logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Arjen Arî / Agirdank

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Arjen Arî / Agirdank

Arjen Arî / Agirdank

Banga şa’ir

  • Dîrok: 12/04/2008

 

Ax…
Axa ku ‘em jê hatine û em ê rojekê lê vegerin’ ji bilî adana li ser rû; di zik û hinavên xwe de genciniyeke ew çend hêja, giranbuha û berketî dihewîne, Xezîneya Qarûn potê feqîran e li hember! 

Ma çi nîn e li jêrzemîna kûr ‘dinyaya tarî’, di hinav û betnê axê de!
Te bivê bi kulingan têkeve nava teşkan, komira qer jê derîne; te bivê zikê wê bidirîne, bigihe çem û deryayên avê…Te bivê jî bi metqebên kunker bikeve ser canê têr, xwîna wê ya qetr î qetranî, qîra ku bûye/dibe/dê bibe sedema şer û dagirkerî û qirbûna mirovê xwelîser, dewl bi dewl derîne û derênanê bi boriyê di zikê axê de, ji vî seriyê dinê biherikîne seriyê din…

Rojekê zimanê wê bigere û bikelime û ji roja ku gogeke agirîn bû û pê re pê re sar bû û kişwer bi kişwer ber bi bihara jîngeha bûnewer ve çû; ji wê serdemê, ji wê serdema ku kesek jê salix nade; lê  tê zanîn ku mirov tenê bû hê, û hê bêziman bû; ax eyb û arên mirovahiyê di rojnûska zeman de roj bi roj lêke mîna waqanûsekî…an jî çîroka serboriya xwe û evdê ser-reş bi temtêla Utnapîştim, pal li tehteke ji van tehtên Cûdî, hurik hurik vebêje…evd wê xwe di kîjan kunê bixe?

Lê…mirovê bêar, mirovê li berxweneketî û çirçirok û bi hetîketî, tu tif li rûyê  wî bikî jî, dê vê bibêje, ‘Baran e, rehma Xweda ye’!

Mirov jî ‘rehmek’ e, ax jî ‘rehmek’ e!
Ji her du ‘rehm’an li ber çavê Rehman kîjan dil bi rehm e?
Ax… an evd?!

Mirovê dil bi rehm û di heman demê de ji bazekî sîng-gewr dirîndetir û carinan jî ji hirça çiyê hovtir, her roj li hêleke gerdûna girover û germisoger jor û jêra axê tar û bêjing dike; axa wî nebese, li welatê reşikan, li yên çermsor û çermzeran cimî axa ku ne axa wî ye, dibe!
Ev bûyer bi destê mirov, li pêşberî çavê mirov û keriyê mirovahiyê diqewime.
Di wê kêlîka ku bûyera ‘cim’î’ pêk tê de, yek radibe weletê xwe yê li ser rûyê axê wekî yarê, wekî xwişkê, wekî dayikê bi nav dike û diqirê:
- Rahijin teşkên xwe… û biqeşitin ji ser axa min!

Dayik, dayika ku navê wê ax e, ‘rahbikike’ bêguneh e.
Lê kurên wê, nevî û nevîçîçirkên wê?!
Ya yên ku ji ser bar dikin û diçîn…û piştî demekê mîna fîlehên ku berê xwe bidin ‘geliyê mirinê’, lê vedigerin?!
Û …û ên ku niha, vê kêlîkê  li ser dijîn û bi jiyînê re li vê rûdana kirêt temaşe dikin û bêdeng dimînin..?!

Di rewşeke wisa de, pêşiyên me yên ji aqilê xwe razî, bi tevahî rast, hebekî bi tinazî ev gotine, ‘Cilika bênamûsiyê kişandiye serê xwe’!

Bênamûs an binamûs, ji mirovên li ser axekê niştecih, rûniştî û xwecih; ji beg û axeyan, ji şivan û gundiyan, ji bajariyan û şehremînan… û pastar û zêrevan û nahtorên nahs pirtir… şa’ir ji axa xwe hez dike ku diqîre:
- Rahijin teşkên xwe… û bicehimin ji ser axa min!

Li ser axa min şa’ir dara berû ye:
Zexm, qurmstûr, qayim, pirgulî…
Rayek wê Xanî, ji delavên ‘hizra dewletê avê’ vedixwe; rayek wê dikişe keviyên Dicle, li berberojkên Birca Belek ‘lûleyên mensûrî ye!
Bi xuşîna her pêlê re li rex Çemê Hêzîl ‘ey ave av e’,  Feqîyê suhbet-muhbet e!
Her berûya ku lê dikeve Cegerxwînekî bi hemmet e, nûbereyeke Lal e, Kawayekî kal e, Jiyaneke temenhezarsal e…
Li warê bi ‘cin û gul û kavil’ ne kesî kariye hilbike vê darê ji erqê, ne jî kesî şiyaye dengê şa’ir bibire!
Şa’ir bang dike: 
- Rahijin teşkên xwe…û biqeşitin ji ser axa min!

Li dû banga şa’îr welatek dilîrîne!


arjenari99@yahoo.com

 

Hin Nivîsen Nivîskar

mirî mirî*

  • 15 Adar 2008

min ji te hez kirpirr pirr pirrrdibû pirpira çivîkan li her qefesê:û te, li ber firê çavên xwe kil dikir.reş bûn ji xwezivr zivr, kevanîreştir dibûn bi...

Cegerxwîn: Homerosê Erdnîgariya Kurd

  • 01 Adar 2008

Wezîfey xom her teblîxî kurd eLe mirdû herçî dimîne nawe*Îro li vê holê ne tenha şaîrekî ku bi helbesta xwe mohra xwe li rûpelên dîroka...

‘Florttistî’ an ‘Forttîstî’?

  • 09 Tebax 2008

 Du sê roj in dudiliyekê bi pêsîra min girtiye: Binivîsim, nenivîsim?Binivîsim kek Cîhan dê bibêje, ‘Arjen milê xwe bi nivîsa min giran...

Hemû Nivîsen Arjen Arî / Agirdank

Arjen Arî / Agirdank kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Meclisê pirsiyarnameya bi kurdî ya mebûsa YSP'ê qebûl nekir

ad

2012: Peyvên ku herî zêde li wan geriyane

ad

Weşanxaneyên Kurd bang li dewleta Tirkiyeyê kirin

ad

Li ser înternetên pirtûkên kurdan ên herî zêde hatine firotin

ad

Nifşê yekem ê kurdên koçber bû pirtûk

ad

Belgefîlm diçin Selanîkê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname