Ajansa xwendekaran a nûçeyan ISNA ragıhand ku 9 kovarên li ser sînema û li ser jiyanê hatin qedexekirin.
Sedema qedexeya kovaran wekî 'bêehlaqî' hatiye nîşandayîn û hatiye gotin ku reklama dermanên qedexe hatiye kirin, makaleyên dijehlaqî hatine weşandin.
Di nav kovarên ku hatine qedexekirin de kovarên bi navê Tesvîra Dinyayê, Telaş, Haft ku navdar in jî hene.
Tesvîra Dinyayê di hejmara xwe ya dawî de digel wêneyhen wan nivîsên li ser Nicole Kidman, Naomi Watts, Reese Witherspoon jî nivîsandine
Van kovaran wêneyên lîstikvanên sînemayên ên îranî bi kincên hinek teng û porê wan di bin laçikê re derdiket derve jî diweşand.
(Ji ajansan hatiye berhevkirin)