Li Almanyayê bi hezaran dikanên ku fêkî, şênayî û cureyên din yên xwarinê û vexwarinê yên ji Tirkeyê tînin û difiroşin hene. Xwediyên firoşgehên bi vî rengî ne tenê tirk lê belê gelek kurd jî hene. Hedefa van firoşgehan tenê kesên ji Tirkiyeyê tên e.
Di piraniyan wan firoşgehan de tenê marqeyên tirkî yan jî ji Tirkiyeyê têne firotin. Ji hêla din ve gelek pêdeviyên rojane hene ku li Ewropayê têne afirandin û bi ambalajeke tirkî derdixin bazarê hene. Wekî mînak piraniya penîrên bi ambalajên tirkî li van firoşgehan têne firotin li Ewropayê têne çêkirin.
Giraniya kurd û tirkan pêdeviyên xwe yên rojane ji van firoşgehan dikirin. Firoşgehên alman heta niha ev piyaseya mezin ji xwe re mîna potansiyel nekiribû hedef. Ev nû du – sê sal in ku çend dikanên mezin yên rêzezincîr hêdî hêdî pêdeviyên rojane yên ku hîtabî mişteriyên ji Tirkiyeyê dikin di nava malên xwe yên firotinê de bicih dikin.
Bêguman her firoşgeheke heyî xwedî navek e lê belê bi giştî bi almanî wekî “Turkisches Geschäft” û bi tirkî jî wekî “Turk Bakali” têne bilêvkirin. Wergera ji tirkî û almanî dibe “Firoşgeha Tirkan.” Lê belê li gor çavdêriyên min piraniya kurdên ji Bakur ev nav ji tirkî wergirtine û bilêvkirina wî piçekî di ser kurdî de dane. Her çiqas gelek kes dibêjin “Dikana Tirkan” jî, piranî peyva “Tirk Beqalî” bikartînin.
“Tirk Beqalî” ne tenê ji bo firoşgehên ku xwediyên wan tirk in tê gotin. Dema xwedî kurd jî be ev nav ji bo wan firoşgehan tê bilêvkirin.
Sedemê vê yekê yê bingehîn nebûna piyaseya bi kurdî ye. Di destpêka salên du hezaran de kurdan jî hewl dan li Almanyayê bazareke xîtabî potensiyela kurdan bike biafirînin. Wê demê bîraya bi navê “Keko” û ya “Roj” ava “Zelal”, penîrê “Zozan”, şeraba “Med” û gelek tiştên bi vî rengî hatin afirandin û di firoşgehan de hatin firotin. Min bi xwe heta radeyekî elaqeyeke baş a kurdan jî ji bo vê piyasê dît. Piştî demeke kurt ev nav hêdî hêdî ji bazarê dûr bûn. Divê mirov sedema jipiyaserakirina van navên kurdî ji xwediyên wan pirs bike û ji wê yekê nikarim di derbarê sedem de tu şîroveyê bikim.
Halê hazir kurdên Almanyayê jiyane xwe bi “Tirk Beqaliyan” berdewam dikin. Lê di dawiyê de dixwazim behsa bîranîneke xwe ya par qewimî bikim ku dikare ji hêla hestî ve eleqeya kurdan a ji bo marqeyên bi kurdî nîşan bide bikim.
Em li cihekî bûn û xwediyê malê got ku şerab û bîraya kurdî li cem wî heye. Piştî binê şeraba “Med” bidane tavê, çû bêyî dilê xwe bîraya “Roj” bîne. Ez dibêjim bêyî dilê xwe, ji ber xwediyê malê ew mîna xemlekî li mal hilandibû û nedixwest were vexwarin. Xwediyê malê çû “bîraya kurdî” anî û hevalekî israr kir ku vexwe. Xwediyê malê got ku ev zêdeyî sê salan e ku ev bîra li cem wî ye û ji wê yekê min meraqa dema bikaranîna wê kir ka derbas bûye an na. Ew tam du sal bûn ku dema wê bîrayê ya vexwarinê derbas bûbû lê belê digel vê yekê jî hevalê me ket ser bîrayê de û bi du qurtan bîra vale kir.
Bêguman ev nimûne nayê wateya ku elaqeya kurdan dê marqeyên bi kurdî ser bêxin lê belê ji hêla hestî ve nimûneyeke ber bi çav e.
zekiozmen@hotmail.com


