Diyarname
Berî hilbijartinê anketa dawî ji aliyê "Gezîcî Araştirma" ve hate kirin û hate eşkerekirin.
Kurtedemek berê A&G û KONDA* anketên xwe eşkere kiribûn, îro Gezîcî Araştirma anketa xwe ya dawî ku kiribû eşkere kir. Gezîciyê di navbera 2-3'ê gelawêjê de li 38 bajaran, bi 4448 kesî (nîvê wan jin) re anket çêkiriye. Di anketê de diyar bûye ku sedî 85 dê herin dengên xwe bidin. Gezîcî encameke wisa weşand:
R. Tayyip Erdogan: Sedî 55,3
Ekmeleddîn Îhsanoglu: Sedî 34,6
Selahattin Demîrtaş: Sedî 10,1
A&G'yê gotibû de Demîrtaş sedî 11,6, KONDA'yê gotibû dê Demîrtaş sedî 9 dengan bigire.
Nûçeya eleqedar:
*Li gor A&G û Kondayê dê Demirtaş çiqas dengan bigire?


