Hêlîn CUDÎ - ERÎVAN
Kurdên li Ermenistanê ji sala 1941’ê ve perwerdehiya xwe ya kurdî ya li Ermenistanê bi alfabeya kirîlî didît. PiÅŸtî têkoÅŸîna demdirêj perwerdehiya bi alfabeya latînî ya bi kurdî bi aweyekî fermî dan qebûlkirin.
Bi awayê fermî qebûlkirina alfabeya latînî ya bi kurdî li Navenda Çand û Zimanê Kurdî ya Elegezê bi civîneke berfireh hat aÅŸkerakirin. Keyayên gundên kurdan, midûr û mamosteyên dibistanan, rewÅŸenbîr û siyasetmedar û navdarên kurd beÅŸdarî civînê bûn. Di civînê de hat gotin ku ligel zimanê fermî yê ermenkî dê hefteyê 3 saetan perwerdehiya kurdî li polên yekemîn û duyemîn ên dibistanên seretayî bê dayîn. Ji bo van pirtûk û materyal hatine amadekirin. Her wiha dê ji bo heta pola 12’emîn jî pirtûk û materyal bên amedekirin. Di civînê de Serokê Åžêwra Gelê Kurdên Ermenistanê Kînyasê Hemîd axivî. Di axaftina xwe de got ku kurd demeke dirêj e li Ermenistanê dijîn û ji bo zarokên kurd li vir bi alfabeya latînî ya kurdî perwerdehiyê bibînin têdikoÅŸiyan. Kînyasê Hemîd wiha got: “Ji dema Sovyetê ve pirtûkên me yên perwerdehiyê bi tîpên kîrîlî hatibûn nivîsandin. Perwerdehî jî wisa dihat dîtin. PiÅŸtî hilweÅŸîna Sovyetê, ev bû 20 sal in ku pirtûkên me nayên weÅŸandin. Bi piÅŸtgiriya midûrên dibistanan, mamosteyan, keyayên gundan û rewÅŸenbîran li Ermenistanê alfabeya latînî bi awayê fermî hat qebûlkirin û perwerdehiya bi kurdî ya latînî jî dest pê kir. Alfabeya latînî ya ji 31 tîpan pêk tê wekî afirandina hêza hevgirtî ya 40 mîlyon kurd tê qebûlikirin."
Hat gotin ku wan jî di vê çarçoveyê de gaveke mezin avêtiye û ji yekitiyê re xizmeteke mezin kirine. Kînyasê Hemîdî eÅŸkere kir ku armanca wan ev e ku zarokên kurd di nav vê pergala yekitiyê perwerde bibin û bi riya alfabeyê zimanê xwe yê neteweyî hîn bibin da ku bibin neferên yekitiya gelê xwe. Edîtorê rojnameya kurdî ya Zagrosê û nivîskarê pirtûka kurdî ya Dersên Kurdî Elîxanê Memê jî got ku bi awayê fermî qebûlkirina alfabeya kurdî geÅŸedaneke pir girîng e û geÅŸedan li gelê kurd pîroz kir.
Ji ANF'ê hatiye girtin