Diyarname
63'yemîn Festîvala Porteqala Zêrîn a Antalyayê îsal di navbera 24-31'ê kewçêrê de li dar dikeve. Festîvalê biryar ku serokê juriyê derhêner Derviş Zaim be.
Ji bo serîlêdana festîvalê dem heta dawiya vê mehê ye. Yên bixwazin heta dawiya mehê bi ser malpera wan a fermî re berhemên xwe bişînin. Festîvalê di Pêşbaziya Fîlmên Metrajdirêj a Neteweyî de xelat wekî 5 mîlyon TL diyar kiribû. FesTîvalê niha jî serokê juriyê eşkere kir.
Derhêner Dervîş Zaîm wekî serokê juriya ku dê serketiyên Pêşbaziya Neteweyî diyar bike hat eşkere kirin.
Derhêner Zaim piştî ji Beşa Îşletme ya Zaningeha Bogazîçî mezûn bû li Zanîngeha Warwickê Di Beşa Xebatên Çandî de lîsansa bilind temam kir.
Zaim heta niha 10 fîlmên metrajdirê, 2 belgefîlm kişandine. Zaîm bi "Tabutta Rovaşata" (1996), "Filler ve Çimen" (2000), "Cenneti Beklerken" (2006), "Nokta" (2008) û "Golgeler ve Suretler" (2010) yanê bi 5 fîlmên xwe yên cuda beşdarî 5 festîvalên Porteqala Zêrîn bûye û li vir bi temamî 18 xelat girtine.
Derhêner Zaim niha jî li festîvalê dê wekî serokê juriyê biryara belavkirina xelatan bide.
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Xelata Kedê didin Abdurrahman Keskiner û Suzan Kardeş
- Porteqala Zêrîn xelatê dide Menderes Samancilar û Tilbe Saran


