“wext dereng e/ xew şîrîn, şiîrîn
te xew divê/ min bêdengî, li vî derengî
tu zû mezin bû/ te zû hez kir ji axê
me’j xweliyê, li vî derengî…”
Berfanbar e, borebor e seqemê, nal dubare. Şûr ko ye nabire, bi berfê disûm bi berfê disûm.. Bêar e birîn, kul li hundir e… wekî bîreke bêbinî -an nola devê mar e?
Berfanbar e, biratî bi min diare… berfê bi daw dikim. Û bi dev dikim vê birîna ji min û bi hundir ve:
… xwe ragire rêwiyo, peng û hêdî
bila bitewe sî, bistewe hênikahî
hingê bide rê
da li dû te li ba bibe, liyana destê êvarê
Ez bi vî dengî distrêm; bi strîneke derengketî û bi mayina li şûnewaran.. Şeş wext in, dengê min diçe, tê û li min vedigere; te zû hez kir ji axê me’j xweliyê!..
Şeş salên sax in, ku katjimêr tê pê dide li 12 12’yan gewrî li min dixîze. Û nola têla kemaneke kedirî, dixwe ji zemên -ax çilo dixwe ji Can, a wilo...
Kêlî dikoje movikên bedewiyeke bêmirad, şeş wext in xedar xedar xwe dikuje ziman. Wext hê jî bi heman bextî ye, dizîzike.
Heyat e, bêta difîkîne şeş wext in, wekî ku li bê bifîkîne şebiskên şêbelekeke şêt. Û mirin dipeke ji ber leza wextê, lerz vedigirê, li kêlîkê vedilîze ax!
Derz li avê dikeve, dişikên çavên min, bê wext in -bi mirinê ve çê gihane. Dest min daye bi axê, sûr e kêvirê kêlê. Zanim sar e kevir, sartir e ji mirinê. Lê tahltir e mirin, ne tu zar e, mirin ne tu ziman e!
12-12-2008


