Li gor lêkolîna ku hatiye kirin her kes piştgirî dide qedexeya cixareyê. Em jî didin. Vane ew îstatîstîk.
Li Tirkiyeyê li kafe, loqente û baran di 19'ê mehê de cixare qedexe dibe. Bi kesên ku diçin van cihan û bi xebatkarên van dezgeran re lêkolînek hate çêkirin. Lêkolîn ji aliyê HASUDER (Komeleya Pisporiya Tenduristiya Gel) hatiye çêkirin. Li gor lêkolînê sedî 89,9'ê xebatkarên ku li van deran dixebitin piştgirî didin qedexeya cixareyê. Sedî 85,9'ê kesên ku diçin van deran jî bi awayekî erênî li meseleya qedexeya cixareyê ya li van deran dinêrin.
Lêkolîna ku li Kizilaya Enqereyê hatiye kirin hemû karsaz haya wan ji vê qedexeyê heye.
Her wiha di lêkolînê de derket holê ku sedî 60.6'ê xwediyên van deran, sedî 59'ê kesên ku li van deran dixebitin û bersiva pirsan dane cixareyê dikişînin.
Sedî 70,5'ê xebatkarên van deran gotine ku li cihê ku cixare nayê kişandin mişterî zêdetir kêfê dikin. Ji kesên ku cixareyê dikişînin ji her deh kesan 6 kesî ev gotin piştrast kiriye û beşdarî vê gotinê bûye.
Sedî 91.8'ê xebatkarên van deran, sedî 90'ê kesên ku diçin van deran û sedî 78.8'ê patronên van deran gotine ku qedexeya cixareyê ji bo parastina tenduristiya xebatkaran tişteke baş e.