logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

Balîfa çapemeniya kurdan a Amedê

  • Dîrok: 06/07/2023
Emê di vê nivîsê de berê rexneyeke biçûk bidin rojnameyên (û hin malperên) kurdan ên ku li Amedê weşanê dikin. Ev ji bo bajarên din jî derbas dibe. Em dest pê bikin.
9 ROJNAMEYÊN ÇAPKIRÎ
Pêşî em qala wan bikin: Li Amedê niha 9 rojnameyên bi awayekî çapkirî weşana xwe didomînin hene. 
Ji nav van a herî kevn "Mucadele Gazetesi" ye ku di sala 1962'yan de dest bi weşanê kiriye. Ya herî nû "Tigris Haber" e ku niha ketiye 10 saliya xwe. Ew rojname ev in:
1- Mucadele / Ji sala 1962'yan ve weşanê dike.
2- Oz Diyarbakir / Ev 39 sal in çap dibe
3- Soz gazetesi / 32 sal in weşanê dike
4- Diyarbakır Olay / 
5- Diyarbakır Yenîgun / 
6- Guneydogu Guncel / 17 sal in weşanê dike
7- Guneydogu Ekspres / Sala 2003'yan dest bi weşanê kir
8- Diyarbakir Ozgur Haber / Sala 2011'an dest bi weşanê kir
9- Tigris Haber /10 sal in weşanê dike
Li navçeyan jî hin rojname hene wekî "Erganî Haber", "Bismil Haber", "Çermik Gazetesi", "Malabadi Gazetesi"...
Em qala naveroka rojnameyan, ew alîgirên “kîjan alî/derdor/desthilatndarî” ne nekin, ji ber ku di vê nivîsê de mijara me ne ew e. Lê tenê rojnameyeke ezê bi bîr bînim, ew jî “Soz” e. Soz ku destpêka salên 90’î dest bi weşanê kir her li ser xeta desthilatdarî bû. 
Li Amedê hin malper jî weşanê dikin. Mînak "Haber Life" (haberlife.org) heye, van deman hinek sist bûye, herî dawî mehek berê tiştin lê bar kirine. "Haberyirmibir.com", "Çinarin Sesî" heye. Herî dawî "Amîdahaber.com"ê dest bi weşanê kir.
HEMÛ BI TIRKÎ NE
Ji bo malperan ezê paşê tiştek bêjim, pêşî rojname: Ev 9 rojnameyên derdikevin hemû jî bi tirkî ne.(1) Dema “Mucadele” di sala 1962'yan de dest bi weşanê kir mirov fêm dike û texmîn dike ku bi kurdî weşan ne mimkûn bû, weşana wê jî bi tirkî normal bû, lê niha? Niha mimkûn e. Ligel vê jî tenê "1", bi nivîsê "Yek" rojname jî bi kurdî nîn e. Çima?
Mesela rojnamegerên di van rojnameyan de dixebitin, xwediyên van rojnameyan bi şev dema serê xwe datînin ser balîfa xwe qet difikirin min îro çi kir? Min îro çima bi tirkî agahî da wan û min îro kesek/hin kesên din ji kurdî dûr xist/in û ew xist/in nav behra tirkî? Mesela qet difikirin ku “rojnamegerî karê mafê ragihandinê” ye û ez mafê ragihandinê ya bi kurdî ya kurdan binpê dikim? 
Li BARSELONAYÊ ROJNAMEYÊN KATALAN
Çima yên xelkê bi zimanê xwe weşanê dikin û yên me tenê yek jî bi zimanê xwe weşanê nake? Gelo qet difikirin ku li welatên wekî me rewş çi ye? Mînak çend rojnameyên bi katalanî hene? Hema em çend mînakan bidin: "El Periodico de Catalunya" heye tîraja wê dor 150 hezarî ye. "El Punt Avui" dor 26 hezarî tê belavkirin. "L'Esportiu" heye ku tenê rojnameya sporê û bi katalanî ye.
Bi katalonî yek ji yên balkêş "La Vanguardia" ye ku di sala 1881'ê de bi spanyolî dest weşanê kiriye, lê ji sala 2011'an ve bi katalanî weşanê dike.
PIRSGIRÊK JI KÎ DIQEWIME?
Niha gelek kes dema devê xwe vedikin siyasetmedaran rexne dikin ku çima bi tirkî siyasetê dikin? Ev pirsgirêk tenê pirsgirêka siyasetê ye? Gelo ev pirsgirêk ne pirsgirêka rojnamegeran bi xwe ye jî? Çima rojnamegerên me bi tirkî weşanê dikin? 
Ger em wisa bibêjin dê eyb be: Birê/xwişka min tu li nava bajarekî kurdî rojnamegerî dikî bi kurdî bike, ger na, neke... 
Ma tu rojnamegerî nekî tuyê ji birçînan bimirî? Na. Wê çaxê bi tirkî rojnamegerî neke, here karek din bike.
Ji rojnamegerî pereyek gelek mezin tê bi dest xistin? Na. Wê çaxê tu çima vî karî dikî? Îlleh tu dixwazî rojnamegerî bikî û bi tirkî bikî here bajarekî tirkan û bi tirkî bike. Wê çaxê kes nikare ji te re tiştek bêje.
Em hin tiştan lê zêde bikin: Ma nayê gotin ku çapemenî hêza çaremîn e… Tu dixwazî bila hêza pêncemîn, şeşemîn e. Erê hêz e û tu jî wê hêzê ji bo asîmîlekirina gelê xwe bikar tînî. Ma ne?
Mesela amediyek rojnameyeke Amedê ya bi tirkî nekire û nexwîne dê çi jê kêm bibe? Qet. Lê ger rojnameyeke bi kurdî be û bigire bixwîne dê çi lê zêde bibe? Gelek tiştek.
ROJNAMEYÊN BI KURDÎ YÊN HEFTANE
Erê rojane rojnameyên bi kurdî yên Amedê tune ne, ma bi heftane jî tune ne? Erê ew jî tune ne. Ma nikarin derxin? Nizanim.
MALPERÊN KURDÎ YÊN HERÊMÎ
Me qala çend malperên li Amedê weşanê kirin jî kir. Erê ew jî bi tirkî ne. Ji van "Çinarin Sesi" bi kurdî-tirkî ye. Bi qasî min fêm kir nêzî Huda-Parê ye. Lê pirs ji bo wan e, jî çima tirkî?
Ji malperan herî dawî "Amîdahaber.com"ê par dest bi weşanê kir. Amîdahaber bi kurdî tirkî dest bi weşanê kir, lê li gor ku tê dîtin sedî 90 tirkî ye. Ji roja 06.06.2023'yan heta 3'yê vê mehê qet nûçeyên bi kurdî neweşandine. Di roja 3'yê vê mehê de nûçeyek, 4 û 5'ê mehê du nûçe bi kurdî belavkirine. Mînak roja 4'ê mehê 20 nûçe belav kirine, ji van didu bi kurdî ne, yên din bi tirkî. Mesela Amîdahaber ji ber kîjan pêdivî dest bi weşanê kir? Hûn dixwazin navê “Amîdahaber”ê ji pirse derxin, navek din bixin cihê wê, pirs û pêdiviya vê pirsê naguhere. 
ROJNAMEYÊN HERÊMÎ ÇAWA LI SER LINGAN IN?
Erê em rexne dikin çima ne bi kurdî ne, lê rojname dikarin li ser lingan bisekinin ku bi kurdî bin jî? Em li çavkaniya aborî jî binerin: Li herêmê rojname bi kîjan aborî li ser lingan in? Bersiva vê ev e: Îlan-reklamê. Ji bilî vê bi Îlanên Saziyên Dewletê/Saziyên Fermî. Ev nebin karê wan zehmet e. Ger weşaneke dijî saziyên fermî bê kirin, dijî hikumetê bê kirin di cih de ev îlan têne birin. Weşaneke dijî rayedarên herêmî (şaredar û hwd) jî dîsa karê rojnamegerî zehmet dike*. Û bi ser de jî rojnameyeke bi kurdî be hê dê zehmetir be. 
Wê çaxê em bejin bila bi tirkî weşanê bikin? Na. Ger bi tirkî weşanê dikin bila qet nekin, bila herin ji xwe re karek din bikin baştir e. Lê ger kurd nikaribin ligel her tiştî rojnameyeke bi kurdî derxin wê çaxê divê her kes kuma xwe deyne ber xwe û bifikire. Ger dikarin û nakin, ev jî meseleyeke din e. Bi ya min dikarin. Çawa? Em bêjin…
ROJNAMEGERIYA BI KURDÎ MIMKÛN E?
Li bajarên kurdan weşaneke bi kurdî û siyasî zehmet e. Lê weşaneke bi kurdî, ne di nav siyaseta rojane de, weşaneke li ser jiyan û çand û hunera bajêr mimkûn e, ne karek talûke û qedexe ye jî. Loma jî fikra min ew e ku weşaneke bi kurdî mimkûn e. Ji aliyê aborî ve jî bi organîzeyeke baş mimkûn e.
Zêde dirêj bû. Bi kurt û kurmancî, hevalên ku bi tirkî li Amedê weşanê dikin divê bizanibin ku çiqas kêmasiya siyasetmedarên me di têkbirina kurdî de hebe, parek vî barî jî kêmasiya we ye.
Not: Rojnameya Xwebûnê heftena û bi kurdî derdikeve. Li Amedê tê amadekirin û ji wir tê belavkirin. Ji ber ku ew rojnameyeke neteweyî ye, neketiye nava vê mijarê. Çend malperên heyî yên kurdî ku ne herêmî ne jî ne mijara vê nivîsêbûn. Me bala xwe daye yên Amedê tenê. 

1- Hin rojnameyên Amedê berî hewldana derbeya li Tirkiyeyê ya 15'ê tîrmeha 2016'an rûpelek bi kurdî veqeditandin. Piştî derbeyê ev rûpel jî rakirin.
2- Rewşa rojnamger Sinan Aygul mînak e (mînakên wisa li bajarên din jî hene):
- Parêzvanên Şaredarê AKP'ê êrîşê rojnameger Aygul kirin

Hin Nivîsen Nivîskar

Daxwazeke ji Şaredarên Kurd

  • 15 Tebax 2009

Ev demekê ye ez dixwazim vê nivîsê binivîsim. Ev nivîs bangeke ji bo hemû şaredarên kurd e yên ku li kêleka Çemê Dîcle şaredariyê...

Ji bo me çend zarok lazim in?

  • 20 Kewçêr 2022

Ma ne tiştek muhîm e em rojeva xwe bi xwe çêbikin?Çima?Em hinek li ser biaxivin.Mesele ji vir derket: Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di civîna partiya xwe de ji bo...

Leven Tuzel, Hikumeta Hilbijartinê, vane gotinên min

  • 28 Tebax 2015

Pêşî em wisa bibêjin: Tu armanceke HDP û EMEP'ê heye ku ji Tirkiyeyê veqetin, tu biryar, zagon, hikumetên Tirkiyeyê qebûl nekin, di nav siyaseta Tirkiyeyê de cih...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Sê nûçeyên îro derketin pêş

ad

UNICEF: Swêd ji bo "malbatê" welatê yekemîn e

ad

CNN: Di wê nexşeyê de şaşî nîn e

ad

Me çi ji tirkiya te xêr dît, dora kurdî ye!

ad

Parsa rûmetê (li ser meselaya nivîskariyê)

ad

DTP'ê li meclisê Roja Zimanê Kurdî pîroz kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname