logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Zekî OZMEN

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Zekî OZMEN

Zekî OZMEN

Bi ya Erdogan nekin û neyin Almanyayê!

  • Dîrok: 25/11/2008


Serokwezîrê tirk Erdogan bang li kurdan kir ku welatên xwe biterikînin.
Lê wî navnîşîna çûyînê nedaye…

Lê belê hezkirina hatina kurdan a Almanyayê her kes dizane…

Û belkî hinek kesan jî ji ber gotinên Erdogan niyeta xwe bi hatina Almanyayê xera kiribe.

Ez jî wekî kesekê li Almanyayê mezin bûyî dibêjim neyên vê derê!

Ji xwe riyên hatinê hesan bin jî, mayîna li vir êdî ne hesan e.
Êdî serîlêdanên penaberiyê zû bi zû nayên qebûlkirin.

Di destê we de tenê ma hatina bi riya zewacê…
Ji bo zewacê jî divê hûn herin kursên almanî.
Ger hûn hatin jî serê we û ya/yê hûn pê re bizewicin wê ji hev du negire.
Sedema bingehîn yê vê yekê ew e ku zimanê we yek be jî, hûn xizim û mirovên hev jî bin, hûn bi du çandên cuda mezin bûne…

Vêca bifikire ka kesa/ê tu li Almanyayê pê re zewicî di dimeke pevçûnê de bibêje te: “Tu bi xêra min bûyî însan, te bi xêra min pasaport stand… »
Wî wextî êdî ne poşmaniya hatinê fêde dike û ne jî veger ; ji xwe ji bo vegerê jî êdî dereng e. Ez dibêjim ji vegerê re dereng e, ji ber kesê fêrî jiyana Almanyayê bû, ew êdî xwe wekî miqnetîzê bi vî welatî ve girê dide.

Ne tenê ev, hê bi dehan sedemên ku hûn neyên vî welatî hene…
Demsalên vî welatî nîn in. Tu dikarî di rojekî de sê-çar demsalan bijî.
Mirov sar in…Kurdên vê derê jî di nava demê de “bi vê sermayê ketine”…
Têkiliyên bi almanan re? Tu bi salan di xaniyekî de dijî lê tu navê cîranê xwe nizanî…

Belkî hûn bibêjin: “Ma min çi ji almanan e, ew qas mirovên min li wê derê dijîn…”
Ji xwe bi awayekî sergirtî jî be, ji ber vê yekê ez dibêjim neyin!

Madem hûn dixwazin wekî mirovên xwe yên li vir werin vî welatî lê xwe fêrî ziman, çand û jiyana Almanyayê nekin, neyin…
Ji ber welat wê ji we re bi vî awayî ji Almanyayê xweştir be…Kurd û xizmên we ji xwe li welêt bêhtir in. Û bila di navbera me de be, kurdên Almanyayê jî di nava demê de “bi vê sermaya almanan ketine”…

Li vir ma meseleya pereyan û mîsogeriya ewlekariya jiyanê ya li Almanyayê…

Rast e jiyan li vir di bin ewlekariyê de ye lê belê zemanê peredanhevê derbas bû. Di wextên ‘Mark’an de pere pir bûn. Lê Euroyan her kes feqîr kir…

Ji xwe êdî sosyal hewante pereyan nade tu kesî. Heta ji wan were xelkê ber şixul re dikin û nahêlin pereyên sosyalê bi rehetî di qirika kesî re derbas bibin…

Bila şaş neyê fêmkirin…Ez ne li dijî hatina tu kesî ya Almanyayê me û ji xwe ev der ne li ser navê min firaxet kiriye…

Lê madem di dil de derbaskirina jiyaneke wekî jiyana li welêt ji bo Almanyayê tê fikirandin, bila mayîna li welêt be û ne hatina Almanyayê be…

Na, hûn bibêjin “ezê her dem zanibim ji ku derê hatime û li ku derê dijîm”, êdî hûn dizanin û êdî meseleya we û ya Erdogan e.
  
 

*Hakan Aksay di nivîsa xwe ya 13.11.2008´an ya di Tarafê de bi awayekî mecazî bang li kesên ku dixwazin ji ber daxwaza Erdogan welêt biterikînin, wekî wî herin Moskowayê. Ev nivîsa wî bû sedem ku ez sewqî vê nivîsê bibim.

zekiozmen@hotmail.com

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Ji gereke li Îzmîrê çend portreyên kurd

  • 04 Tîrmeh 2011

Ji Basmaneya Îzmîrê em bi texsiyê diçin Alsancakê û em dixwazin li ser kuçeya Kibris Şehitligi ber bi Kordonê re li ber behrê re herin Saat Kulesiyê. Em ji wir...

Boykota aborî

  • 07 Kewçêr 2010

Boykota dibistanan û ya zanîngehan ku hefteyên borî bi banga TZPKurdî li Bakur û li Tirkiyeyê pêk hatin, ji ber rewşa siyasî û rojeva li ser...

“Festîvalên li welêt ji ya li Almanyayê pir cuda ne”

  • 11 Rezber 2008

Festîvala Çanda Kurd ya Navneteweyî ya îsal di 6’ê rezberê de dîsa li bajarê Gelsenkirchenê li dar ket. Min hem par û hem jî pêrar piştî heman...

Hemû Nivîsen Zekî OZMEN

Zekî OZMEN kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Diljen Ronî: Kî di dilê xwe de evînê bihewîne, ev album ji bo wan e

ad

162 hezar kes bûn mêvanên festîvalê

ad

Li Meclisa Tirkiyeyê 'red'a li ser Narînê

ad

Serdemeke nû: HDP û AKP'ê bi hev re daxuyanî dan

ad

Termên muzîkê li benda nirxandina we ne

ad

Semînerek li ser ziman û perwerdehiya kurdî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname