Ji bo guhdarîkirinê:
Yekşem – Têgiha AZADÎ’yê bûye xem ji bêxemiya min re, îşev. Dûxana cixareya min azadiyê û bombeyan tîne ba hev. Pif dikim dûxanê, dûxan difire quncikên tawanê û hew şibandinek dimîne li dewsê. Nema zanim bê ka azadî zêde dişibe bombeyan an bombe zêde dişibin azadiyê.
Du tilîkîmzeyekê diavêjin binê azadiyê, azadî dibe bombe û welatê min dibe nexşeya teqînê. Tillîkek pê li bişkokekê dike, îja bombe dibe azadiyeke serserî û cardin teqîn dibe encama nîhaî.
Çîrokbêjê çîrokên pîr, ji dayika dengbêj a sehneyên sor re dibêje, “Qelenê azadiyê sor e, yê bombeyan jî reş e, keça min. Zû pirtik û pariyên ewladên xwe ji erdnîgara azadiyê berhev bike û em biçin!”
Berê her çûyînê ber bi hatinê ve ye, lo bavê min û dêya min.
Hatin rêya herî bi kelem e, kelem di canê kelamê re diçe û axîna kelamê dest pê dikê, wekî çîroka azadîyê û teqînê. Loma divê tu bilezînî û em biçin ciyekî go azadî hîn neçûyê û bindestî hîn ji dawa dêya xwe neketiye.
Tu zanî tu çiqas heywanekî heywan î?
Nizanim çiqas çi me, bes niha pir meşxul im, lewra dinyayê ji ber neynûkên lingên te paqij dikim.
Dev ji dinyaya di ber neynûkên lingên min de berde, niha azadî di serê min de diteqe û pirtikên laşê zarokên min li koncalên bindestiyê belav dibin!
Bindestî fetîşîzm û faşîzma xeyalên koleyan e û azadî xeyalên koleyan eşkere dike, keça min û dêya min. Lewra azadî ne azadî ye, raza eşkerekirinê ye. Di bindestiyê de, rihê kole xwe di bin lihêfa mexdûriyetê de vedişêre da karibe doza nasnameya şoreşgeriyê bike. Loma azadî ne dikare rihê kole azad bike, ne dikare xwe ji rihê kole azad bike.
Te çi negot û negotina te çi got, bavê min û lawê min?
Min go, şoreşgeriya romanivîs kujer e. Şoreşgeriya romanê jî hilweşîner. Gava romanivîs şoreşger be, roman dimire. Gava roman şoreşger be, afirandin diwelide.


