Ev nûçe tê nûkirin....
16.30: UNCEF: Zêdetirî 80 hezar zarok ji ber êrîşa Tirkiyê koçber in
UNCEF got ku zêdetirî 80 hezar zarok ji ber êrîşa Tirkiyeyê ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê koçber bûne û destnîşan kir ku tiştê ku rû dide "Yek ji aloziyên mirovahî herî xirab li cîhanê ye."
16.00: Plana Almanyayê eşkere bû
Wezîra Parastinê ya Almanyayê Annegret Kramp-Krarrenbauerli ser Rojava û Bakurê Sûriyeyê plana "Herêma bi ewle" amade kiribû lê agahiyên berfireh nehatibûn parvekirin. Malpera Spiegel Online agahiyên nav planê weşandin.
Li gor malperê plan ew e ku ligel amurên leşkerên 2 hezar û 500 leşkerên alman jî herin herêmê. Li gor planê artêşa alman hedef dike ku di rewşek wisa de hewce bike helîkopter û balafirên şer jî bikar bîne.
Annegret Kramp-Krarrenbauer ev plan pêşkêşî NATO'yê jî kiribû. Lê di civîna wezîrên parastinê yên NATO'yê (24-25'ê mehê li dar ket) de li hevkirinek çênebû.
Wezîra alman dibêje, "Lihevkirina li Soçî di dema dirêj de dê çareseriyeke polîtîk bi xwe re dernexe holê. Loma em li çareseriyeke ku raya giştî ya navneteweyî jÎ bikeve navê digerin.
15.00: 353 saziyên sivîl: Dagirkeriyê rawestînin
Ji 21 bajaran 353 saziyên sivîl li Demîr Otela Amedê hatin ba hev û daxuyaniyek weşandin. Di daxuyaniyê de wisa gotin: "Em carek din dibêjin ku pirsgirêk bi şîdet û polîtîkayên ewlehiyê nayê çareser kirin. Bi vî awayî pirsgirêka kurd nayê çareserkirin tenê tixuyên kîn û nefterê diçîne. Em wekî piştgirên ked, aştî û demokrasiyê bang dikin ku dagirkirina li Sûriyeyê di cih de bidin rawestandin û piştî şer hat rawestandin bila pirsgirêka kurd bi rêbaza aştî û muzakereyan bê çareserkirin."
Di daxuyaniyê de hat gotin ku şer xirakirin, mirin e, şer neyartiyên ku pêşî lê nayê girtin derdixe pêş û got: "Em bang dikin kurd û tirkên ku hezar sal in ligel hev dijîn ji bo hev cih vekin û bi hev re jiyana xwe bidomînin. Qedera gelê Sûriyeyê bila gelên Sûriyeyê bi xwe diyar bikin."
Daxuyanî bang li qada neteweyî û navneteweyî û hemû aktoran dike ku bêyî felaketên mezintir ên mirovî çêbin ji bo çareseriya aştiyane bikevin nav hewldanan, bêyî pirsgirêka kurd bê îstîsmarkirin bi rêya demokratîk bê çareserkirin, ji bo şerê li Sûriyeyê bi dawî bibe û gelên Sûriyeyê di bin Zagoneke Bingehîn a demokratîk de bên ba hev bikevin nava hewldanan."
14.50: Ji bajarê Silêmaniyê alîkarî gihaşt Rojava
24 konvoyên alîkariyên mirovî ku xelk û rêxistinên bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê ji bo koçberên Rojava kom kiribûn, îro di Deriyê Sêmalkayê re derbasî Rojava bû.
13.00: DYA'yê beşek ji hêzên xwe şandin Bakurê Sûriyeyê
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) biryar dabû ku bîrên petrolê ligel HSD'ê (Hêsên Sûriyeya Demokratîk) biparêzin û bi hev re bixebitînin. Li ser vê ji bo xurtkirina hêza xwe ya dor bîrên petrolê DYA'yê beşek leşkerên xwe şandin Bakurê Sûriyeyê.
Leşkerên DYA'yê ji Başûrê ketin Rojava ku ji ser Qamişloyê re ber bi herêma Dêrîzor ve çûn.
Li Rojava û jêre wê, yanê bi giştî 11 sehayên petrolê hene ku li Sûriyeyê bîrên herî muhîm û zêde li vê herêmê ne. 12.30: Leşkerên Rusyayê li Qamişlo geriyan Leşkerên Rusyayê îro li Qamişloyê dest bi dewriyeyê kirin. Roja 22'yê mehê li Soçî dewleta Tirk û Rusyayê li hev kiribûn ku dewriye bigerin. Serleşkerê yekîneyên polîs ên rus Igor Volgin ragihand ku îro yekem car li kuçeyên Qamişlo, ji wir heta Amûdê û Dirbesiyê, ji wir heta gundê Matala yekem car dewriyeya wan geriyaye. Volgin ragihand ji du aliyan de li dor 210 kîlometre dewriye geriyaye ku e yek di 4 saetan de temam bûye.