Diyarname
Serokwerîza Karên Derve ya berê ya DYA'yê Hillary Clihton hefteyên borî pirtûkek bi navê "Hard Choices" (Biryardayîna Dijwar) pirtûkek nivîsîbû. Pirtûk bi îngilîzî li gelek welatan dest bi firotina wê hate kirin. Lê li Çînê hate eşkerekirin ku bi zimanê wê yê orjînal an bi wergera wê, ev pirtûk li Çînê nikare bê firotin.
Pirtûk 656 rûpel e û têde bîranînên Clinton, "biryarên ku ji mecbûrî" hatine girtin hene. Tê gotin ku ji ber vê naveroka wê li Çînê rastî tiştek wisa hatiye. Clinton di beşekê de hikumeta Çînê dide ber rexneyan û wê wekî "Navenda tevgera dijdemokrasiyê ya li Asyayê" bi nav dike.
Rêveberê Weşanên Simon & Schuster Jonathan Karp ku pirtûk weşandine biryara qedexeyê wekî "Bêsiûdiyek" nirxand.