Diyarname
Di maçên Koma A de Portekîz bi ser ket û tûr avêt. Ji bo tîma duyem jî hefteya pêşiya me Çek û Tirkiye dê bilîzin.
Di EURO 2008 de îro Portekîz û Komara Çek hatin pêşberî hev. Portekîzê maça yekem de Tirkiye bi 2-0 têk biribû, vê carê Komara Çek têk bir. Portekîzê bi skora 3-1 bi ser ket û mafê derbasbûna komeke jorîn bi dest xist.
Portekîz bi lîstikvan û teknîk dîrektorê xwe wekî favoriyê EURO 2008 tê nîşandayîn. Golên Portekîzê Deco, Ronaldo û Quaresma avêt, tekane gola Komara Çek jî Sionko avêt.
Kunyeya maçê:
Stad: Stade de Geneve
Hakêm: Kyros Vassaras, Dimitric Bozatzidis, Dimitrios Saraidaris (Yewnanistan)
Komara Çek: Cech - Jankulovski, Ujfalusi, Rozenhal, Grygera - Matejovski (dq. 67 Fenin), Galasek (dq. 74 Koller), Polak, Sionko - Baro, Plasil (dq. 86 Jarolim)
Partekîz: Ricardo - Ferreira, Carvalho, Petit, Pepe, Bosingwa - Moitinho (dq. 75 Meira), Deco - Ronaldo, Nuno Gomes (dq. 80 Hugo Almeida), Simao (dq. 80 Quaresma)
Gol: Deqîqe 17 Sionko (Komara Çek), deqîqe 8 Deco, deqîqe 63 Ronaldo, deqîqe 90+1 Quaresma (Portekîz)
Di maça di navbera Swîsre û Tirkiyeyê de jî Tirkiye bi ser ket. Ji her du tîman yek dê rêya xwe bidomanda, hêviyên xwe bihiştana maça pêş û tîmeke dê têk biçûya û xatir ji tûrnûvaya EURO 2008 bixwesta.
Maç bi vî awayî dest pê kir. Berî maç dest pê bike baraneke gur barî, maç li ser vê erdê giran hate lîstin.
Pêşî Swîsreyê gol avêt: 1-0. Para yekem a maçê bi vî awayî bi dawî bû. Di beşa duyem a maçê de ji lîstikvanên Tirkiyeyê pêşî Semih, dûre jî di deqîqeya dawî de Arda gol avêt û Tirkiyeyê maç bi 2-1 bi dest xist. Û bi vê encamê Swîsre ji tûrnûvayê xatir xwest û çû mala xwe. Tirkiye jî hêviya xwe bar kir ji bo maça pêş.
Di 15'ê mehê de Komara Çek û Tirkiye dê bêne cem hev û ji bo tûravêtinê bi hev re bilîzin.
Kunyeya maçê:
Stad: St. Jakob-Park
Hakêm: Lubos Michel, Roman Slysko, Martin Balko (Slovakya)
Tirkiye: Volkan - Hakan Balta, Emre, Servet, Hamit- Arda, Tumer (dq. 46 Mehmet Topal), Aurelio, Gokdeniz (dq. 46 Semih) - Nihat, Tuncay
Swîsre: Benaglio - Magnin, Muller, Senderos, Lichtsteiner - Barnetta, Gokhan İnler, Fernades, Behrami - Hakan Yakin, Eren Derdiyok
Gol: Deqîqe 32 Hakan Yakin (Swîsre), deqîqe 57 Semih / deqîqe 90 Arda