Dengdayîna ji bo Hilbijartina Serokomariyê dest pê kir
Diyarname
Îro li Tirkiyeyê ji bo Hilbijartina Serokomariyê dengdayîn heye. Hilbijêr ji serê sibê de berê xwe dan dibistanan û dengên xwe didin.
Bi giþtî 52 mîlyon û 894 hezar û 115 hilbijêr hene. Hilbijartin serê sibê saet 08.00'an de dest pê kir. Selahattin Demirtaþ, Recep Tayyip Erdogan û Ekmeleddîn Îhsanoglu berendamên Serokomariya Tirkiyeyê ne. Di hilbijartina îro de yek ji van sedî 50+dengek bigire dibe serokomar. Ger yek jî negihîje vê rêjeyê du berendamên herî zêde deng girtine di dora duyem de bi hev re bikevin pêþbaziyê.
Heta saet 17.00 hilbijêr dikarin herin dengên xwe bidin. Piþtî wê sindoq têne girtin. Li Tirkiyeyê YSK (Lijneya Bilind a Hilbijartinê) saet dor 21.00'an hêdî hêdî encaman eþkere dike, lê li gor rewþê berî vê saetê jî dikare eþkere bike.
...Emê agahiyên li ser hilbijartinê pêþkêþ bikin...