Diyarname
Julian Assange, li dinyayê bi belgeyên ku weşandin her di rojevê de ye. Otobiyografiya wî ku heta niha li 38 welatan ji bo çapê hatiye amadekirin, li Tirkiyeyê li tirkî jî hate wergerandin û û amadekirin; di meha sermawezê de dê tevî hemû dinyayê bê weşandin.
Avakarê Wikileaksê Julian Assange bi belgeyên ku weşandin li dinyayê navdar bû. Ew bi îdîaya tecawizê du jinên swêdî kiriye hatibû girtin û wî li girtîgehê dest bi nivîsandina vê otobiyografiyê kiriye. Bi vî awayî otobiyografî bûye mijara nîqaşê jî.
Di otobiyografiya xwe de Julian Assange bi awayekî samîmî qala zarokatî û jiyana Julian Assange ê îro dike; her wiha qala avakirina Wikileaksê û pêşketina wê dike.
Assange îdîa dike der barê Tirkiyeyê de jî gelek belgeyên balkêş di destên wî de hene.
Otobiyografiya Julian Assange niha li 38 welatan hatiye firotin û li Tirkiyeyê jî Weşanên Alfa ew daye wergerandin û di meha sermawezê de dê ragihîne xwendevanan.


