Diyarname
Hunermend Bob Dylan ku berê Xelata Nobelê jî girtibû bi albuma xwe ya nû rekorek din şikand.
Bob Dylan roja 19'ê pûşperê albuma xwe ya nû bi navê "Rough and Rowdy Ways" derxist. Bi vê albumê di nav lîsteyên muzîka Îngilistanê de bû yekemîn ku bi vê yekê bû hunermendê herî extiyar ku di rêza yekemîn de cih digire.
Berî wî di sala 2016'an de Paul Simon ku wê çaxê 74 salî bû bi albuma xwe "Stanger Tu Stranger" ev pênase bi dest xistibû. Dylan niha 79 salî ye û ew pênase ji wî girt.
Bob Dylan îsal di meha avrêlê de straneke bi navê "Murder Most Foul" ku 17 deqîqeyî ye amade kiribû û di warê firotina albumê di qada dîjîtal de ketibû lîsteya muzîkê ya Billboard û bûbû yekemîn.
Di salên 1965 û 66'an de bi firotina albumên xwe di lîsteya Bilboart de bûbû duyemîn


