logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

BOYKOTA DIBISTANAN

  • Dîrok: 24/09/2015
Wekî ku tê zanîn û di destpêka her sala perwerdehiyê de,  di raya giştî de tê nîqaşkirin, li hember serdestiya zimanê tirkî û qedexeya li ser zimanê kurdî, hin çalakî têne kirin.
Azadiya zimanê kurdî, pirsgirêka sereke ya bingehîn e ji sedemên kêşeya kurd e. Helbet ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê û her wiha bidestxistina vî mafî her cure rêya têkoşînê rewa ye, hêja ye û xwediyê wateyeke xwe ye. Lê di pêvajoya têkoşînê de, hin tişt divê neyên dubarekirin. Ji dubarekirinê wêdetir, divê di her gavê de, nûjeniyek hebe û her nûjenî  asta têkoşîn û asta bidestxistinê berzetir bike. Na û na, dê rewş her sal wekî sala berîtir an jê xerabtir be.
Di vê kêliya ku dê dibistan dest bi karê perwerdehiyê ya salane bikin de, dîsa wekî ku ev çend sal in biryar tê dayin, dê di  hefteya yekem a perwedehiyê de, dibistan bêne boykotkirin. Helbet di cara yekem û belkî  salek du salên li dû wê jî, ev yek xwediyê wateyeke mezin û rêbazeke rast bû. Lê êdî ji bilî ku hefteya yekem ji hêla demê ve ne guncav e, ev rêbaz gaveke pir li paş e û tu bidestxistinê pêk nayîne. Di cara yekem de mebest  ew bû ku bala raya giştî bikêşe ser rewş û kirûya pişavtina zimanê kurdî. Û bawer dikim ku ev cure çalakî gihîşt armanca xwe. Êdî divê mebest hin xalên bidestxistinê  bin ku di vê rê de gav bi gav mirov nêzîkî merheleya dawî be.    
Wekî mînak jî çend caran, li dibistanên dewletê yên tirkî , masteraya dersdayîna kurdî bi awayekî kiryarî hat dayin, ev kirin li defterên dewletê yên fermî bi nivîs û zimanê kurdî hat nivîsandin. Ez bawer dikim ligel balkişandina raya giştî, ji hêla hişmendiya girseya kurd jî ev yek watedar bû. Bi hin rêbazên cur bi cur mirov dikare vê çalakiyê bi pêş de bibe. Mirov dikare hejmara çalakî û di her çalkiyê de jî hejmara  waneyên zimanê kurdî zêde bike. Wisa ku heta bi derfet û hêza têkoşînê ve girêdayî, bi awayekî  kiryarî, rewa û bihêz, perwerdehî xwerû bi kurdî pêk were. Helbet ev bi rewş û hêza têkoşîna gel û asta bidestxistinên ji desthilatdarên dagirker ve girêdayî ye. 
Li vê derê ji bilî neguncavbûna dema çalakiyê (mebest, hefteya yekem e) hin raçav û ezmûn jî dipeyitînin ku êdî dev ji vê cure çalakiyê bê berdan û li hin rêbazên dî bigerin.
Jixwe wekî ku berê jî gelek caran hatiye gotin û li vir dîsa em bibêjin, hefteya yekem li gorî derûniya xwendekaran ne guncav e. Xwendekar bi meraqdarî li hêviya vebûna dibistanê ne, bi lez û bez diçin dibistanê. Xwendekarên pola yekem bi çi awayî be, divê hefteya yekem li dibistanê bin.
Ji girseya welatparêz ên ku xwediyê hişmendiya girîngiya zimanê dê ne û di warê bişavtinê de zîz in, piranî hêlên xwende û halxweş in ku piraniya van kesan jî zarokên xwe dişînin dibistanên taybet ku ev çalakî jî di dibistanên taybet de qet pêk nayê. Hinek îstîsnayên mîna S.Demirtaş ne tê de, piraniya şaredar û wekîlên tevgera kurd zarokên xwe dişînin dibistanên taybet.
Ev cure çalakî li hin cihên lokal serketî ye; wekî Gever, Cizîra Botan, Culemerg û hwd. Li bajarên tirkan, li bajarên mîna Amed, Mêrdîn, Êlih, Riha û hwd. di hin taxên lokal de, bi hejmareke hindik pêk tê.
Ligel gelek rexne û pêşniyariyên xwe yên ku li gelek cihan me anî ziman, mixabin, îsal dîsa ev cure çalakî mixabin dê tu bandoreke watedar pêk neyîne. Jixwe ku ji ber rewşa şerê  ku li gelek deverên Kurdistanê bi hemû tîna xwe didome, vebûna dibistanan jî biguman e. 
Ji dêvla ku  em ê bibêjin hefteya yekem neçin dibistanê, me karîba bigota em ê hefteya yekem an du sê rojên destpêkê û her wiha hin rojên dî yên taybet jî,  em ê bi kurdî dersê bidin, gelo ne çêtir bû? Piştî îlankirina daxwaz û vîna rêvebiriya xweser, a ku divê bê kirin pêkanîna daxwaza perwerdehiya bi kurdî ye ku dê zû bi zû bi destê desthilatdaran neyê dayin lê tenê bi riya vîneke bihêz  û têkoşîneke birik û bênavber pêkan e.

Hin Nivîsen Nivîskar

Bîra Pênûse

  • 25 Rêbendan 2016

Mirovê xwedî çav, der û dora xwe dibîne.  Wisa dibêjim lê gelek caran hebûna çav têra dîtinê nake. Gelek caran zanîn û wêrekî...

Zengilên ligel naqosan

  • 16 Rezber 2010

Dîsa wekî her sal û her carê li seranserê welêt, zengil lêdikevin. Zengilên perwerdehî û fêrbûnê. Dê zarok, xort û xamayên her...

ÊŞA ZIKÊ WAN

  • 28 Kewçêr 2014

Rojeke payîzê ku roj mîna rojeke havînî dinyayê germ dike, ji xeta bakur li binya xetê, li bajaroka belengaz a li pişt têlê, li keleha ku îro bûye warê...

Hemû Nivîsen Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

'Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd' piştgirî dide Partiya Çep a Kesk

ad

Ev nexweş bû: Amed Sporê bi 10 kesî lîst, 1-0 têk çû

ad

'Li dijî civaka Êzidî planên xeter hene'

ad

HRRK Xelatê dide Mehmûd Berazî û Sefqan Orkêş

ad

Ji bo ziman kampanyaya îmzeyan dest pê kir

ad

Ev biryar bi kêrî hin tîman hat

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname