Diyarname
30'emîn Festîvala Gûzeka Zêrîn a Edeneyê îsal di navbera 18-24'ê rezbere de li dar dikeve. Di festîvala ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê ve tê li dar xistin de di beşên Fîlmên Metrajdirêj, Kurtefîlm û Belgefîlm de xelat têne belavkirin. Festîvalê endamên juriyan eşkere kirin.
PÊŞBAZIYA MEZIN
Di beşa Pêşbajaziya Fîlmên Metrajdirêj ên Neteweyî de Serokê Juriyê Omer Faruk Sorak e. Endamên din ev in: Lîstikvan Bennu Yildirimlar, lîstikvan Cezmi Baskin, nivîskar û senarîst Murat Uyurkulak, sazkar Nefes Polat, derhênerê vesazkirinê Ozcan Vardar, derhênerê dimenê Ozgur Eken, akademîsyen Prof. Dr. Senem Erkiliç û nivîskara sînemayê, Kordînatora Bernameya Sînematek Fîlmê Senem Erdine.
XELATA SIYADÊ
Di festîvalê de Siyad (Komeleya Nivîskarên Sînemayê) XElata Fîlmê Herî Serketi dide. Endamên ve beşê ji Ovgu Gokçe, Yeşim Burul û Talip Erturk pêk tê.
FÎLM-YON
Komeleya Derhênerên Fîlman jî Xelata Fîlmê Serketi dide. Endamên vê beşê jî ev in: Ceylan Ozgun Ozçelik, Emre Kayiş û Mahmut Fazil Coşkun.
BELGEFÎLM
Serketiyên Beşa Pêşbaziya Belgefîlman dê sazkarên belgefîlman Coşkun Aral. sazkar, derhêner û niviskar Cengiz Ozkarabekir, derhêner akademîsyen û endamê BSB'ê Doç. Dr. Kurtuluş Ozgen, derhêner Mustafa Unlu, sazkar, derhenerê û endama BSB'ê Dr. Semra Guzel Korver diyar bikin.
KURTEFÎLMÊN NAVNETEWEYÎ
Di beşa Pêşbaziya Kurtefîlmên Navneteweyî de van kesan di nav juriyê de cih girtine: Akademîsyen Prof. Dr. Bulent Çapli, lîstikvan Feride Çetin, Dîrektora Festîvala Fîlman a Burgasê Emil Ovanesov û derhêner İlker Savaşkurt
PÊŞBAZIYA XWENDEKARAN
Di beşa Pêşbaziya Xwendekaran de derhêner û lîstikvan Bariş Atay, Dîrektorê Festîvala Kurtefîlman ê Amedê Serhat Gonen û derhêner û sazkar Vuslat Saraçoglu hene.
KURTEFÎLMÊN EDENEYÊ
Di beşa Pêşbaziya Kurtefîlman a Edeneyê de jî akademîsyen Bulent Ozkam, lîstikvan Mine Çayiroglu û derhêner, lîstikvan Savaş Satiş wekî endamên juryê hatiye diyarkirin.
Festîval îsal ib temamî mîlyonek û 285 hezar TL pere wekî xelat belav dike. Fîlm di beşa pêşbaziya neteweyî de di rojên pêş de dê bêne eşkere kirin.
Nûçeyên Eleqedar:
- Xelata Kedê didin Ahmet Soner û Belkis Ozener
- Serokê Pêşbaziya Gûzeka Zêrîn diyar bû
-'Kuru Otlar Ustune' li Gûzeka Zêrîn tê nîşandayîn
- Festîvala Gûzeka Zêrîn li benda filman e