logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin
news-details

DÎSA KANALA RÛDAW!

Rûdaw û kesên li pişt wê disekinin, di vê dema ku qirkirin li ser kurdan dimeşe de, çima wisa dikin...

  • Dîrok: 13/09/2014
  • Beş: Serbest

WIRYA MAMLÊSÎ*

Di gotarake ku min di malpera Awêne beriya çend mehan belavkirbû de, min kanala Al-Jazeera û Rûdaw dabû bi hev û diyar kiri bû ku ev her 2 kanal di çarçoveya siyaset û stratejiya 2 malbatan de xebatê dikin. Di vê rewşa nazik a ku gelê Kurdistanê têde derbas dibe de, ku ev gel li hemberî Enfal û komkujiyên nû li ser destê çeteyên DAIŞ’ê rû bi rû ye, dîsa Rûdaw ‘bêqisûr’ dest bi berovajîkirina rastiyan kiriye û hincet û bahaniyan ji bo rûsipîkirina ew aliyê ku gelê Kurd ê Êzidî bê parastin di nava destên mirovên hov ên sedsala navîn de hişt

. Rûdaw qala wan dehezarên êzidiyan nake ew ên ku ji aliyê YPG’ê ve hatine xelaskirin û ji bo rojavayê Kurdistanê hatine şandin û li wir hatin bicihkirin, dema qala wan hewldanan dike jî wan berovajî dike. Nûçe û hevpeyvînên ku Rûdaw di rojên yekemîn ên karesata Şengalê de li ser rola pêşmergeyên PDK’ê di parastin û rizgarkirina xelkên Şengalê de weşand, dişibihin wêneyên xeyalî yên di romanên Don Kîşot a klasîka îspanî de. Di vê romanê de, Don Kîşot siwarekî sedsala navîn a Ewrppayê ye. Wek tê zanîn siwarên sedsala navîn xwedî keleh, desthilatdar û bi nav û deg bûn. Lê Don Kîşot di romanê de qehremanekî dûrî rasiyê bû, li cîhanek ji xem û xeyalan dijya. Di van xem û xeyalên xwe de davêt ser dujmin, bi ser diket û kelh dagir dikir!.

ROLA BARZANIYAN

Helbet ez li vir naxwazim qala tiştên tewş ên Rûdawê bikim, yên ku dixwazin rastiyan bibînin û ferqa wan û derew/xeyalan ji hev veqetînin, dikarin bi xwe weha bikin, an jî vê encamê ji hin jêderên din derbixin. Ez dixwazim li ser daxuyaniya hin sazî û kesayetiyên başûrê Kurdistanê bisekinim, ewên ku daxwaz ji Serokê Partiya Demkorat a Kurdistan a Iraqê Mesûd Barzanî kirbûn ku devê Rûdaw bigire û sînorekî ji van provokasyonan re deyne. Van birêzan weha fehem kiribûn ku çend kes hene di nava Rûdawê de bi tena serê xwe tevdigerin û destê wan di van van provokasyonan de heye! Tu kanaleke Tv’ê li cîhanê nikare ji çarçoveya rêbaz û siyasea ku jê re hatiye dayîn, dekeve.

Helbet li welatên demokratîk kanalên TV’ên ku girêdayî dewletê ne û weke kanalên ‘public service’ berjewendiyên giştî berbiçav digirin, nabin bibin zirneya partiyeke desthilatdar. Mînak; li welatê Swêd 2 kanalên TV’ê hene ku di çarçoveya ‘public service’ de weşanê dikin. Ev kanal berjwendiyên gel û welat berbiçav digirin û heta nikarin reklamên bazirganî jî biweşênin. Ji bo wê jî ew nêrîn rast nîne dema ku yek dibêje: Çend kesên ‘biguman’ û ‘bişik’ di Rûdawê de van provokasyonan belav dikin û tevliheviyê dûrist dikin ji ber ku sazûmankar û finansvanên Rûdawê vê rêbazê jê re diyar dikin û ew kes tenê mîna amûr dixebitin û tiştê ji wan tê xwestin, dikin.

PROVOKASYONA RÛDAWÊ

Provokasyonên Rûdaw li dijî şoreşa azadîxwaz a gelê kurd li bakur û rojavayê Kurdistanê tişteke nû nîne, lê ya ecêb ew e ku Rûdaw û kesên li pişt wê disekinin, di vê dema ku qirkirin li ser kurdan dimeşe de, dest ji zihniyeta eşîretî û hizbîtî bernedane. Ev provokasyonên Rûdawê li dijî hêzên Bakur û Rojava, reşkirina berxwedan û berovajîkirina rastiya rizgarkirina bi dehezaran êzidî û parastina axa başûrê Kurdistanê, siyaseteke PDK’ê ye. Ev provokasyon timî li ser devê berpirsyarên vê partiyê tên gotin. Mînaka van provokasyon û êrîşên li dijî YPG’ê ji aliyê rayedar û kadroyên bilind ên PDK’ê di reportajek Rojnameya Swêdî Dagens Nyheter a binavûdeng dîtin.

Dagens Nyheter di roja 18’ê tebaxê de hevpeyvîneke li ser DAIŞ’ê bi sernivîsa (Pêşmerge hêzeke biguman û bi dudilî lê tê nêrîn), weşand. Hevpeyvîn ji aliyê nûçegihanên rojnameyê Yosfin Soêld û Roger Toresun li Kurdistanê hatiye amade kirin. Nûçegihanên Dagens Nyheterê li cem pêşmerge li Zaxoyê nêzî sînorê Sûriyeyê hevdîtin bi Emed Mayî re, ku ew yek ji rayedarên pêşmergeyan e, kirine. Dagens Nyheter dinvîse ku Mayî berê li Swêdê şofêrê TAX yê bûye, niha jî yek ji rayedarên pêşmergeyane û li hemberî DAIŞê serkêşiya bereya şer dike! Di hevpeyvînê de tabloyeke derdikeve holê: hejmarêk koçberên êzidî di kamyonan de ji rojavayê Kurdistanê vegeriyane başûrê Kurdistanê. Nûçegihanê rojnameya swêdî li gel hejmarêk ji wan koçberên ku ji çiyayê Şengalê derbasî Rojava bûne û niha vegeriyan başûrê Kurdistanê, diaxife.

Koçber qala hêza YPG’ê dikin lê Ehmed Mayî berovajî koçberan diaxifê. Ez li vir heman metna rojnameyê werdigerînim kurdî. Dagens Nyheter dibêjê: “Mîna hemû koçberên din Nasir jî spasiya PYD’ê ya kurdên Sûriyeym dike ku hevpeyamanê PKK’ê ye, ji ber ku vê partiyê riyeke vekir û bi hezaran êzidî û xirîstiyan rizgar kir û deriyê Kurdistana Iraqê ji wan re vekir. Eger Ehmed Mayî van axaftinan guhdar bike wê rûyê wî sor bibe. Ehemd nikare xwe li axaftinê wan koçberan bigire û bêdeng be, axaftina Ehmed tevahî berovajî ratiyane û bi agahiyên ku Koçber diden, nakok in. Ehmed dibêjê “Ger PYD’ê astengî dernexistiba, wê pêşmerge rê nedabana komkujiya ku li gundê Koço pêkhat!” Ehmed dîsa dibêjê; “dema gotina rastiyan.” Gelo çima hemû koçber qala alîkarî û piştivaniya PYD dikin? Pirseke û Ehmed nikare bersivê bide! Ehmed bihîstiye ku koçber weha dibêjin lê ew ne bi nêrîna wan re ye.

Xwendevanê/a hêja, ev beş e ji hevpeyvîneke bi rayedarekî pêşmergeyê PDK’ê re ye ku ew hemû koçberan derew derdixe û li ser zimanê wan diaxife, tevî ku ev koçber bi xwe di dojehê da bûn. Ev dojeha ku Ehmed û rayedarên PDK baş dizanin û li şûna ku ji PKK û PYD ên ku bi sedanhezar Êzidî xelaskirine re dibêjin sipas, ew êrîşî wan dikin. Rûdaw û kesên derdora wê ewqasî li dijî lojîk û rastiyane ku hemû sinorên şermê derbas kirine. Şêx Reza Talebanî rast gotiye: “Çermê rûyê ew qasî stûre ku şûrê Misirê nikarê biçirêne, eger bike pêlav ta rojê qeyametê wê nedire!”

*Amedekirin: Navenda Kurd/Elman a lêkolînan: http://www.nlka.net/

Ev nivîs me ji Azadiya Welat girtiye

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

'Bila Geliyê Godernê nebe Heskîf'

ad

Em gihîştin roja dawî

ad

Roja Zimanê Zikmakî pîroz be

ad

Heyecana cîhana muzîkê, berendamên Grammy

ad

Nivîskariya Salihê Kevirbirî hat nîqaşkirin

ad

Her kes piştgiriyê dide, em jî didin!

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname