Ji bo guhdarîkirinê:
Yekşem- Peyayekî qirrqilî me di navbeyna havîna şaneşînê û bihara serşokê de. Lingekî min li havîna xwendinê, lingekî min li bihara şilahî û hênikahiyê. Şilahî min hênik dike, xwendin di laşê min de germahiyê şiyar dike – ez Etna me vêga. Neteqim, nivîs ê bimire. Biteqim, neteweya min ê bimire.
Nateqim, nivîs dibe welatê kesên xêndî min û ez di havîna westiyayî de dibim şaneşîn.
Na, hûn û havîna çûyî şahid in ev nivîs tenê zane derewan bike. Lewra şaneyên şîn di zeraqa tavê de gazî ewran dike, ewr baranê dirijîne, şîn û zeraqiya tavê li lehiyan siwar dibin û diçin.
Çûyîn çi li pey xwe dihêle, Chrîsta Wolf?
“Çûyîn NE LI TU DERÊ ye û her şopa bê mekan gazî hatinekê dike.”
Gotinên Chrîsta koçê tînê bîra min. Lingên xwe yê qerrimî diavêjim ser kirikê pêjgehê, mele mîqrofona mizgeftê digire û tevî xeyalên di serê xwe de bi lez berî dide malê, ez derê kitêbê digirim Chrîsta dibile, devê xwe vedikim sorbûna şil dirije devê min û radibim dîsa berî didim serşokê.
Îşev sê car in ez radibim ji şaneşînê û diçim xwe didim bin hênkahiya avê. Lê ne canê min hênik dibe bi germahiya avê, ne agirê di nava min de vedimire bi hênkahiya gotinê.
Ji berî jin bibin dayikên pêxemberan ve agirperest im ez.
Her sibeh zimanê tavê ji serê min ê Zerdeştî hiltê, canê min dike rêka fezayê, di pişt tillîkên lingên min de diçe ava û şewateke kurdistanî dihêle li dewsa xwe. Pê li kîjan betonî dikim ew beton dihele, dikevim kîjan deryayê ew derya dikele.
Deryaperest im, seriyekî min li êgir e, seriyekî min digihîne qeşayê. Nefesa xwe li êgir dinivîsînim û şopên xwe li qeşayê diçînim – agir dibe roman, qeşa dibe Kurdistan.
Ji ber tirsnakiya vê serhildêriya min a pasîf xwedêperestan cezayê naletî dan min; bona nikaribim ceza û naleta xwe veşêrim, mohra nivîskariyê li kêla eniya min xistin.
Tu dikarî edebiyatê pênase bikî gelo A. M. Homes, di qeşa û şewatê de çend rûyên edebiyatê û însên hene?
Rûyekî edebiyatê AGIR e, rûyê din QEŞA. Lê însan bê rû ne, Kovan. Tu eynikê heta niha ne rûyê min rê min dane, ne rûyê însanên dî.
Gava metin li rûyê qeşayê yan êgir tê nivîsîn, metin dimire yan mirin dibe metin?
Gava metin li rûyê êgir tê nivîsîn, nivîskar dimire û gava li rûyê qeşayê tê nivîsîn, metin dimire.
Barthes û Foucault têra xwe serê me meşxûl kirine bi çîroka “destpêkirina metnê û mirina nivîskêr.” Lê hê jî haya wan jê çênebûye, go li Kurdistanê nivîskar qet namirin û metin najîn.
Goya di tabloya pişt serê min de diqîre: “Wênesazên kurd hingî li dij dinyaya derve serhildêr in, serhildêrîya wan veguhêziye kevneşopeke qebûlkirî – wekî komunîzmê, wekî olê, wekî seksê… Loma wênesaz li hember xwe nabin serhildêr û şikestina nîhaî pêknayê.”
Qêrîna te rast dibêje, Goya. Lew em kurd bi erafê hatine cezakirin. Aliyekî erafê Rexnekirina bi xwe ne ewle, aliyê din Nefretkirina tirsonek.