Diyarname
Festîvala Fîlman a Stenbolê her sal fîlmekî kevn ê tirkî restore dike û di festîvalê de nîşan dide. Festîvalê îsal jî fîlmê restore bike diyar kir. Festîval dê îsal fîlmê derhêner Cahida Sonku, Sami Ayanoglu, Orhon M. Ariburnu “Beklenen Şarkı” restore bike û di festîvalê de nîşan bide.
Cahida Sonku derhênera jin a yekemîn e li Tirkiyeyê ye. Wê ligel Sami Ayanoglu û Orhon M. Ariburnu di sala 1953’yan de ev fîlm kişardibû. Serlîstikvaniya fîlm jî Sonku û Zekî Muren kiribûn.
Festîval niha bi piştgiriya Zurich Sigortayê fîlmî restore bike û di festîvala îsal, di beşa “Ji duh heta îro klasîkên tirk” de nîşan bide.
Derhêner Cahide Sonku di sala 1949’an de yekem car dest bi karê derhênerî kir, 1950’î de Sonku Fîlm vekir. 1951’ê de wekî yekemîn derhênera jin a tirk ligel Sami Ayanoglu û Orhon M. Ariburnu fîlmê “Vatan ve Nakim Kemal” kişand, dûre 1953’yan de “Beklenen Şarki”kişand ku di vê de hem derhêner, hem serlîstikvan bû.
Festîvala Fîlman a Stenbolê ku ji aliyê ÎKSV’ê ve tê organîzekirin îsal 41’emîn car dê di navbera rojên 8-19’ê avrêlê de li dar bikeve.
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Endamên Juriyê yên Festîvalê diyar bûn
- Xelatê Rûmete ê Sînema hamey eşkerakerdin
- Serokê Juriyê Festîvaley Stenbolê eşkera bî
- Festîvala Stenbolê li benda fîlman e
***
MAIL: diyarname@diyarname.com YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname


