Vue der barê sînemaya Siûdî de biryarek nû girt
Diyarname
Zincîreya mezin a sînemaya îngilistanê "Vue" biryar dabû ku li Erebistana Siûdî 30 salonên sînemayê veke lê niha biryarek nû girt û ev projeya xwe da rawestandin.
Rojnameya îngilîz The Guardin li ser vê yekê nûçeyek weþand û cih da gotinên rêveker û avakarê Tim Richards: "Em wekî kompaniyên din ên li dinyayê ne. Em jî bala xwe didin metirsiyên kampaniyên din û em jî di nav metirsiyeke wisa de ne. Ev hemû bi lez çêbûn. Di çend hefteyên pêþiya me de dê çi biqewime emê bibînin."
Richards di heman demê de got ku ewê beþdarî konferansa ku li Riyadê dê li dar bikeve jî nebe ku ev konferans di bin parastina Mihemed bin Selman de bû.
Par di meha berfanbarê de rêveberiya Siûdî gotibû ku heta sala 2030 li welat dê 300 salonên sînemayê bêne vekirin. Piþtî ku rêveberiya Erebistana Siûdî qedexeya li ser sînemayê rakiribû hin kompaniyan berê xwe dabû Siûdî. Di meha reþemiya îsal de Vue û koma Siûdî li hev kiribûn ku projeya sînemayê pêþ bixin. Niha jî Vue biryar da ku vê projeyê bide rawestandin.