Diyarname
Çawîşê pispor Mûsa Orhan li êrîşa cinsî li hemberî Îpek Er çêkiribû. Lîstikvan Ezgi Mola bertek nîşan dabû, li ser vê dadgehê ceza dabû Ezgi Mola. Vê carê dadgehê ceza li lîstikvan Farah Zeynep Abdullah bidî.
Abdullah bi ser tora civakî re piştgirî dabû Mola.
Dadgehê bi îdîaya bi niviskî û dîtbarî heqaret li Orhan kiriye 1300 TL cezayê hereyan li Abdullah birî.
Çi qewimî bû?
Li navçeya Bişêrî ya Batmanê keça bi navê Îpek Er (18 salî) bi demançeyê întîxar kiribû. Ew rakiribûn nexweşxaneyê û piştî 34 rojan roja 18'ê gelawêja 2020'î li nexweşxaneyê miribû. Îpek Er li Dû xwe nameyeke hiştibû têde gotibû ku çawîşê pispor Mûsa Orhan (25 salî) bi awayê cinsî êrîşê wê kiriye. Li sen vê 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê bi "êrîşa cinsî" doz li Orhan vekiribû. Bêyî Orhan bê girtin doz dom dikir. Wê çaxê, roja 20'ê gelawêja 2020'î lîstikvan Ezgî Mola bi ser tora civakî re Orhan rexne kiribû.
Dadgehê bi îdîaya heqaret li Orhan kiriye 6 hezar û 960 TL cezayê pere li Mola birîbû.
Lîstikvan Farah Zeynep Abdullah jî ji bo piştgiriya Mola twit belav kiribû. Dadgehê doz li wê jî vekir. Abdullah di parastina xwe de gotişe, "Min jî werî her kesê bi wijdan berteka xwe nîşan daye."
Dadgehê dixwest du slaan ceza lê bibire, 65 roj lê birî ku ev beramberî 1300 TL'yî ye.
***
- Youtube: www.youtube.com/diyarnamediyarname
- Malper: www.diyarname.com
- Twitter: twitter.com/diyarname1
- Facebook: facebook.com/diyarname
- Mail: diyarname@diyarname.com