Diyarname
Li ser kuştina Serokê Yenî Îhya Derê Aytaç Baranî bi îmzeya Hevserokên HDP'ê daxuyaniyeke nivîstî hate weşandin û bûyer hat şermezarkirin.
Serokê Yenî Îhya-Derê Aytaç Baran îro li Amedê ji aliyê kes an kesên nasname nediyar ve hat gulebarankirin û di encamê de Baran mir. Li ser bûyerê bi îmzeya Hevserokên HDP'ê Selahattin Demirtaş û Fîgen Yuksekdag daxuyaniyeke nivîskî hate weşandin û di daxuyaniyê de hat gotin ku ew ji ber vê bûyerê gelek xemgîn bûne. Daxuyanî wisa didome: "Em êrîşê bi awayekî eşkere şermezar dikin, lanet dikin. Em ji bo Aytaş Baranê ji Xwedê rehmê dixwazin û ji bo malbat û derdora Yenî Îhya-Derê sersaxî dixwazin. Em bang dikin ku êrîşkar kî bin di cih de bêne derxistin û em hêvî dikin dê kes rê lê veneke ku gelê me bê hemberî hev."
Bûyer didome
Li gor hin agahiyên ku tên piştî kuştina Baran komek li dor 20 kesî hatine kuçeyên bi nimreya 44, 45, 46 û 47'an ên Yenîşehîrê û dikanek dane ber talanê. Li gor Walîtiya Amedê di êrîşên piştî bûyerê de kesek hatiye kuştin, 3 rojnameger û polîsek jî birîndar bûne. Ajansa Nûçeyan a Reuters dibêje piştî bûyerê 3 kes hatine kuştin.