logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin
  2. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
  3. Harry Kane û Alexia Putellas xelata Ballon d'Orê girtin
  4. Bingol, Mazidagi, Van, Agri spor têk çûn; Mûş, Entab bi ser ketin
  5. Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

Arjen Arî / Agirdank

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Arjen Arî / Agirdank

Arjen Arî / Agirdank

Beşek ji nivîsên A. Arî yên di 2007'an de hatine weşandin-1

  • Dîrok: 23/02/2008

 Têbiniya Diyarnameyê:
Bi nûkirina rûyê nû ya malperê re me nikarî xwe bigihînin hin nivîsan û yên ku me karî xwe bigihînin me kişandin ser vê rûyê nû.
Li gor vê nivîsên nivîskarê me Arjen Arî me dan ser hev û hemû di vê rûpelê de di bin hev de em pêşkêşî we  dikin... 

***

"SEFARTÎ"     
15. 08. 2007 
Arjen Arî

Ez jî di nav de, hindek kesan dizanî ku Melayê Cizîrî "Dîwana" xwe diyarî Şah Îsmaîlê Sefewî kiriye. Heta ku bi ser vê agahiyê vebûm, min xwelîserî ev malika;

Ger luluyê mensûrî ji nezmê tu dixwazî
Wer şiîrê Mela bîn, te bi Şîrazî çi hacet?(1)
Weke navtêndaneke Melayî, bangeke li kurdan kirî dinirxand! Lê dema ku min nivîsa Seyda Abdullah Varli (2) xwend, ez ji xewa xwe xapandinê hilçeniyam û min ev pirs ji xwe kir:
Baş e; di Dîwana Mela ya ku diyarî Şahê Sefewî dike de, li tevî xezel, qesîde, çarîn û pesinameya ku "Tebrîz û Kurdistan" wekî xalîçeyekê li ber pêyên Şah radixe û sed şahê  wek "Şahê Xoresanê" dike "xulam" û "ferwarê" wî, malika li jor jî hebû?

Vekolînerên giranbuha yên mîna Ebdullah Varli, Osman Resûlan, M.Xalid Sadinî, Celaleddîn Yoyler, Zeynelabidîn Zinar..û hêjayên din ên ku  wekî mijar  şiîra kilasîk hilbijartine, vê bûyerê ku zelal bikin; asta hunerî, ciwankariya şiîrê, hunerbaziya helbestî ya Mela ?dê misqalekê kêm nebe; lê bi yê min re dê dilê gelek kesan tekeve cih: aya ji çi sedemê, Mela radibe ji Cizîra Botan Dîwana xwe "datîne" ber destê text û taca  Şahê Eyran?

Baş dizanim; ku şaîrên kilasîk  di serdema xwe de zana ne, alim im; bi pirayî nêzî pergalê, şêwirmend û şareza ne, di nava refê gizir û wezîr û maqûlan de xwedî xwe û ciheke taybet in. Ev taybetmendî ji bo dengbêjan jî wisa bûye.
Mînaka Evdalê Zeynikê wekî neynikê li "ortê" dibiriqe!
Dengbêjên ku îro gelek kes wan bi "dîrok-nivîsînê, bi "bîra civakî", bi dû dayikan de "bavikên ziman", "xwediyê kelepora berdest"? bi nav dikin, gelo zanin ku mîna "Dengbêjê Odeya Mehmet Paşayê Surmelî, Evdêl"yên mayî jî dengbêjê mîrekî yan yê axayekî bûn?
Wekî pirs: Ev rastiya civakî bi demê re xwe çilo/ çawa/çima/li ku/kengî/bi çi awayî"spart rastiya îroyîn" li hêviya bersivê ye. Bersiva vê pirsê ku ji layî  pisporên Dîroka Wêjeyê ve bê dayîn, bi baweriya min rewşa îroyîn ya helbest û helbestkariyê, ya huner û hunermendiyê, ya nivîs û nivîskariyê dê di nava kevalekê de bê çarçovekirin!

Ne min; pêşiyan gotine "hinek dikin hinek dixwin!"
Kîjan hinek?
Wekî Osman Sebrî, wekî Qedrî Can wekî Koyî, Mayî, Nalbend? wekî Cegerxwîn, wekî Binemala  Bedirxaniyan?
Kîjan hinek?
Hinekên wekî Xanî:
???????????..
???????????.
Qelbê me nekir qebûlê hîle
Qet bo xerezê nebû wesîle
      Dîn çû, û ne ket bi dest me dînar
      Paşê ji neçarî bûyne seffar
 Sifrê xwe yê xef me eşkere kir
 Qirtasiyebû me li lê dua kir
        ???????????
       ???????????.(3)
Li gorî agahî û dazanîna li ber dest, Xanî di seraya ku îro navê wê Seraya Îsheq Paşaye de, dest bi "sefariya" vî zimanî dike. Dike? û ne li bendî tiştekî ye! Dike û dibêje "ez û Xweda, hûn û Xweda!" Dike; ku  xwediyê "sifr"  jêre bibêje "saet xweş, te xweş spî kiriye" dê dê vê peyvê, nede bi terş û ferş, bi mal û mewdanê diyariya bi destê şah û siltanan!...

Ez "feqîrhal" digel azarkêşiya ku kêşane, sê mirovên ku di jiyana xwe de têr xwarine, têr geriyane, têr wexwarine; xwedî qesr û qonaxên havînî û zivistanî, di qesrên xwe de xwedî dergevan û qerwaş bûne, dinasim:
Yek Pablo Nerûdayê Şîlîyî ye, yê din Nazim Hîkmetê Komunîst e.
Lê yê sêyemîn? Zanim; hûn li bendî ne ku navê  sêyemîn ji devê min bipeke: Ew jî kurdek e.
Û ez soz didim ku rojekê-ne dûr; di demek nêz de- wekî mijareke cuda, vê babetê jî di bin sernavê ?Hinek Dikin, Hinek Dixwin? de pêşkêşî we bikim?
 
Dîsa jî hey ku pey hatiye ser peyvê, ka ji we bipirsim:
Hûn dizanin ku Mîr Celadet di bîra ku dikola de, werbû û navê vê bîrê bû ?Bîra Qederê??
Qedera Mîr di bîrê de mirin be, ya Hejar derî û dertûl in. Ku hûn bi ?hejartiya? Hejar nizanibin û bixwazin hînî ?hejartiya? Hejar bibin, berhema wî ya bi navê ?Çeşnî Micewer?
bixwînin?

A ku niha li vir ez ê venivîsim, "kurtepistiyeke" bi rastî ye.
Li gorî vê kurtepistiyê; Şêx Riza Telebanî ji Arthur Rimbaud bêhtir (Rimbaud li Marsilyayê lingekî xwe winda dike û di nexweşxaneyê de dimre) (3) dide dû bidestxistina malê dinyayê, ew tiştê ku li ber dilê her sereşî, xwezî û şîrîn!
Şêxê di hozanê de hoste û hicîwkar ne xeşîm e; zane ku şa?irekî feqîr û haltenik di nava xelkê de ne bi buhayê du "qiruşan" e!
Û wî jî mîna "kula bi ser kulê" de, ev gotina pêşiyan bihîstiye:
"Malê dinyayê qiloça mêra ye"!
Baş e; ku "qiloçê mêran" be ha ji we re çar rist "poşş":

Çi ye; qiloçê mêra ye!
Kî ji dê bi qiloç zaye?
Hestîkojî pahra sa ye,
Solalêsî bi kê dikevê?*

Bi "hestîkojiya" seyî her kes dizane, lê; "solalêsiyê" kesek naîne ser xwe.
Jixwe ne min; yên berî min hunermend û roşenbîr ji hev ?tîş?kirine:
Hunermend û roşenbîrê "şûrkêş û pastarên pergalê", "hunermend û roşenbîrê dij û dijberên pergalê"!
Pergal jî her kesî welê zû zû "nahewîne" nava xwe, ku wî "nehebîne"!
Hele hele ev pergal  ku pergala kurdan be, wey li halê "Rimbaud"ên kurd!

Rimbaudê ku Rimbaud e di hivdeh saliya xwe de zend û bendên ba dide bo "sefartiya" helbesta Firensawî û hê bîst û sê salî ji ber ku "dîn çû û bi dest me neket filorîn" dev ji "sefartiyê" ber dide û berê xwe dide taciriyê!
Ji derûdora xwe re jî vê dibêje:
Ez ê hemû weslên xwe bi hesin kim? û ez ê vegerim!

Vegeryan??
Rimbaudên me jî vegeriyan!
Hem jî piştî pir salan!
Hem jî bi qesr û qonax, û? bi xişrên giran!


01/08/2007/Amed


1.Dîwana Mela
2.Kovara Nûbihar,Jm.62
3.Mem û Zîn,E.Xanî,,Wş.Hasat,Rp.64
4.Arthur Rimbaud
*A.Arî

*****

Mal û Soz û Jin; Ango ji şaş û kaş?     
05. 08. 2007 
Arjen Arî

Cihû ji bav û kalên xwe de dewlemend in.
Çima dê ne dewlemend bin?
Mîna kurdan pêşiyên wan ne gotine, "Malê dinyayê qirêja desta ye!"
Negotine, "mal ne ji kurê pîs re bihêl, ne ji yê qenc re!"
Negotine, Ha di ûr de, ha di tûr de!??

Ya rast; wisa dixuye ku pêşî û pêşawên me, piştî xal bi xal, "zagonkirina" van pêşbînên xwe, piştî wext û werara dem û zemanan, ketin û rabûn, dîtin û serpêhatiyan? çav li car û cîranên xwe ketine, û wekî ku jovan bûbin ev gotin ajotine şûna "berikên xwe yî qelpbûyî":
Heyî be kurê seyî be!
Malê dinê qiloçê mêra ye!
Zêr zane, zor zane, tivinga dev bi mohr zane?

Pêşîno, ka, we zanî bû?
Ka hûn rihspî bûn, we rêça rast danî bû?
Heyrana we, ma ne we ev qewitî li me kiribû:
Gotin ji devê mêran derdikeve!
Madem ku ji devê mêran derdiket, mêrxasiya we li ku ma pêşengno?!

Baş e, baş e.. baş e ku pêşî jî dişehitin!
Yan na, rûreşiya "şehitînê" bi me ve dê bibûya qajikê benka.
Ne hûn zanin, heta demekê qazikcûtin şermiyek bû.
Bi taybet ku jinê qajik bicûta ?
Tê bîra min, dema ku em li ser sifrê diciviyan, diya me pariyê xwe bi nazenînî dicût, bi hemînî dadiqurtand?

Bi demê re her tişt, her çand, her bawerî, her nerîn?xilmet dibe ku bi qajikê "bon-bon" re qajikcûtin jî bû karekî ji rêzê!
Êdî kes qajikcûtinê naşibîne "kayîna" sewalan an a devehê!
Niha loqek qajikê daran hebûya, min ê cûtina bi qirçîn şanî we bida.
Willeh, dê dilê we jî bibijiyayê?
Lê qajikê daran jî êdî zor peyda dibe.
Ma hew qajik?
Na bavo! Mêr jî?
Bi demê re mîna ku "mêr" biqedin, me li ser navê ?mêrê berê? soz da.
Ji we ve "mêrê berê" "soza berê" maye?

Ji min virr, ji we ve rast; min jî ji devê ciwanmêrinan bihîstiye. Dibêjin demekê di nava kurdan de nîşana sozê tayek simbêlan bû. Yê ku soz dida yekî, bi soza xwe re tayek ji simbêlên xwe jî didayê. Ev tayê simbêlan li cem merivê sozwerger dima, heta ku xwediyê sozê soza xwe bianiya cih? Ev yek wekî parastina "emanetekî" baş e. Lê ne, di destpêkê de min got ji min virr. Dibêjin di rewşeke wanî de jina yê soz dayî, ku mêrê wê soza xwe neanibûya cih, mêr nedihewand livîna xwe...

Baş e? "mêrên berê" nemabin, "jinên berê" mane?
Ellaûa?lem ew jî nemane!

 *****

Saliho, Siyabendo, Sebastiyano     
02. 08. 2007 
Arjen Arî

Hin kes hene tenê bo nivîsên nivîskarekî aboneyên rojnameyekê ne.
Hin kes bi taybetî nivîskarên wan hene; kengî, li ku berhemekî wî/wê çap bibe xwe digihînin, dikirin û dixwînin.

Ku hûn li van ewropiyên "zerik ê peritî" binêrin; li metroyê di trênê de, li rêwîtiyekê di balafirê de; li keviya behrekê  di bin roja sotîner de?pirtûkek di destê wan de ye, "ne bi minê ne bi te yê" ha ha dixwînin..

Xwendin?
Dibêjin xwendin "kurmek" e.
Her kurm bi zirar û xisar be jî ?wekî yê darê, yê sêvê- kurmê xwendinê bê xisar e.
Ji lew re, Xweda li Resûlê Ekrem ferman kiriye, gotiye, "Bixwîne!"
Resûl?ê a?mî, Xweda bersivandiye, "Ne xwenda me, nikarim!"
Xweda Te'ala dîsa e'mr daye:
Bi navê min dest pê bike!

Me kurdên "guhdar" demekê-ne dûdirêj; berî bi sih çil salekî- bi guhdariya li kal û pîran, ji devên wan bi çîrok û çîvanokan, bi tişt û tiştanokan dest bi "xwendinê" dikir. Tê bîra min, li gund û bi dû ?koçkirinê? de li navçeyan, zarok diketin "danberheva" sixêfan.
Wekî:
Ez li nav reza tu li nav reza
Hatim q?ê diya te bi geza
Wey li yê din, ku zora wî bibe:
Ez li vî alî û tu wî alî
Bikim diya te dibim walî

Ew "danberhev" heta ku yekî yek biwestanda-bi zimanê wê gavê yek çîzz bibûya-didomiya.
Wê gavê ew zarokên "dijûnker" ne pirên wan, hemû mîna Resûl ?a?mî? bûn.
Siharê hema roj şîrîn dibû nedibû, elîfbêtkên di qewlikên bi nexşîn di stûyê wan de, bi lez berê xwe didan mala mela.

Bo çi?
Bo xwendinê?
Dema ku min nivîsa xoşewîst Salih, "S.S.Dilpola Tu Li Ku Ye? xwend, û min dît ku Cîhan (Roj) can jî wekî têbiyekê nivîsa Kevirbirî di binê nivîsa xwe de bi cih kiriye, min jî xwest çend tiştan xêz bikim.

Banga xoşewîst Salih bangeke bi serê xwe ye.
Bi baweriya min yek ji wan kesên ji nifşê nû yê herî ?qelem-baz? e Salihê Kevirbirî
Ciwanmêr çi binivîse "ekl" û "çêja" xwe dixe ser.
Ne ku "avê li destê" Salih dikim; xweş divîse, ji dil dinivîse.
Merivek ku dilê xwe têxe ser nivîsê, ew nivîs dê ne kelê be, dê ne rijî be. Wekî yekî rihspî ez di nivîsên Kevirbirî de li "dilovaniya"nivîskar ya bi xwînerên xwe re rast têm. Ev yek nîşaneya "hosteyiyê" ye.
Jixwe nivîskar bi sê tiştan heye: xwendin, jiyîn, serborî?

Lê wekî nivîskar, rojnameger, nûçegîhan û vekolînerekî kek Salih tiştekî ji bîr dike:
Hewldan û helwesta kes û saziyan nêzîktêdayîna wan a bêxem û sersar?
Bi min; banga ku Salih dike, diviyabû banga rojnameyê bûya.
Li nav tirkan, li Rojava rojname bi nivîskarên xwe hene. Kovar jî wiha ne. Her kovar bi desteya nivîskaran dibe destpêka "ekoleke" edebî.
Baş e li nav kurdan?

Kek Salih, navine hêja anîne bîra me. Ez jî bi dû re dû re yek ji wan nivîskara me, ku ji 15 rojan carekê ji Azadiya Welat re dinivîsand.
Çi bû, bû; Kek Samî dizane, piştî nivîsa bi sernavê "Hawar e Mîr" min ji wan re şand û nivîs neweşandin, pêwendî sar bû, û hino hino qut bû.
Li vir ez ê serboriyeke bi we re par ve bikim û ez ê biqedînim:
Çend ciwanmêr hatin cem hev-ku hemû nêzenas in- û biryara derxistina kovara W?yê dan.
Wekî etîk, wekî sinc, wekî deyndariyekê be jî "egîdan" pêdivî neditin ku bi e-nameyekê mizgînê bidin şexsê min, pê re nivîsekê, helbestekê bixwazin.
Ev helwest, yekê nake didu.
Her nivîskar-ji bilî feraseta xwe ya edebî, ku ew di wî warî azad e-ku bibêje "dar ê min kulav ê min, rehme li dê bavê min", dê wisa bela wela, her yek li "xewlexaneya" xwe zikirkêş be!

Vê helwest û tevgerê dişibînim vê pirsê:
Tu çima nayê camiyê, limêj nakî?
Heyran, ku ez limêjker bim dikarim li mala xwe jî ayîna xwe bikim.

Wesselam!

 *****

ELÎFÊ     
29. 07. 2007 
Arjen Arî

Elîf Şafak!
Ew yek, ya din Ece xan, Ece Temelkuran!
Pêşiyên me ji "hurmêyên" wisa re gotine "stûna malan".

Ez nabêjim, "kebanî" ne; min ne bawer e her du jî bi kêrî "kebanîtiyê" werin.
Jixwe; gotine "Dê bibîne dotê bîne!"
Me dota wan nediye; Lê Xwedê heye, dilêr in her du jî, mînanî du pilingên mê!
Zarok zarok meyzênin jî carinan, çavên wan her "ewrawî" ne.
Xasma yê Elîf û bejin-elîfê!
Û lêvên her duyan her şil in, mîna pêlê gulên sihar sihar bi xunav?Ku wisa bi heminî ji ser hev vedibin û yek dihingive ya din, helbesta Kejal bi bîra min dixin; helbesta "Qehweyek Li Gel Wê!"
Ne qehweyekê; dikarim denek Şeraba Midyadê wexwim û bimeyim di awirên her duyan de.
Dikarim nexwim wenexwim, li wan meyzênim; bi çavekî li Elîfê, bi çavekî li Eceyê!
Xwedo, tu li ber hinekan rûdinî, hemû evdên xwe yên mayî ji bîr dikî! û wan, wan hinan ji husn û cemala xwe diafirînî!
De! me dîn bike bi "elîf" û "dalan"!
De..bi destê min evdî "stiriyan" biçin, Xwedo!
Tu ne bes î, evdê te yê serreş Cemîlo jî dijminatiya min dike:
Li şûna ku şaîrtiya Arjen bike "nûçe" û rade çavên van î mêrkûj, mêro diçe sûretekî şox î "serdox" li ku be, bi nûçeyê ve dizeliqîne, û dike ku em ji "destmêj" bikevin!
Her ku li wan dimeyzênim, agir bi mala bavê neyarên wan bikeve; ne bi destê min e, dilînên "Cegerxwînkî" di "qada dilê min" de rebibin hêreşanê!
Şîretekê li min bikin gelî dostan, rêyekê bidin ber min!
Niviştekê çêbikim li cem mela Camî, an xwe bavêjim bextê Ûsivê Filleh?
Niviştek, devgirêdanek kare bibe "dewa"?
Pêşiyan jî gotine, "Çav dibîne, dil dihewîne".
Hela ya çavan çavîtî ye, ya te çi ye, dilê min?
Ji bo ku van her du ciwanikan nebînim, rabim çavên xwe "bandaj"bikim? Rabim, piştî vê riha spî yî "mîranî" bo dên û bala wan bikişînim, li tevî "entelenjiya ?kurdên li Stenbolê bibim, an bibim nivîskarê rojnameya Radîkalê?
Îsmet Berkan pêşniyazêk kiribûya?
Hima quncikek mîna quncika "Cîhannûma"?
Selahatîn Dûman jî kurd e, dibêjin. Xwedê zane "heyranên" wî niha çend û çend in!
Niha, ew jî mîna Hincal ji ber telefon û peyam û enameyan bi hesreta çengek xew e!
Me dev ji "mankênan" berda; li vî bajarî "manqereçî" jî di ser stûyê xwe re nafitilin, û li me nenêrin! Binerin dê çi bibe? Qehweyek didu sisê?ya çarên dê bêjin "pêşî mahr, bi dû re jahr"!
Bi Jahra Silêmanî be ku heta niha çavên me ji hêtên reş, ji kuç û kevirên reş, ji birc û bedenên reş pê ve bi tiştekî din "tewişî" be!

Wisa dixuye ku gelî dost û hevalan; em ê jî mîna Seydayê xwe "sêwî" berê xwe bidin axa reş!
Û li wê hêlê?li wê hêlê jî ku ji "heftêyî" "yek" bi destê me nekeve?

Ger bizanim ez di heşrê de nebînim dilberê
Cenetê pê çi bikim, pê werbikim axa ser rê!*

Elîfê, heta "hêla din" di wêne de be jî li me meyzêne!
Te "sofitî" hilbijartibe, em dikarin bibin "mirûdê" dergeha te!

*Ehmedê Xanî

*****

Banga Şivan û hilbijartin     
22. 07. 2007 
Arjen Arî

Ne ku pasaporta sor di kurka çakêtê min de hilnayê!
Ratibê ku bistînim jî esseh deh taqê miaşê ku niha distînim e.
Sibe ku "wekîltî" biqede jî maeaşê ?temsîliyeta dewletê? dê bidome.

Xêra xwe de?Xwedê nokan dide yên bêdiran!
Û aşê hinekan ji ber xwe ve digere.
Êêê bavo, pêşiyan gotine, "Ji jêhatinê ji lêhatinê"?!

Dibêjin, "lêhatin ji jêhatinê çêtir e."
Xwedê mezin ew mezin in, ew dizanin.
Ku wan hiştibe li min gotin:
Kâba Osman Sebrî carekê "du mîr tê".
Yê xelkê mîrek e yê Mam Osman du mîr in:
Mîrek di bîrê werdibe, yê din çi pê tê ez jî nizanim.
Ya ku dizanim min jî di zarokatiya xwe de bi kâban lîst.
Suphanella, her ker dihat!

Ya rast; piştî ku min por dirêj kir û kir gulî, û taliya e?mr jî min riha mîranî berda, ne parlamento xema min e, ne jî parlamenterîzm û  parlamenterî.
Ji bo we kijan xweş e nizanim, lê bo min "Mala pîrê xweştir e ji mala mîrê!"
Jixwe, Qadiyekî din jî dê ranebe û li Meydana Çarçira, mil li ber mil, di hênikahiya êvarê de li pêş çavên xelkê Mehabadê bi Hejar û Hêmin û Seyfî re pîyase neke?
Û jixwe Allendeyek jî dê ranebe û dê nebe berendamê serokkomariyê û Nerûda jî di qadên bangeşiyê de dê  dernekeve ser mîkrofonê û dê nebêje, "Dostnoooo ..fêda Nerûda ji hilbijartina Allende ew e, Allende soz daye min; di dema serokomariya xwe de gundekî Şîlî bê dibistan nahêle"!

Gelo, xwediyê riha mîranî sazbend û awaz-endelî xoşewîst Şivan Perwer çi fêdê di hilbijartinan de dibîne, ku bangî "xelkê xwe"dike da dengên xwe bidin berendamên xwedî "hezar hêvî" û serbixwe.
Îbrahîm Tatlisesê ku li Rihayê dê xwe serbixwe nîşan bida, çû çû di dawa Ûzan de rûnişt.
Ji niha de Rihayiyên rihê wan bi Îbo ve, stiranên Îbo li xwe û îzgoyên xwe heram dikin!
Sibe, hinek rabin mîna helbestên min stiranên Şivan li xwe qedexe bikin...?

Şivanê qewmê min, heyrana çavên te yê reşik ê hûrik, ya min û te "nançandina şorbê" ye!
Wî qewmî, xortên nesitêle dan, qîzên xama dan; wê dengekî nedin "hezar hêviyên" xwe?

Hêvî nanê tisî be jî ez bi hêvî me.
Ez jî hêviyek im.
Hêviya min ew parlamenter e, ku rabe wekî Yusuf Ziya'yê Wekîlê Kurdistan hilkişe ser dikê, bê mikrofon bi dengekî berz  bibêje; "Gelî parlamenteran, me şerê rizgariyê bi we re kir, me bera dûjmin da ne ji bo ku hûn Kerkûk û Misûlê bifroşin îngilîzan!

Kek Şivan, heyran; Îsa jî hatibû firotin li mezeya bû şarab û nan!

21/07/2007/ Amed

*****


Hewldan û nivîs     
20. 07. 2007 
Arjen Arî

Niha hewl didim ku binivîsim.
Lê "çi"
De were û hilbijêre!
Pirê caran ne tu mijarê, mijar te hildibijêre.
Min mijareke hilbijartî nîn e ku?

Kêliyên wisa dişibînim dareke bi sêvan mişt û tu li binê darê di temaşeya sêvan de:
Ne destê te digihe sêvekê da tu jê bikî û bi gezan biçiyê, ne tu dikarî avirên xwe ji ser wan dagerinî?
Yanî yanî mesela tirî û rovî!

Ez jî niha di rewşa "roviyekî" de me.
Roviyê ku li binê dêliyeke mişt tirî, biçe û bê!

Jixwe dema ku herdu xoşewîstên çê Dawud û Cemîl pêşniyaza nivîskariya Diyarnameyê kirin, bêhemdê min peyvek pêşiyan- jixwe van Xwedajêraziyên pêşiyan tişteke gotinê ji me re nehiştine-ket bîra min:
Rovî nediçû kuna xwe, hejek bi dûvê xwe ve kir!
Ku we bala xwe dabiyê, heta ku bigihe vê hevokê, ez jî mîna "roviyê hej bi dûv ve girêdayî", nivîsê bi dû xwe de dixirxirînim.
Lê heta ku?
Kadîn jî nema ne ku bibezime û xwe tê de veşêrim.
Ma ne, dîsa wan pêşiyan gotine "beza pisîkê heta kadînê"?
Dema ku li vî welatî gund şên û ava bûn, hewşî hebûn, koz hebûn, ka hebû, kadîn hebûn.
Kadînên heyî jî bi kayê mişt bûn.
De ka, hey ku nivîs ber bi çîrokê de diçe, ji we re çîrokeke xilmetbûyî; ya li ser ga, ka û kadînê vebêjim, û pê re xwe jî we jî ji vî "ezabê qebrê" xelas bikim.

Dibêjin li vî welatê ku şeş heyv zivistan şeş heyv havîn e, berî ku gundî sêl û dergûşên xwe bikin "piştî" û bavêjin ser pişta xwe û berê xwe bidin bajarên Rojava û  wan bajaran ji xwe re wekî "xweşgeh" û "jîngeh" hilbijêrin û gundên xwe ji bîr bikin, zivistaneke sext û dijwar tê bi ser herêma Omerya de. Ji berfa ku bi şev û roj bêetlayî dibare, newal û çiya dibin yek qiyas.Yanî ku ne derew be, befra newalan dide serê ciyaran?
Çend roiin li vî gundê di pêsîra vî çiyayî de merivek wekî ku li ser agir be, ne tebata wî tê, ne hedana wî. Ev meriv Osê Hesendîk e. Niha li ber kulekê, destê wî yê çepê di bin çengê rastê de çixareya ji titûna Xursê pêxistiye, mîna golikê ku bi gezan biçe guhanê makê, mizê li ser mizê ji çixareyê dide. Şerîfka jina wî ya ji anîna deh zik zarok ku êdî dişibe diya wî Eyşa Xelef, bi ser hildibe.
- Kuro te xwe bi çixarê kuşt!
Osê, qet di eynê xwe dernaxe:
- Ez xwe nekujim, Xwedê wê me jî û sewalên me jî bikuje, Şerîfka!
Şerîfka, melkesa şirtikî di dest de, derdawên kirasê wê di ber piştê de ji hêwanê tê odê, ji odê diçe hêwanê? Osê jî bi dûyê çixareya xwe re bilin dibe, diçe û diçe, û li wegerê di ber xwe de dibêje? ev bêxwedî sê meh din jî nahele!?

Ya ku nehele, berf e.
Osê di derdê kayê de digevize. Kaya ku li gorî hesabê Osê zivistan dê biriba serê havînê, hema hema diqede. Osê ji xwe dipirse:
- Ku biqede..?
Deh kulak, du ga, ker û qantirek li axur tewilandîne?
Osê, her ku li berfa spî spî, qerpal qerpal dibare dimêzîne, wekî çav li neyarê bavê xwe bikeve, dikeribe, û bi hêrs dibêje:
- Bes bibare bêxwedikê!

Her ku Osê bi kerb dibêje 'bes bibare bêxwedîkê? kuliyên berfê tên tên, xwe li ber baskê şibakê datînin?
***
Berfa ku bi a Osê bikira, nivîsê dê guh bida min.
Qenc xerab me vê carê jî ?cilka? xwe ji avê derxist!
De heta barîna berfeke din, Xweda hem xefûr e hem rehîm e!
20/07/2007 - Amed

Têbiniya Diyarnameyê: Heta niha hevalê me Arjen Arî carinan bi nivîsên xwe beşdarî Diyarnameyê dibû, ji niha û pêde êdî dê wekî qunciknivîskarekî ji bo Diyarnameyê binivîse. Em jêre dibêjin: Tu bi xêra Diyar'ê me.

*****

Tu li vî Orhanî!     
29. 06. 2007 
Arjen Arî

Pê re rûneniştim. Me sohbetke dûdirêj nekir. Her dil bi kovan dixuya. Xem mîna ku nexşeya rûyê wî be xwe li sînorên hinarokan dida. Ku dihizinî çavên wî di kerînekên xwe de kiçiktir dibûn. Zêde nediaxîvî,lê ji dil digot.

Ji dil û bi mêrxasî. Çiv nedida peyvê; rastûrê kula xwe, rastiya xwe, daxwazên xweşdatanî ser maseyê! Di wê kêlîkê de baweriyê xwe li dengê wî dipêça. Dixwest jê bawer bike yê li hember. Carinan hewl dida ku dilê xwe derxe û bidiyê! Bi hizn dibişirî.

Kulê nedihişt ku têr têr bikene. Kenê wî jî xuşka hizna wî bû. Ne di bin çavan re dimêzand li merî, awirên xwe nedirevand; raste rast bûka çav dikir armanc.

Dinêrî ne ji jor de. Dinêrî bi nefsbiçûkî. Dinêrî dilnizm dilnizm û mi?t hez.

Ji hezê hez dikir. Ew jî hezkerek bû, hez dida hev û hez bela dikir.

Heza xwe bi deh salan re pahr ve kir.

Wî ji welatekî hez dikir.


Di bin çengê xwe de xaç venedi?art; mishef bi mishef sond nedixwar bi Qur'anê.

Bi rihê mîna ku dixwest mitalên xwe binûxumîne.

Rih nîşana hiznê bû li vê erdnîgarê.

Mêrê berê, menê kirasê bûke li helbestê bikira. Tu li vî Orhanî, wextê mirinê bû, bira?

 *****

Ji nav 56 çivîkan qertelek!    
24. 06. 2007 
Arjen Arî

Çîve-çîva çîvîk e
Çivîk lepek e.
Çîve-çîva çivîk e
Çivîk gepek e.
Çîve-çîva çivîk e
Çivîkek naçe berkurka qertelekî!

***
Di "koleksiyona 19'em" de Rênas Jiyan qertelekî weha diwesfîne:
???????
???????
ê wî, ew qertel bû
tenê bû
tev li refên çivîkan nebû
hezkiriyên qitikan û
xalê qulingan bû
ê wî, ew qertel bû
şoreşvan bû
mîr bû
û xwe li kîjan çahlên ezmên ên qelew qelibandibû
dîn bû (Mexzena Xwînê, R. Jiyan, Weşanên.Belkî, Rûpel.67)
???.
Qertel dîn e jixwe! Û qertelî dînitî ye!
Ku ne dîn bûya ev çend ba dijend. Ne dîn bûya ew qas bilind difiriya û ji bilindahiyê tîrîkî noqî nêçîra xwe dibû!

Li kû bifire bila bifire, qertel hêlîna xwe di xiramê herî asê de, li zinarên herî li jor çê dike!
Dênê xwe bidinê li Rojhilata Navîn ji roja roj de; remzên li ser hîm û hêtan, yên li ser al û drefşên şahristaniyên çûyî windabûyî, û ên welatên niha li ser piya mayî, sembola hêzdarî û desthelatdariya wan an şêr e, an qertel e, an jî baz e.

Jixwe niha jî; ûr-xişn û stû-stûrên Siûdî her havîn seydvaniyên teyrên baz dişênin ber bi çiyayên bakurê Kurdistanê ve, da bazên esîl bi dahfikên li ser pişta kevokan bigirin, û bi girtinê re çavên wan lixab bikin.
Çol welatê qijk/kelereşkan e.
Berî salekê di biwarê pirsgirêka Kerkûkê de li ser pirseke kirî (Kovara Nûbûn e esseh, lê niha jimara wê nayê bîra min) Serokê Herêma Kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî ev digot:
"Em baz in, hînê çiyayên bilin bûne. Jixwe em jî naxwazin ligel 'kelereşkan' bijîn!"
***
Li gorî rîwayetê baz ev çend esîl e, di kêlîka ku bê girtin de derfetê bibîne, naxwaze dîl bikeve; xwe dikuje.
Lê? bi dû hêsirketinê de?!
Min bi çavên serê xwe dîtiye; "qertelekî" berika dawî bo çênîka xwe hiştiye!
Min bi van guhan bihîstiye; "qertelekî" narincok bi xwe û dijminê xwe de peqandiye!.

Dibînin; dost jî dijmin jî dibîne.
Ev "gelê" ku hinek wî dikin "gelê" xwe jî dibîne kî çivîk e kî qertel e!
Qertel ev çend pir in li vî welatî li van çiyayan?
Ku ji çivîkan bê dê rê nedin fira ?qertelan?.
Ez bi xwe ji "qerteliyê" hez dikim
Û dixwazim bi "qertelan" re bifirim!

Ji ber ku her teyr bi refê xwe re difire!

20/06/2007/ Amed

 *****

Te bişeniqîni jî     
20. 06. 2007 
Arjen Arî

Peywendiyên me bi rastî berî Serokşaredariyê; dema ku serokê Egîtîm-Senê bû zexmtir bûn.Di wan deman de qet nebe ji heyvê carekê min rêya xwe pê dixist, ku guncav bûya, li ser wejê û ziman em diaxivîn.

Hesasiyet ango pêjn û hestiyariya min a di warê zimên de kêm-zêde her kes dizane. Ne bi qasî Ebdula Koçer be jî (!) di vê babetê de hişkekî hişk im. Ji ber vê helwest û seknê li vî bajarê ku ji bo min cihê "sirgunê", ji bo gelek ciwanmêr û ciwanikan jî parêzgeha xewn û xeyalan e, dizanim ku min birek "dost" û "yar" winda kirin.
***
Di serî de, yanî di destpêka hevdunasînê de têkilî û peywendiyên kurdên ku mîna min  bi zimanê xwe û  kurdên ku bi tirkî dinivîsîn germtir bû. Di sala 96'ê de li Med-Komê gava ku min helbest ji beşderan re xwendin A. Hicrî, stî Sûzan Samancî, xwediyê "goma ken" Aydin Alp bi kêfxweşî pişikdarî bernameyan dibûn.

Ya rast; ev dostên me yên wêjevan ji guhdaran bêhtir dixwestin di hûnera helbesta kurdî de bigihêjin: Ji ber ku wan -li gorî xwe-pêjna "xetereya bi rê de" dikirin.
Ku li xwe û wan û we mikur bêm-piştî xwendina van ristan mafê wan ê dijnivîsekê heye-di navbera salên 96 û 2000'î de hersê navên ku  min lêvandin ketibûn nava kelecana nivîsîna bi kurdî. Lê piştî ku wan jî dît "bazar qewî kesad e" û "ji qumaşî re xerîdar" nîn e; di dilê wan de ewrên tirsê belav bûn, rêwitiya xwe ya ligel tirkî domandin!

Jixwe di gelek sohbetên li kafe û malan, bi taybet di yên li mala stî Sûzan -ku min bêriya xwarina wê ya bi ekl kiriye- de min bi dilsozî ev digot/her dibêjim, "kengî ku tu bikaribî wekî tirkî kurdî bikar bînî, nesekine dagere ser kurdî."

Hîcrî wê pêlê  di ber re ber re helbestine kurdî "Cegerxwînkî" dixist tûrê yê helbestê û di gelek bernameyan de ew helbestên bi kurdî dikir "peşrewa" bernameya xwe.Û tiştekî din; di her bernameyê de bi her delivêyê van dostên "birîna" me li ser pirsên arestekirî ev digotin: "Ez ji dil û can dixwazim bi kurdî binivîsim, lê ne niha?"

Jixwe gava ku ziman û berhemên bi vî zimanî di "sûkê" de bibûna bi buhayê "sikkeya şahê şehrewa" ev dostên me, ev dostên ku "birîna me" ji me bêhtir dikarin bi hunerane
hilgirin hunera helbest û çîrokê, di nigê nigdan de vedigeriyan jîngeha zimanê xwe.
***
Lê na!
Li bajarê Cahît û Gokalp, li bajarê ku qet qîma xwe bi zimanê min naîne û naxwaze bîne, û hê jî wekî rûmeta qewmekî bin "gedên bajêr" derdixe ser dik û qadên festîvalan? yek radibe behsa pirzimaniyê dike, û ne bes e pirzimaniyê di saziyeke Komarê? de pêk tîne!
Ev kes Abdullah Demîrbaş e.
Wekî paşnavê xwe serhişk e.
Reheke wî ya zazayî jî dê hebe! Dê hebe ku; raste rast "serî" li "Komarê" dihejî ne.
Heye ku; "qoltixa" bin xwe jî pêre ji bin xwe dikişîne!
***
Ezbenî ne hêsa ye mêrantiyeke wisakî..
De tu jî çendekî bibe şaredarê "dilan"!
Di şeva xelatdayîna çîrokan de, tiştê ku min ji cenabê te re got, li vir bila her kes bibihîze:
Komara ku heştê sal e ahdê li zimanê min, çanda min heyîna min dixwîne, te bişeniqîne jî ez ê li ber te nekevim!
Lê belê li ber vê dikevim, ku Şaredarê Şaredaran li pêş çapemeniyê radibe dibeje, "kurdî dewlemendiya Tirkiyeyê ye!

Min ji xwe û van siyasetmedarên kurd tiştek fam nekir, wesselam!

19/06/2007

 *****

Pêngava 7'emîn     
01. 06. 2007 
Arjen Arî

Destê êvereke gulana gulgulî. Bi mirovên li kolanan mişt re yên li şaneşînên rex li rex, hilma bihara li ser rojan e ku rahije hewaya xwe ya hênik û nermik, û bajêr bispêre rojên germ-hêtûn; du derwêş bi newaya erbaneyên bi cizbê ketî,  mizgîna destpêka festîvalê didin xelkên bajêr.

Bajarê bi sûrên stûr rapêçayî kelebend, mîna bixwaze hizn û xemgîniya berderêşên xwe yên ji sihara serhildanê de mayî ji ser dev û rûyê xwe daweşîne; di bin roja havînê de sal bi sal hînî fesla fest û festîvalan bû.
3 F: Fitbol, Fîesta, Festîval?
3 F: Hebikên di xew ve birinê.
3 F: Bibîne, bibihîze; ji bîr bike birînê
             * * *
Durişma Festîvala 7'emîn a îsal "Festîval ji bo Huner û Demokrasiyê" ye.

Demokrasî; ya ku ji destpêka damezrandina Komarê de kurd lê digerin û nabînîn; berêvarekê di bin ezmanê bi sitêrkan xar, li kêleka çemê bi heft bendavan bi qeyd û merbed, li Dergehê Mêrdînê di ber sûra hênik yê bayê bakur re guhdariya li newaya çengê.., û dengê xemr î xemgîn yê Tara Caff?

Ya ku Tara xan dike, bêşik huner e; bi hest û dest? û hemû ?anên giyan û can ve...

Jixwe, ta niha kurdekî ku ji hunera Tara xan hez neke ne min dît, ne min bîna!

Ji bilî muzîkjenên Yewnana Antîk, arp/çeng di nava çengên jinekê de ev çend nikare bi çengên keseke din bikeve, nikare mîna zarokeke berşîr xwe bispêre çengên tu "çeng-beyda"yan! Xemgîniya di deng û stran û têlên çengê de bi tiliyên Tara xan re dikevin nava jenîneke bi sûr ketî: Ne herîkîna rûbarekî biharî dikare dil ev çend biherîkîna xwe bihesîne, ne jî xuşîna pelên sipîndara zîz a li ber bê!

Bi gotina Mela:

Newaya Tara li gel çengê

ji Amed digihe "Xerçengê!"?

            * * *

Bi min; xemgînî dirûvekî hawarê ye, rengekî hawara bêdeng e!

Ew qewm bi "bêhnefişkê" ket ji ber hawar hawarê:

Li Çar Çira li ber sêdarê, li Helebçe li ber ewrên dû-jahrê...

            * * *

Hawar her hebû.

Ji mêlak û gewriya wî qewmî hawar kêm nebû!

Hawar ji Ehmedê Xanî de rabibû.

Xanî, xweş-hawara Mela bihîstibû, ji lewre ji bo heykirina rih û giyanê Mela, Feqî û Herîrî bi "hawara" kurdî de hatibû.

Hawar bi Xanî re bû şoxitiya Zîn, bi Memê re bû  şer-evîn!

Û bi wext re, bi rêwîtiya zemên re bi destên Bedirxaniyan bû Kurdistan, bû Jîn û bû Hawar!

"Hawar" bi Cegerxwîn re kir hawar, bi Osman Sebrî re, bi Nûredîn Zaza, Qedrî Can "û serkêşen "HAWAR"a bêrawestan Celadet û Kamîran Bedir-Xan re.

            * * *
Gotibûn; Hawar hebe, gazî li dû ye!

Îro jî rojek gaziyê bû.

Îro li Amedê di çarçoveya bernameya Festîvala 7'emîn de navê bernameyekê ?"Hawara Ehmedê Xanî/Kilasîkên Kurdî" ye! Be?darên vê korê; kurê Seydayê Cegerxwîn Keyo Hesen, helbestvan Kawa Nemir û helbestvan û yek ji xwediyên Weşanxaneya Lîsê Lal Laleş e.

Kawa Nemîr, wiha dest bi axaftinê kir:

"Kilasîk ew berhem e, ku di her demê de xwe bide xwendin. Di her dem û dewranê de ji ekl û çêja xwe tiştekî winda neke, ji hêla hunerî û wêjeyî ve xilmet nebe!?

Ez bi xwe ji çêja ku Cegerxwîn dide min têr nebûm/têr nabim.

Şahid im; Ehmet Huseynî di her delîvê de, bi gotina navê Mela re bi sekerata helbestê re tê sînorê mirinê. Li ser dika Hola Şaredariya Bajarê Mezin Keyo Hesen (Cegerxwîn) dema ku qala bavê xwe kir, mir; peyv di gewriyê de bûn girêk. Baş bû, ku Kawa pêve giha, mafê axaftinê sipart lêvên Lal Lale?.

Lal, bal kişand ser girîngiya berhemên kilasîk ên kurdî û pira di navbera cîlê nûserî wê û got:

"Nivîskar, roja îro her ku diçe zimanê xwe berz dike, dewlemend dike. Ligel vê rewşa nivîskar, zimanê li kolanê, li malê, li bazarê' her ku diçe qels dibe. Ev yek, ji du hêlan de xwe dide der: 1- Gelê ku bi rih û giyanê xwe aşînayê çêja berhemên kilasîk, di zimanê nivîskarê nû, nagihêje. 2- Li hember rastiyeke wiha, wisa duxuye, divê nivîskar li kilasîkan vegere, wekî geyê li ser koka xwe ji nû ve şîn bê"?

Min divê tiştekî bi ser vê tesbîtê ve bikim û bipirsim: Kesekî dareke bê qurm û bê ra dîtiye?

Ku bersiv "na" be; wê gavê: berhemên kilasîk ên kurdî qurmên/gewdeyên edebiyata îro û sibê û dahatûyê ne. Rayên vî qurmê stûr, yê ku li ber her cure-xezeb û her cure-tofanê ew bi erdê/axê ve li ser piya çik hiştiye jî wêjeya devkî ango zargotin e!
 * * *
Weşanxaneya Lîs piştî "hawara" E. Xanî û "Hawara" Bedirxaniyan bi 19 berhemên ku 200 salî hembêz dikin û tên ve, ji nexşeya wêjaya kurdî; ji Bakur û Başûr, ji Rojhelat û Rojava, ji Qefkas û milkê penaberan Swêda sar; Gundikê Dono, Pêşmerge, Jana Gel, Gulê, Memê Alan, Reşoyê Darî, Cîm û Gulperî, Gazinda Xencera Min, Eyloyê Pîr, Gulistan û Şev û Govenda Li Ber Mirinê dane hev û diyarî bakuriyan, bakuriyên ku li tevî zarokên xwe, jinên xwe, kalên xwe; maqûl û giregirên xwe ziman li ber sekeratê, kir.

Weşenxaneye Lîs bi baweriya min baş kir.

Lê belê bila bê zanîn ku; baş dijê nebaşiyê ye, û başî bi tenê têrî yekîtiya Wêjeya Neteweyekî nake!

Wekî ku her mirovê bîrewer serwext e; Wêjeya Neteweyî ya vî qewmê bi qasî xaka xwe kone, dêrîn û bi adan, ji çar zareveyan: zazakî, kurmancî, soranî, lorî; ji sê alfabeyan: erebî, kirilî, latînî; û ji wêjeya li ser şeş iqliman: Başûr, Bakur, Rojhilat, Başûrê Rojava, Kurdistana Sor û wejeya li Diasporayê: Swêd, Almanya, Belçika... pêk tê.
          * * *

Li vir, piştî vê pêdeçûn û dirêjkirinê em bêne ser peyva rast, banga dawî:

Yekirina Edebiyata Millî, bi hêz û arezû û tevgera mirov û derûdorekê, bi helkeftina sazgeh û weşanxaneyekê ne gengaz e. Ev kar di bin sîwaneya Dezgehekî Dewletî de dikare pêk were.

Li vir, bi wêrekî, di ser saziyên Nivîskarên Başûr, Dezgehên Çand û Hunerî û Korî Zanyarî Kurd re bang li reveberên bi nîrx yê Hikumeta Herêma Kurdistan, bi taybet jî li Serokwezîrê dilsoz û dilovanê wêje, ziman û hunera kurd û kurdî rêzdar kek Nêçîrvan Barzanî dikim:

Ez xulam, ji kerema xwe bi vê erkê  rabin!

Weşanxaneya Lîsê / Pirtûkxaneya Ehmedê Xanî:

1-Mem û Zîn, Mele Mahmûdê Bazidî
2-Memê Alan, Evdirehîm Rehmî Hekarî
3-Gazinda Xencera Min, Celadet Elî Bedir-Xan
4-Klêopatre, Celadet Elî Bedir-Xan
5-Hevind, Celadet Elî Bedir-Xan
6-Eyloyê Pîr, Kamiran Elî Bedir-Xan
7-Dimdim, Ereb Şemo
8-Hopo, Ereb Şemo
9-Reşeyê Darî, Cegerxwîn
10-Cîm û Gulperî, Cegerxwîn
11-Li Goristaneke Amedê, Osman Sebrî
12-Gûneh, Qedrî Can
13-Jana Gel, Îbrahîm Ehmed
14-Gulê, Nûredîn Zaza
15-Pêşmerge, Rehîm Qazî
16-Hêlîn, Mahmûd Baksî
17-Gundikê Dono, Mahmûd Baksî
18-Govenda Li ber Mirinê, Bavê Nazê
19-Gulistan û Şev, Hesen Slêvanî

 

Hin Nivîsen Nivîskar

ŞEQŞEQÇÎ

  • 12 Tîrmeh 2008

 Îro jî wekî gelek rojan, min derdawên kirasê xwe hildan, lewendî li zend û bendê xwe badan û min xwest bi du dest û deh pêçiyan dakevim qada...

Li dor “nameya li ser baskê kevokê”*

  • 20 Sibat 2010

Li dor “nameya li ser baskê kevokê”* û şaxê zeytûnê, serhawe       gelek kevok firînspî spî, ji ezmanê şîn î...

Helbest: ya her kesî

  • 22 Kewçêr 2010

Erê; min navê wî bihîstibû, lê min li Duhokê nas kir Ferhad İçmo!İçmo, bo bernameya helbestxwendinê mêvanê Yekîtiya Nivîskarên Kurd...

Hemû Nivîsen Arjen Arî / Agirdank

Arjen Arî / Agirdank kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Klîba Hefteyê: Ji Aramê Dîgran 'Zimanê Kurdî'

ad

Fînalîstên Kûpaya Cîhanê ya Jinan diyar bûn

ad

Kerem bikin, bi 'Peyvname'yê bilîzin

ad

Mîhrîcana Osman Sebrî bi sala Melayê Cizîrî dest pê kir

ad

Li bajarên kurdan çend erebe hene, serê kesî çend erebe dikevin?

ad

Xelata 'Artissima' dan Zehra Dogan

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin

  • 27 10 2026
news

Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

  • 27 10 2026
news

Harry Kane û Alexia Putellas xelata Ballon d'Orê girtin

  • 27 10 2026
news

Bingol, Mazidagi, Van, Agri spor têk çûn; Mûş, Entab bi ser ketin

  • 27 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname