Hunermend Tarkan di çarçoveya "Doritos li ku be muzîk li wir e" li Amedê derket ser dikê.
Konsera Tarkan li Stada Zanîngeha Dîcleyê li dar ket. Tarkan bi egala reş û sipî derket ser dikê, ji albuma xwe ya nû stranên xwe pêşkêşî hezkiriyên xwe kir.
Tarkan got ku ew sê sal berê jî hatiye Amedê û wiha berdewam kir: "Ez her gav bi hestên aştiyane têm Amedê. Her dem aştî, hezkirin, dostanî û bi hev re. Hestên min ev in. Em hemû ji bo yekê, yek ji bo me hemûyan."
Tarkan di çarçoveya konserên "Doritos li ku be muzîk li wir e" de 1'ê mehê li Bursayê, niha li Amedê û dûre jî dê 9'ê mehê li Entabê, 11'ê mehê li Edeneyê, 13'yê mehê li Kayserî, 15'ê mehê li Antalya, 24'ê mehê li Trabzon û 27'ê mehê jî dê li Enqereyê konserê xwe pêşkêş bike.
Her wiha huremned Tarkan piştgirî dide têkoşîna Komeleya Xwezayê û ji bo vê yekê straneke bi navê "Uyan (Hişyarbe)" amade kiriye. Di stranên de Tarkan balê dikişîne talûkeya ku xweza di navê de ye û banga yekîtiyê dike.
Strana ku tomarkirina wê ya li studyoyê temam bûye di meha rezberê de wekî CD bi kovara Doga ku Komeleya Xwezayê diweşîne re pêşkêşî raya giştî bikin. Di vê strana Tarkan de hunermend Orhan Gencebay jî bi sazê xwe cih girtiye.
DÎHA - Diyarname
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.