Diyarname
Rêveberiya Klûba Amed Sporê duh êvarê civiya û di encama civînê de biryar da ku peymana ligel teknîk dîrektorê xwe Aykan Atîkî betal bikin.
Li ser vê îro klûbê û Atîkî li hev kir û dawî li teknîk dîrektoriya Atîkî ya ligel Tîma Profesyonel a Fûtbolê anî. Klûba sipasiya Atîkî kir û ji bo pêşerojê serketin bo wî xwest. Piştî vê teknîk dîrektorê Tîma A a Amed Sporê Aykan Atîk û cîgirên wî xatir xwestin û ketin rê.
Ji bo teknîk dîrektoriya Amed Sporê niha navê teknîk dîrektorê berê Sertaç Kuçukbayraktar derbas dibe. Di rojên pêşiya me de dê teknîk dîrektorê nû yê Amed Sporê diyar bibe.
Amed Spor di Koma Spî ya Lîga 2'yemîn a Tirkiyeyê de dilîze. Tîm di encama 30 maçan de bi 48 pûanan di rêza 8'an de ye.


