwe daneyne, wê aciziyê nede xwe”.
Êdî gelek mitale di serê min re derbas dibûn lê min dixwast xwe bigihînim cihê ku hatibû gotin av jê tê xwarê. Pê re jî ji deriyê odeya rûniştinê re min dît ku jinek li ser qenape rûniştiye lê pişta wê li min bû. Wê ji xwe hay ji bayê felekê nebû û qet xwe ne zîvirand û ne jî meraq kir ka kî hatiye di mal de û ka ez kî me, digel ku dengê me diçûyê jî.
Min îlehî xwest camêr bide pêşiya min û em biçin odeya av ji banê wê tê. Camêr bi dengekî nizim û fediyok got: “Na rica dikim, qet ne hewce ye. Ev a te li banî nêriye û xaniyê we ziwa ye. Ne hewce ye tu wê zehmetiyê bidî xwe, gelekî spas dikim. Bila bi rastî Cemîl jî li min bibore ku min ew jî dilreht kir.”
Min hew xwe girt û got: “Kekê min, ev sê saet in ji bo bigihim vira gelek tişt bi serê min hatin, bihêle ez van pênc gavên dî jî derbasî hundir bibim û cihê av jê tê xwarê bibînim.”
Ber xwe ket, bi şermokî da pêşiya min û em çûn odeya serşoyê. Bi derîvekirinê re dengê dilopên avê yên ji bên dihatin xwarê û li erdê diketin hatin min. Min li banî nêrî, ji bên ji cihekî gelek dilop li tenişta hev li pey hev dihatin xwarê.
Ez careke dî şaş mam, odeya serşoya wî rasterast di bin a Cemîl de bû. Li banî tu îşaretên şilbûnê nebûn û li xwarê av dihate xwar.


