Çi renge Zaravekî li Kurdistana Iraqê fermî biken!? (2)
Ebdelhemîd Bamerrnî
Seyda deverekê bo Xaneqîn, Bedre, Cesan, Kermenþah û Îlamê çêdiket, belê rastîyêt dîmografî vedþêrît ew rastî jî ewe , Feylî, Lor û Kelhora hemya di wê parça teng da qersokanê pê diket. Her çende hêja dizanît bahra pêtirê ji kerkûkê viber Feylîya dikevît û ya dîjî tirkuman gelek yêt lêheyn. Kerkûk bajêrê Kurdistanê ye belê ne yê Sora û çi cara ji layê rêveberyêve ser bi Silêmanyê nebûye. Devera navîn seyda gelek hingilêt wê pivdidet û her baþ e ne gehandiye ser toxîbê Çînê, çinkî nêzîkî nîva Hewlêrê Kirmancîaxêvin û yêt dîjî Tirkuman û Fele û Sorane, Kerkûk hemî Soranî nînin û ev cihêt wî ji rojhelatê Kurdistanê jî navkirîn, Mehabad, Bukan û Þino hemî Soranî nînin û çinkî Mokiryan û Þikak û hindek Ûcaxêt dî ji Kirmancîaxêvane. Seydayê hêja Soranya te ya Silêmanyê ji toxîbê Silêmanyê û Sine na derkevît, beqê viya xo ji temet Çêlê lêket îna peqî. Her seyday li piþt koçk û tenîra navê Hewremanyê ne îna û hema bi piþt gohê xo ve havêt. Her çende eve zaravekê Kurdî yê mezine û ji qinête û berbihavekê cografî yê mezinê hey. Helbet bivan dîtin û hindekêt bihên, diyar dibît ka Seyda çendê þovîniye û her ji nuke destdihavêtê hindek zaraveya pûç diket. Kirmancîaxêvên ser bi rêberya Hewlêrê ve di gel fireka avê vexut. Li ser devera juryê Kurdistanê, Seyday divêt Zaza jî nehêlît û gurî þovînîzma Soranyê biket, ew êk û ya dîjî gelek parçêt Kirmancîaxêv jî yêt jê vebirîn. Ya sê û ya ji hemya pêtir seyday dilê xo pêxoþkirî, du dever yêt danayn li bin navê jêrî û navîn û ya jêrî geleka biçîkkirî. Devera navîn jî geleka pivday, êk ewî serhizra xo ya standerdkirna soranyê li dîv mînaka Hannoverê ya bi Kurdistanêve peçrîmekirî, herçende hêjay ya xo êxistiye arêþeka dî ew jî ew ku Hannover nakevîte nîveka Elmanya berovajî jî dikevîte juryê welatî, eve þaþiya bikarînana cihî bu bo pþtevanya soranyê û standerdkirnê. Ya di mejyê seydayda ewe, ew hizirdiket ku dêþên bi sanahî destê xo danine ser devera jêrî û eve jî yê kefçika kumdiken hêj neçuyne xazgînya. Seyda eve her arêþe nîne, lêkvekirn û cografya rêveberî çi cara girêday ezmanî nebuye, di mejyê heweda hewe ezman yê kirye binyatê lokalîzm û þovînîzma soranî. hûn du, sê çar û deh dever bin di hijmarêt locîkê dîmokrasyêda kêmî li dîv pêtiryê diçît û kirmancîaxêv 65_70% ji Kurdane, dimînît serbênê dîmokrasyê mafê mirovî di serederya jiyana xoda ku pê liber xo bigeryêt. Ez bawerim jî devera jêrî teya çêkirî da li serokya siyasî ya Silêmanyê bo xo hinde dirava pêwergirî. Çinkî mîrê Xaneqînê yê digel wan û bizavê diket da bi Xaneqînê bextiyar bît. Seyda berêxodê Kerkûk kîve çu û Xaneqîn jî belbûka wê ye, seyday ew dever jî yêt bo xo helgirtîn yêt petrol lêhey. Bawer bike seydayê hêja kaudanêt jiyana xelkê li Dubey xoþtir nînin ji yêt Berlîniyan. Seyday û serkêþêt wî hej nuke Kurdistana lêkvekirî û vêca min ji wî mêrî divêt yê pêkhatina partî û êkatî vi serê min da bibetexarê û min ji wî mêrî divêt yê Fela û Tirkumana baweryê bo çêket, ewêt digel xo dirast nebin dê digel wan bi rastî serederyê ken.
Serborê sê devera jî seyday ya ji seydayêt xo yêt Erebêt Þî`e û Sinne wergirtî û difiroþîte me, ez hevrikya hemî nivîserêt þovînistêt soranyê li vî delîvey dikem, heke biþên tiþtekî aþkiraken ku ji dojminêt Kurd û Kurdistanê newergirtibît û bi ser serê me daken û êdî ez bawer dikem ku eve li ser kîstê devokêt ezmanê Kurdî û ezmanêt biyanî dimerdin da soranyê bikene ezman û standard ji ken. Ji pirtûkxana þovînizma Tirk, Ereb û Farisa dersêt felsefa kuþtina Kurdiyê ne soranyê werdigirin. Min gelek gotna nesoranyê got û merema min jê ewe:
1_ Soranî ezman nîne û devoke û nîva wê pêtir farisiye.
2_ Kurdî jî ezmanê Kurdistanê ye bi hemî zaraveyan ve ji bilî soranyê, xelkê Kurdistanê jî hemî dihêjane û devokêt wan jî di hêjane û hêjay standerd bunê ne, her devokek li cih û warêt xo ji luka berhevkirnê heta vi pirofîsuryêra digehît, da Kurdistanya hiþa hêjayî ya kesînyê bo çêbibît û xo wekî kesekê dirust di devokê xo da linav mal û welat û ezmanêt Kurdistanêda bê kêm û kasî binyasît. Nivîserêt þovînî yêt sora bi du rûya xo kifþ diken û serederyê jî diken. Dema dihêne ser jêrya Kurdistanê, bi soranî Kurdistana Îraqê, dibêjin bila ezmanê pêtiryê ezmanê standard bît, heku dibîte gera hemî Kurdistanê, wekî vî hêjay, daxaz diken sê devera çêken û her deverek bi zaravê xo bixûnin û binivîsin, ji ber ku baþ dizanin pêtirya Kurdîaxêva kirmancîaxêvin. Belêpa seyda hêj di nav deverêt xo da dîsave çend devokekêt Kurdî diêxne jêr destê kolonyalîzma soranyê û divêt devokê Baba Tahirê hemedanî dibin dest û pêt xo veden, Hewremanyê di îsle (me`isere) ya soranyê da bimerçiqînin û bikene duþava pêxarna soranya farisî… hêþta.
(( Merema min ew nîne ku devokê Behdînî _behdînyê ji kirmancîyê vediket, da hêja xo ji þerê hemî kirmancîaxêva dûr bêxît û vê bihêlît heta behdîna dinav xoda bihelînît (assimilation) û bi rêka wan Împiryalîzma soranî- firensî liser poza parçêt dî yêt Kurdistanê ferket _yan devokêt dî yêt Kurdî piþtgoh ve pavên _ eve direwe _ berovajî, ji bilî hindê ku delîvê tureyî û gehandinê û axiftinê( axaftin ) yê rojane ya xo kar pê biken, pêtviye li xandingeha jî ligel devokê fermî yê dewletê, behdînî û hemî rengêt dî yêt nemazeyî, bo mînak kelhorî û hewramî _ lurî û zazayî û feylî negotîne _ her êk li xandingehêt devera xo wekî derseka nemaze bêne xandin. Ji zanîngeha ezmanî piþkêt ezmanî bo bêne vekirin bo lêheliþkaftin û pêþvebirnê)). Seyda kirmancîaxêv ji salêt 1920 a were vê dizanin, heku seydayêt hewe ( kemalîsta )dersa kuþtina kirmanciyê di destura xo da dinivîsî.
1_Eve erþîvkirna kirmanciyê ye digel zaravêt dî, bi mejî û destura Tirkî. Erþîvkirn jî bo wî tiþtî têtekirin
yê; a/ Yê mirî bit,b/ Dem biserve çuyî bît, c/ Mirovî bivêt nehêlît, veþêrît û kes çi jê nezanît. wan divêt hergav berê xo bidene ezmanogirafya Kurdî û kîna xo darêjne ser devokêt dî bi hîstîrî pêbikenin û bêjin, me hûn kuþtin. Wan divêt dîroka Kurdistanê bi erþîvkirnê bikujin û êka soranî _ farisî li þûnê binvîsin.
2_Deqa nivîsîna wê qanonê ye ewa vê dîmahyê seydayêt wî yêt Tirk bo rêdana ezmanêt dî yêt ne Tirkî wekî dersêt nemaze li deverêt kême milletêt ne tirk xandina wan destûrday, derdikevît ya wergirtî. Helbet eve jî xandingeha seydayêt hizirrewþî ya sora, têgehiþtî yêt kemalîzmê, piþtî xo bi deha sala liber senga givaþtina ewropa girtî û neçarbuyn û ev qenckirne di desturê xo da kirî, tên bi dilovanî bi me re difiroþn, ne sopas kulanî jî li devera kirmancîaxêva vê yarya pîs dizanin.
3_ Seyday di dilîda heye devokêt dî xo li nav mala jî berbendket, heku dibêjît: dê bila çi nîne; bes pêçulkêt landka diþên bo xo bi behdînî girî biken.
4_ Seyday nevêt devokêt dî ne ji dûr û ne ji nêzîk nêzîkî soranîaxêva bibît, þinkî nabêjît bila devokêt dî jî li Silêmanyê bihêne xandin. Bi kiryar jî ev e ya hatyetekezkirin.
5_ Dersa nemaze:
a/ Hemî çîr û mijarêt xandin û zanînê pê nahêne xandin, wekî Cografya û Dîrok û Matmatîk û Felsefe û Welatperêzî û zanînêt xoristî û serborî ( Ilum tebî`îye we tecrîbîye) wekî Fîzîk û Kîmya û Rêveberî Aburî û Serhijmarî …hêj, çinkî eve dê li ser nafka ezmanê soranyê hêteve birîn.
b/ Dema ew hiþ li cem xelkê çêbu, ewa, ew pê dixûnît ne cihê pûtepêkirnêye, nagehîte zanîngehê û dê piþtguh ve hêtehavêtin. Seyday divêt em bi xo kirmancîyê bi derbazbûna demî piþtgohê xo ve pavêyn, ji ber hindê dibêjît (( merema min ew nîne ……. Piþtgoh ve pavên)), wan divêt bi fêlbazî wê biken. Îbrahîm Eþþewaf li salêt 70 êya ji sedsala bûrî li navicîya Bamernê: Gotibû me heke hûn Kurdîyê bixûnin hûn naçine zanîngeha û dê bine polîs. Aferîn seyda yê refîq bi ezmanê be`isîya bi me re dipeyvît.
c/ Dersa nemaze yê bivêt dêxûnît û yê nevêt jî na xûnît û îdyumêt zanînê bo jiyara rojane û darêtina sitratîcî ya paþerojê û pêþveçuna têgehiþtina xelkî cihê xo têda nagirin. Ew ezman dê wekî tiþtekê kevirbuy lêhêt û di cihê xoda mînît.
6_ Piþkek li zanîngeha ezmanî bo her zaravekê bête vekirin, evê du rûyêt nebaþ yêt heyn:
a/ Dewletêt serdagirêt welatan vî karî digel qinêta ezmanê milletî diken, ev e jî rûyê bêþerm yê soranyê diyar diket, ku ew wekî dewleteka serdagir (mohtel) digel kirmancîaxêva serederyê diken û xo dikene Întîdab li ser kirmancîaxêva û da çi ji ezmanê xo nezanin û pêtir di ezmanê wan bigehin û wekî berjewendiyên soranyê hizir biken.
b/ Evê merdanyê mirov digel ezmanêt biyanî diket, piþkêt zanînêt Kurdî nuke her ji Asya heta Ewrupa yêt heyn û ne dikêmin jî. Bi vê merdînyê ewan divêt soranyê danne þûna kirmancîyê li derve û ew jî bi behaneya eve devokê soranyê bi lukeka navîne û pêtvî nîne da biþên xo danne cihê wê û kûrya sitratîcî ya kirmancîyê binbirken. Herwesa çi roja wan bivêt diþêt piþka zanînêt zaravêt nesoranî û yêt biyanî dê dergehê wan girît.
(( Heke em liser vê pêknehatîn hîngê dê neçarbîn we bikeyn herwekî hinde welat diken, biçîne vê rêkê, li her cihekê Kurdistanê û li her xandingehekê bikêmîve heke deh mirova viya bi ezmanê sitanderd)) _ merem soranye, seyday ji gayê rastiyê guhê nîþa xelkê day, ew jî bi gotina ezmanê standard xendiqand, ez dibêjme wî ew ezmanê 17% ê ji genca diravê Îraqê ye û ezmanê fiftî fiftî ye, ne ezmanê standerd e _
((yan bi behdînî bixûnin pêtvî ye bo veken, di delîvê torey da nivîser biryarê bidet bi çi ezmanî binvîsît)) _ Li vêrê rêya hatye dan bo kirîn û firotina ezmanî û nivîserî, ji ber hindê seyday ev e ya gotî. Li vê rê sora dê mifayken çinkî dirav û dahatyê deverê hemî yê di destê wan da ew bo pilîpitkanê (tela`îb) pê diken. Ji ber hindê jî sora pêtir diravê li cem xirvebuy dêþên hinavêt lêwaz kirin, çinkî her nivîserekê kirmancîaxêv xo bifiroþîte soranyê xo civîna jî bidet li Silêmanyê diravekê baþ didenê. Ew nivîserê kirmanvîaxêv ewê bi Erebî jî binvîsît hêj pêtir diravî didenê, boçî? çinkî ew wê pirtûkê dikene soranî hiûa nivîserî disujin û pê dirêjlka jî li zikê kirmancîaxêva diden û kirmancîyê bi lêwazî sexlet diken, ev e jî dersa wezîrê taþandinê (wezîr perwerdê) yê demê Îsmet Înono ye. Ez bo wan nivîserêt kirmancîaxêv ewêt bi Erebî û soranî dê parçe hozana Hacî Qadirê Koyî nivîsim da hizra xo tê da biken, dibêjît: (Eger kurdê zimanî bawkî nezanê muheqeq daykî hîxe ba bizanê). Bo nivîserî jî zanîn tinê peyvîn nîne, zanîna wî serderî û nivîsîne digel ezmanî. Ew kirmancîaxêvêt bi Tirkî dinivîsin, ez bawerim, biçine Silêmanyê civîna jî biden dê hêne bexþîþkirin, çinkî ew û Tirk bi dijî kurdînyê hevsozin. (( Di nivîsînêt hikumetê jî da her deverek bi devokê xo binivîsît ji her du devokêt mezin _ dîkilê xo îna rêza gamêþêt xelkê _ di mîdyayêt belavkirnê jî da pêtvî ye nêzîka 25% ê behdînî bît _ çendê merde û pêþketye _ evê pêkhatinê dê salê gelek milyar têçin)). Kirmancîaxêv _ Bi ezmanê kolonyalîzma soranî behdînî _ li jêrya Kurdistanê _ Bi ezmanê kolonyalîzma soranî Kurdistanî Îraq _ Pêtirya hijmara ainkcîyane:
1_ Kerkûk ya feylîyane û Tirkoman û Fele jî lê dizorin.
2_ Hewlêrê nîva wê kirmancîaxêvin û Fele û Tirkoman jî gelekêt lê heyn.
3_ Li Silêmanyê Farisî þirîntire ji soranyê, pêtir gohdarya Goguþê û Daryuþî ji Nasirê Rezazî diken û herwesa ya tijye ji hewremanya. (( Bi dîtna min ezmanê fermî yê devera Kurdistanê hema çi bît eve arêþeke û ezmanê zanîngeha tiþtekê dî ye. Ez wesa baþ dibînim ku li zanîngeha nexasime li piþkêt xandinêt zanayî serburî bes bi ezmanê îngilîzî bît. ji ber hindê ku ezmanekê dinyayî ye, pêtir ya pergal û çepkirî û jêderêt zanînê û tureyî û IT li seranserî dinyayê bi vî ezmanîne _ mineteka mezine _ milletekê pêþketî wekî Elmana _ eve cihê hêbetyêye , ji standerdî ya soranî hate xarê _ neþêt verêjêt zanînêt Îngilîzî êkser wergêrîte Elmanî )) _ Niza seyda tiþtekî ji Elmanyê dizanît an ne? Çinkî li serê nivîsînê wî xo kire hostayê ( Hox Duyç) û þehrezayê çawanya çêbûna ezmanê fermî yê Elmanî û hêz û biryêt Elmana jî kêþan û pîvan. Heke to yê hêja yê li wê qadê þehrezabay! Pêtvî bû te ev e ne nivîsîba, bes ez lê nagirim çinkî hemî sora nivîs berperêt têgehiþtina xwe bi nav û gotnêt biyanî tijî diken, hêja pirtûkêt Îngilîzî, bi ezmaê Elmanî di êk roj da dihênexarê, heke êka li sernavvebirînê ( Îmtiyaz) nebît. (( Hemî demekî ya li paþe çinkî wergêranê dem divêt, vêca em Kurd dê çawa þêyn. Li vêrê em li ser wan welata na axivîn, ewêt Hukimdarêt wan dîktatorîne û dipaþketîne, ku dinavda milletêt dardest divêtin kême milletêt dî jê bibet û ezman û kolturê wan berbendket, wekî Îran û Tirkya û Sûryê )). _ Berik bi ser xo da dane, heke hêþta wan çi di desta da nîne û kêmîne, li Kurdistanê 5% ê ji dernakevin. Nuke li jêrya Kurdistanê kirmancî berbendkir û hewramî û lorî û kelhorî û zazaya jî navêt wan li piþt koçk û tenîra jî na înît. Bes ev e dîmokratya soranye, wekî hevpiþkîya Be`sa Erebî, Tiþtekê mistire ji hemî kêmasya. Seyda Tirk, Ereb û Farisa Kurd bi dirêjya dîrokê hevrikyê digel diken. Xodê neket mînaka hewe li çi cihî peydabibît, heke pêtvîye xelk bi tirkî û erebî û farisî = soranî destava xo xoþket. çinkî hûn yê nanê garisî dixun û tirêt pîlay dikenin.(( Welatêt dî yêt pêþketî heyn wekî Nerwîc, Keneda, Elmanya, Siwîsra, Îngiltera û Belcîka û gelek ji welatêt dî jî wekî Çîn û Hindistanêku gelek Ezman û gelek devokêt lê heyn. Nerwîcê du milletêt jiqinêt tê da dijîn, Nerwîcî û Sam, Lep jî dibêjnê. Ezmanê Nerwîcê jî du devokêt serokene ew jî, Bokmul û Nînoriskî, evan her du devoka arêþeka mezin ya bo xelkê çêkirî, çinkî diravekê mezin yê bo danay, 25% ê hemî alavêt belavkirn û xandingeh û çepkirya, divêt bi ezmanê nînoriskî bît û her bajêrvanyek bi xo biryardet ka kîj devokî jê bigrît, çinkî li ser êk ezmanê êkgirtî pêknahên.Her arêþekê çareyeka hey heke dûr ji xoperêsî û deverperêsî, dilsoj gêngeþê li ser biken))._ Nivîsîn ji serî heta binî demargirya deverî ya seydaye, ewî divêt wekî miyê ji mastî kêþay xo jê bikêþîte derê û xo bivê rêzkê veþêrît. Li ser Bokmul û Nînoriskî û têçuyêt vê arêþê, herçende nîne, pêtviye seyda dizanît ku Nerwîcê çi arêþêt diravî û mezaxtinê nînin. 25% ê ya Nînoriskî, ez bawer nakem seyda di vê jî da yê saxlem bît, çi pênevêt serhijmara hatye kirin, belêpa seyday 25% ê ya ji nav girtî da kirmancîaxêva bi kêmkirin bo rêjya wî divêt bixapînît û razîket. Bêy sopasî, digel kirmancîaxêva li jêrya Kurdistanê, li ser binyatê serbênê ( mebde`i) ê dîmokrasya soranî _ ez heme to pêtvî nînî hebî _ serederyê digel me diken û keremêt xo li ser me zitdiken. Nerwîcya arêþa ezmanî û aburê nîne, wan arêþa çawanya rêvebirna dewletê ya hey. Çawa Bokmul û Nînoriskî wekîêk pêþkevin û nuke jî milletêt dî hatneser. Ez bawer dikim Nînoriskî ji landkê heta gorê bi ezamanê xo dixûnît û dipeyvît. Têdîtin: 1_ Ew nivîsîna linavbera du kivanêt husa (( )) ew ya wergêraye ji soranî.2_ Ew nivîsîna linavbera du nîþanêt husa _ _ ew þiroveyêt minin.3_ Ew nivîsîna linavbera du kivanêt husa ( ) ew ramanêt gotnane.
***
Bi vê nivîsê ve girêdayî nivîsa yekem a Ebdelhemîd Bamerrnî: Çi renge Zaravekî li Kurdistana Iraqê fermî biken!?
Têbiniya Diyarnameyê:
Me ev nivîsa bi devoka behdînî wekî ku nivîskar ji me re þandibû, weþand.