Saet li dor dehê rojê bû. Ezê siwarê texsiyeke ticarî bama. Dema pêdiviya min zêde bi demê çêdibe ez siwarê texsiyên ticarî dibim. Wê rojê jî wisa bû. Lê berê kîteyek: Berî ku ez siwarê texsiyê bibim ez ji dûr ve li rû û rûçikê ajokar dinêrim. Wê rojê jî min wisa kir. Û ez siwarê texsiyeke bûm.
Ajokar ciwan bû. Di vê navê de zengilê telefona wî lêda. Axivî, kêfa wî hat.
Ez her têkilî bi mirovan re saz dikim. Min got:
- Çi bû?
- Ez li karekî digerim. Niha di telefonê de qala karek kirin. Ger çêbe dê baş be.
- Înşela dê çêbe. Ma çima tu ji ajokariya texsiyê ne memnûn î?
- Em çi bikin kekê, em heta êvarê dixebitin, ne sîgorte heye, ne heqê nanê me didin. Çend meh paşê dê zarokê min jî çêbe. Qet nebe ez bikevim karekî bi sîgorta bes e.
- Ma li vir sîgortaya we çênakin?
- Na.
- Tu li karekî çawa digerî?
- Dîsa ajokarî. Niha geriyan gotin, ‘Ajorakiya texsiyeke taybet heye.’ Yanê ezê ajokarî ji bo kesek bikim. Xwedê bike ew kes baş be. Ger baş be, ezê rehet bibim.
- Rast e, ger xwediyê texsiya ku tu ji bo wî/ê ajokarî bikî baş be ji bo te dê baş be. Lê ger ne baş be?
- A rast ez nizanim. Emê bi têra xwe derdê bikişînin. Lê niha jî em derdê dikişînin. Ez nizanim rojê çand saetan dixebitim, ez diçim mal, hê çend saetan ranazêm patron dibêje, zû here kar... Em nikarin razên jî. Ajokarî rezîlî ye.
- Hûn rojane çi kar dikin? Ma heqê we ne bes e?
- Na wele. Em rojê 40 mîlyonekî bigirin jî têrê nake. Û her roj her roj tu mecbûrî bixebitî. Ne bêhvedan hene, ne roja şemî, ne cejn û tiştek din. Her roj tu mecbîrî erebeyê bigirî û derkevî kar.
Wisa diyalog ber dewam dike. Em qala gelek tiştên din dikin li ser karê wan. Mînak havîn tê zêdetir kar dikeve. Dema karê texsiyên ticarî kêm dibe, heqdestê wan kêmtir dibe.
Ew jî wekî gelek beşên civakê zehmetî dikişînin li Tirkiyeyê. Di van demên dawî de ez her hefte miheqeq carek, yan çend caran siwarê texsiyên ticarî dibim. Û ez bi her ajokarî re sohbetê dikim. Min hê nedîtiye kesek memnûn bûye. Hemûyan gazin kiriye. Lê hema bibêje hemûyan ev jî lê zêde kiriye, “Ji bo vê jî şikir. Yên ku kar nabînin jî hene.”
Rewş ev e. Lê divê ez vê jî bibêjim: Kes nakeve dû lêpirsîna çima rewş xirab e?
Vî ajokarî tiştek wisa dixwest: “Hema karek ku ez jê nêzî hezar ytl’yî bigirim hebe, sîgortaya min jî hebe bes e.”
Li Tirkiyeyê mehaneya asgarî bi temamî 600 ytl ye. Û li bajarekî wekî Stenbolê kirêya xaniyekê li dor 500 ytl’yî ye. (Ji vê kêmtir hema bêje nîn e, lê jê jortir ji xwe pir in)
Kî, çawa debara xwe dike kes nizane.
Ji vê jî wêdetir li Tirkiyeyê li dor 15 mîlyonî kes betal in. Ew ên ku xwedî karekî ne xwe bisûd dihesibînin.
Notekek dawî: Li Tirkiyeyê piyase ketiye qeyranê û li gor esnafan qeyran dê xedartir bibe. Kengê dê rewş baş bibe? Kes nikare bersiva vê pirsê bide. Lê ev heye; Heta rewşa Tirkiyeyê tevlihev be, ev qeyran dê bidome.
Helbet di nav qeyranê de yên ku ji xwe re rêyeke dibînin û zêdetir kar dikin, kargehên xwe mezintir jî dikin hene; ev meseleyeke din e.
Bi kurtahî: Ajokar ne memnûn in, dermanfiroş jî wisa, nanpêj jî wisa. Dikandarên nav taxan gelekan jê kilît li deriyan dane, yên din ber xwe didin. Karê kincdirûtinkaran bi temamî sekiniye.
**
Van rojan meseleya aborî, jiyana civakê zêdetir bala min dikişîne.


