Diyarname
Li Tirkiyeyê sînorê birçîbûnê 718 YTL ye, sînorê feqîriyê jî 2 hezar û 339 YTL. Yanê: Em hemû birçî ne, em hemû feqîr in.
Li gor "Lêkolîna Sînorê Birçîbûn û Feqîriyê" vê mehê sînorê birçîbûnê ya malbateke ji 4 kesan pêk hatî 718 YTL ye. Û sînorê feqîriyê jî 2 hezar û 339 YTL ye. Ger mirov bifikire ku li Tirkiyeyê asta mehaneya asgarî 542,90 YTL ye ev encam derdikeve holê: Em hemû birçî ne, em hemû feqîr in.
Turk-Îşê ji bo meha borî asta birçîbûnê wekî 710 YTL 82 YKr diyar kiribû, di vê mehê de ev derket 717 YTL 99 YKr.