Ji bo pênaseya helbest û helbestvanî ji roja roj û ta îro gelek kesan sere xwe pê êşandiye û bi gor hizr û ramana xwe gotina xwe gotine. Eger wekî sentezeka pênaseyên heta îro hatine gotin bibêjim; helbestvan ew kes e ku bi peyvan jiyanê şirove dike û wê bi gotinên xwe ji nû ve ava dike ye.
Dema min “Beytik” a Yeqîn xwend ev hatin bîra min. Di beytika Yeqin de jiyan bi her awayî û bi gor hişmendiyeke cuda û bi zimaneke cuda tê ravekirin. Em dibinin ku wî cihê xwe bi zanyarî terxan kiriye, di gotinên wî de tu valahî nîn e. Em dizanin ku helbest ne tenê hewldan û rastiyeke ya peyvê ye, di heman demê de xebatek e. Helbestvan diaxive, bi axaftina xwe re xwe ji nû ve vedibeje, ava dike. Aha “Beytik” vê rastiyê û rê û rêbazên wê li me dide zanîn.
Navê pirtûka wî Beytik e, lê çima beytik? Em dizanin ku beytik ew tiştên ku bi kinahî bi tîrî hatine gotin an nivîsandin. Di beytan de ji felsefeyê bigire heta hemû rengên zanîn û hizirkirinê hene. Vêca beytik hê jî kinkirina beytan e. Dema em li helbestên di berhemê de hatine bi cih kirin dinêrin, ji xwe ev rastî xwe dide der. Wateya din ya Beytikê (beytak) ew e ku navê çivîkekê ye. Ew çivîka ku sibehan bi wîçewîça xwe, strana roja nû distrê, mizgîniya nûbûnê radigihîne me, me ji xew hişyar dike. Di stran û gotinên gelêrî de beytak çûka bêguneh e, sembola xweşikî û spehîtiyê ya dilpaqijiyê ye. Vêca em bi çi awayî lê binêrin jî ‘Beytik’a Yeqîn bi xwe re aramî û dilfirehiyê dide me.
Eger em bi giştî bi rengekî li beytikan mêze bikin em dê bibinin ku rengê reş derdikeve pêşiya me. Rengê reş yê êşê, xemgînî û şîngirtinê ye. Rêya em tê de dimeşin reştariye. Sernavê helbestên di pirtûkê de jixwe vê angaşta min sergihayî dike; tu şev û lale/şev û birin/elametên şevê/şev û neqeb/şev û girî/şev û rê/ez û şev/beyan û şev/şeval û şev/berfanbar/xwîn…Şev tirs e, tarî ye, metirsî ye. Lê di hişê me de her roniyek xwe dide der ku ha ha em derkevin ronahiyê. Dibe ku destnîşankirina ronahiyê bêhtir wê baweriyê dide me. Wekî tişta mirov nejî nikare wê fêm bike û rastiya wê fêr bibe, heta tarî baş neyê zanîn qedr û qîmeta ronahiyê jî nayê zanîn.
Di Beytikê de zeman hêmayeke girîng e, her çi qasî di helbestan de wext heyameke gemar, qirêj û lewitî raberî me bike jî, lê ne bi wextekê ve hatiye sînordar kirin. Ew me dibe heta Adem û Hewayê. Û her bi vî zemanê gemar re di şer de ye û bi gilî û gazin de.
Em serboriya heyîn û hebûnê ji do, îro û ji bo sibê re didine ber pirsan û bi vî awayî dixwazin serpêhatiya heyîn û hebûna xwe ya li vê dinyayê destnîşan bikin û rastiya vê rastiyê vebêjin. Da ku nifşa li dû me bi awayekî rêk û pêktir bijî, xwe ji kil û kêmasiyan paqij bike. Helbet ev helwest bi xwe re bingeha dahatûyeke mirovane, aştiyane û aram jî saz dike.
Vallery dibêje, “helbest, ahenga di navbera deng û wateyê de ye”. Malarme jî “helbest ne bi ramanan lê bi peyvan tê nivîsandin” dibêje. Di helbesta Yeqîn de em vê rastiyê dibinin. Ew gelek caran ji bo aheng û wateyê peyvan serobin dike, ji nû ve dinivîse; tu -tu gobilîn, bêhnbelek, roegalî, ba-jar, şev-înekê, x-we, porkur-d, kur-d û pişk in. Bi vê serobinkirinê wate tîrtir, asoya hêmayê firehtir, wext û zemanê wê dirêjtir dibe. Ji ber wê ye Yeqîn di “Ya dê” de wiha dibêje; “te zimanek kir berpiştî, axek bi pişt kir”. Ev Ziman li kêrê sor bû, dil da Kerbelayê.” Ev rist rastî û girîngiya zimanî ya ku heta îro jî kurdan baş fêm nekiriye bi awayek zelal vedibêje.
Mijarên Yeqîn wekî yê nifşa wî mirin, êş, tenyayî, birakujî, koçberî ne. Lê Yeqîn mijarên xwe rasterast venabêje, lew ew ji vegotinê zêdetir helbestê dinivîse. Ango li me dide hîs kirin, ne ferz kirin.
Yeqîn van hemû destnîşankirinan li ser bingehekê ava dike; zeman. Ev zemanê ku ji Adem û Hewayê tê despêkirin di ya Yeqîn de dûrtir diçe, dibe bêzemanî; wext ne niha, berî zemên bû. Ev daxwaz û xewn û xwestekeke ya helbestvan e ku dixwaze dinyayek hebe lê bê zeman be, ango cinet be; ne mirin, ne kuştin, ne dûrketin…ne..ne ne…ew cinet bi xwe ye. Ji xwe motîfên olî yên di pirtûkê de hatine bi cih kirin jî ya hemî olên sereke yên dinyayê ne. Ji cihûyan heta misilmanan, lê Kabil heye, Kerbela heye ku nehiştiye cihan bibe cinet, nexwe çare; bêzemanî ye.
Yeqîn bi zimanê xwe yê henûn, bi deng û ahenga xwe ya nû û bi bikaranîna hêmayên aso-fireh pencereyek nû ye,.. Beytik trajediya me ya takekesî û ya qewmekî bindest ku rêwitiya wî hê bi dawî nebûye, lew di ‘şev rê’ yê de dibêje: ‘em man li van deran’
De ka em bi helbesta wî re guhê xwe bidin beza xwe ya vê dinyayê…
temen
ji biniya êvarê, karexezalek rabû
bi çargavî, vebirî berrîka bêdar
ketibû qayişê bi kalekî kulek re
ew bayî, kalo bi gopêl
dibeziyan, dibeziyan, dibeziyan
kalo bi dû emrê borî
ew bi dû bedewiyê, bi axê ketibûn
wext ne niha, berî zemên bû
Beytik, Yeqîn H., Weşanên Belkî
berken.bereh@yahoo.com


