Diyarname
Fûara Pirtûkan a Mezopotamyayê di navbera 30'ê sermawezê û 8'ê berfanbara 2024'an de li Amedê li dar ketibû. Polîs hatibûn ber standa Weşanên Aramê û pirtûka Mahmut Aba "Dildarê Serkeftinê" û pirtûka Hatip Dicle "Efrin Direniş Gunlugu" (Rojnivîska Berxwedanê ya Efrînê) desteser kiribû. Li ser vê yekê bi îdîaya "Alîkarî û piştgiriya rêxistinê kiriye" doz li Xwediyê Weşanên Aramê Hakki Boltan û xebatkarê wan Delil Zengeralp hatibû vekirin.
Niha 4'emîn danişîna vê dozê li Amedê li dar ket. Parêzerê Boltan û Zengeralp ê bi navê Resul Tamur li dozê amede bû. Dozger xwest ew bêne cezakirin. Parêzer Tamur ji bo parastina xwe bikin dem xwest.
Doz ji bo 1'ê berfanbara 2026'an hat taloqkirin.
**
Nûçeya Eleqedar:
- Li Fûara Amedê dest danîn ser pirtûkek din jî
- Polîsan dest danî ser 3 pirtûkan
- 2024: Hemû pirtûkên bi kurdî, va ye lîste
- Hemû pirtûkên bi kurdî: Ji par zêdetir in


