Diyarname
Serokê Giştî yê ÎP'ê (Îşçî Partîsî) Dogu Perincek bersiva pirsa "Dê dengê xwe bide kîjan berendamî da?"...
Serokê Giştî yê ÎP'ê Dogu Perincek li ser dengdayîna ji bo Serokomariya Tirkiyeyê îro li avahiya xwe ya li Stenbolê daxuyanî da çapemeniyê. Perinçek berendamê gelan Selahattin Demirtaş û Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan xistin heman astê û got ku ewê dengê xwe nedin herduyan jî. Perinçek wisa got: "Ji bo Tayyip Erdogan û Selahattin Demirtaş deng nîn e. Ji ber ku ev ew hêz in ku emê wan têk bibin. Ji bo yên komarê didin ber hilweşandinê û ji bo yên cudaxwazan deng nîn e. Ez bang li hemû gelê me yê here cem sindoqê û neçe, yên deng bikar bînin an neynin ez dibêjim ku Tayyip Erdogan derkeve Çankayayê jî miletê me dê wî ji wir daxe."
Perinçek ji bo Ekmeleddin İhsanoglu jî got ku ew ne kefîlê wî ne ji ber ku kesek wisa nîn e.


