Enqere
Li Meclisa Tirkiyeyê îro hevdîtin li ser Pêşnûmaya Zagona Hilbijartinê ya Serokomariyê hebû. Lê ji vê zêdetir nîqaşa peyên "Kurd" û "Kurdistan"ê mohra xwe li danişînê dan.
Mebûsê BDP'ê yê Mûşê Demir Çelik di axaftina xwe de got ku wî heta 7 saliya xwe tirkî nedizanî, Wekîlê Serokê Meclisê Sadik Yakut mudexeleyê Demir kir. Ji Koma BDP'ê nerazîbûna wekî "Hûn mudexeleyê her axifgerê me dikin" bilind bû. Paşê Mebûsê Mûşê yê BDP'ê Sirri Sakik mafê axaftinê girt, rexne li Yakut kir û got: "Bi vê nêzîktêdayînê mirov nikare tiştek biguherîne. Em di komîsyonê de federasyon jî, rewşa xweserî jî nîqaş dikin. Hûn li vê derê mudexeleyê her axaftinê dikin. Ger armanca we ew e ku hûn bên cihê Wezîrê Karên Hundir İdris Naim Şahin vê yekê bi ser me re nekin."
Li ser nîqaşê Wekîlê Koma BDP'ê Hasip Kaplan mafê axaftinê girt û got: "Bi înkarkirina me hûn nikarin tiştek bi dest bixin. Çûn çima me înkar dikin. Hûnê li me binêrin û peyvên kurd û Kurdistanê li me qedexe biin, wisa nekin, me bi we re qederek hevpar kiriye. Em hemwelatiyên Komara Tirkiyeyê ne."
Kaplan got ku berê Mustafa Kemal jî bê hejmar car peyvên kurd û Kurdistanê bikar anîne û li ser vê ji notên ku li meclisê têne girtin mînak dan.