Perwîzê Cîhanî
Hîç guman di wê da nîn e, ku Şerefxanê Bedlîsî, Şerefname bi danisqe (emden/absichtlich) û ji bo nasandina kurd û Kurdistanê nivîsiye. Gava ku mirov Şerefnamê dixwîne, mirov dibîne ku Şerefxan nexşeya Kurdistanê dikişîne û arezûya Kurdistaneke serbixwe di deryaya dilê wî da pêl vedide. Ew bi nivîsîna Şerefnamê erdnigariya Kurdistanê dike û nîşan dide ku welatê kurdan di destên kurdan bi xwe da ye û kurd in ku li welatê xwe da fermanrewayiyê dikin.
Ez naxwazim li ser Şerefnamê û naveroka wê û peyama Şerefxanî binivîsim. Tişta ku ez han dam, ku van çend rêzikan rêz bikim, wergera Şerefnamê ya kurmancî ya wergêrê hêja Zîya Avcî ye. Her çend ku ev pirtûk pêş da hatiye weşandinê, lê ez vê wergerê taze dibînim. Gava ku mirov wê wergerê dinêre, bêyî li ber çavgirtina şaşiyên tewang û ergatîvê, û şaşîtiyên di wergera helbestan da, mirov dibîne ku wergêr di karê xwe de ta radeyekê serketî ye, lê li gelek ciyan da dema ku mirov wê û farsiya wê dide ber hev, mirov rastî şaşiyên zeq tê. Lê mijara ku mirovî diêşîne, navên pişkek ji mîrgehan e, ku bi şaşî hatine nivîsîn û tîpguhêzkirinê.
Şerefxanî xwe êşandîye, şevnixûnî kişandiye, da ku navê cih û war û wargeh û mîrgehên kurdan bi dirustî di dilê dîrokê de bineqişîne, û nehêle destê rojgarê û bihorîna sal û deman navê wan warge û mîrgehên kurdan ji holê rake. Lê mixabin hêja Zîya Avcî navê kirtek ji wan ciyan bi şaşî tîpguhêz kiriye.
Helbet negotî nemîne, pişkek ji van şaşiyan mirov dikare bide pal rênivîsa zimanê farsî, lê pişka dî jî xemsariya wergêrî bi xwe ye. Wergêr di dema wergeranê da pirs bi kesên ku şarezayî navçeyên cur bi cur ên Kurdistanê ne, nekiriye. Pirs bi farsîzanan nekiriye. Wate lêkolîn nekiriye û tenê tîpguhêzî kiriye û ew jî bûye hegera van şaşiyan.
Hindek ji van şaşiyan li wergera Mamosta Hejarî de jî li ber çavan dikevin, lê ew hindî şaşiyên ya kurmancî nîn in.
Ez dê li vir tenê şaşiyên navê wan war û mîrgehên rojhilatê ku ez bi xwe di wan de geriyame û wan cih û waran baş nas dikim, destnîşan bikim û rastvekirina navê cih û war û mîrgehên dî bi hêviya kesên şareza li navçeyên dî yên Kurdistanê ve bihêlim.
Hêja Zîya Avcî navê van cih û warên ku di Şerefnamê da hatine, bi şaşî tîpguhêz kirine. Avacîq, Sokmenabad, dol, Tergever, Aşot, Şerûr, Mukrî.
Avacîq bûye Ûçoq,
Sokmenabad bûye Sekmenabad,
Dol bûye Dewl,
Tergever bûye Terkor,
Aşot bûye Aşût/Aşît
Şerûr bûye Şirûr
Mukrî bûye Mekrî
Her wisa navên Zengene, Sîyabaz, Çignî û Kilîsê bi şaşî hatine tîpguhêzkirinê.
Min pêş de farsîya Şerefnamê xwendiye. Li ber wê hindê hewce nedikir ku ez wergera wê ya kurmancî jî bixwînim. Lê min tenê awirek da serhêl û pêrista pirtûkê û ez rastî van şaşiyan hatim. Bêguman eger mirov wê pirtûkê hemûyê bixwîne, mirov dê rastî gelek şaşiyên dî jî bên. Hindek şaşiyên dî jî ku mirov nikare çavên xwe jê bimiçîne, li pêristê da hene. Ew jî şaşiyên rêzimanî ne. Hegera van şaşîyan jî ew e, ku hêja Zîya Avcî li ser navên mîrgeh û eşîretan lêkolîn nekiriye û gelek caran navên mîrgehan wekî navên eşîran û navên eşîran jî wek navê mîrgehan rêz kirîye. Nimûne:
Di derheqê Begên Zerzayê de-
Di derheqê Begên Kelhurê de-
Di derheqê Begên Sîyamensûrê de…
Ev her sê nav wekî navên cîyan hatine rêzkirinê.
Ev her sê nav ne navên mîrgehan in, lê navê eşîran in. Navên eşîran di vê rewşê da natewin. Eger em bêjin: begên Zerzayê, wate ciyek heye ku navê wê Zerza ye. Lê Zerza ne navê ciyan, belkî navê eşîretekê ye. Kelhur jî her wisan. Rastîya wan hevokan wiha ye:
Begên Zerza, Begên Kelhur, Begên Sîyamensûr…
Ez hêvîdar im, ku li çapên bên da ev şaşîtî bên serrastkirin û ew helbestên ku bi şaşî hatine wergerandinê ser ji nû bêne serrast kirin. Li kutayê da ji hêja Avcî re jî ji dil serketin û temendirêjiyê daxwaz dikim.
***
Nivîsên Perwîzê Cîhanî yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Em peyvên ku di ferhengên kurdî de nîn in diweşînin
- Çend gotinên min li ser peyvên şanoyê