Diyarname
TFF'ê biryar da ku Lîgên 2'yemîn ûi 3'yemîn neyên lîstin. Amed Spor jî di nav de vê biryarê bandor li hin tîman kir.
Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê biryar da ku Lîgên 2'yemîn û 3'yemîn ku ji ber vîrusa koronayê hatibûn rawestandin wisa bi dawî bibin û berdewama wan neyê lîstin. Ev daxwaza van klûban bû jî.
TFF'ê hin tîm derxistin lîgek jortir, hin dê play-offê bilîzin û hin jî ketin lîgên jêrin.
Encam ji bo Lîgen 2'yemîn
Li gor vê di Lîga 2'yemîn de Koma Spî de lîder Samsun û di Koma Sor de lîder Bandirma dê derbasî Lîga 1'emîn a TFF'ê bibin.
Di Koma Spî de Şanliurfa ji lîgê hat xistin ku sala bê dê Lîga 3'yemîn de bilîze. Di Koma Sor de jî Kardemir Karabuk bi heman awayî ji lîgê xist.
Amed Spor ku di Koma Spî de ji jêr de di rêza sêyemîn de bû di komê de ma, sala bê dîsa dê Lîga 2'yemîn de bilîze. Amed Spor ku bi taybetî îsal gelek neheqî lê hat kirin ev biryar ji bo wê baş bû.
Di di Koma Spî û Sor de tîmên ku di rêza duyemîn û heta pêncemîn de ne dê bi hev re play offê bilîzin û ji wan herî dawî kîjan bi ser bikeve dê derkeve Lîga 1'emîn.
Encam ji bo Lîgen 3'yemîn
Di Lîga 3'yemîn Koma 1'em de Serîk Belediye, Koma 2'yemîn de Koceli, Koma 3'yemîn de Karacabey Belediye ku ev tîm lîderên koman bûn terfî girtin û sala bê dê di Lîga 2'yem^ni de bilîzin.
Ji Lîga 3'yemîn Tokatspor A.Ş. û Manisaspor ji bi awayekî matematîkî ji lîgê ketin amatorê.
Di Lîga 3'yemîn de tîmên ku di rêza duyemîn û heta pêncemîn de ne dê bi hev re play offê bilîzin û ji wan yek dê derkeve Lîga 2'yemîn.
Lîgên Amator
TFF'ê ji bo Liga Amator a Herêmkî jî biryar da û got ku ku dê lîderê Koma 11'emîn derkeve Lîga 3'yemîn.
Tîmên bajarên kurdan
Ji tîmên bajarên kurdan di Lîga 2'yemîn de Amed Spor û Wan BB, di Lîga 3'yemîn de Cîzre Spor, Agri 1970 Spor, Elezîz Belediye, Diyarbekir, Batman Petrol Spor tu tiştek ji bo wan neguherî, sala bê dîsa dê li heman lîgê bilîzin.