Diyarname
Pêşangeha wêneyên Şerefnameyê û konferansa li ser pirtûkê îro li Dihokê li dar dikeve.
Pêşangeha ku ji aliyê Yekîtiya Nivîskarên Kurd (YNKD) a Dihokê û Weşanxaneya Avesta ve tê organîzekirin dê îro saet 18.00'an de li hola YNKD'ê li dar bikeve. Pêşangeh dê hefteyekê deriyên wê ji bo hunerhezan vekirî be.
Pêşangeh îro dê bi kokteyleke vebe û pişt re jî di bin moderatoriya xwediyê Weşanên Avestayê Abdullah Keskin de, bi beşdariya wergêrê kurdiya Şerefnameyê Ziya Avci û lêkolîner Kadri Yildirim dê gotûbêjeke bê li dar xistin. Di gotûbêjê de dê beşdar li ser Şerefnameya Şerefxanê Bedlîsî, wêneyên wê û girîngiya vê xebatê bisekinin.
Pêşangeh û gotûbêjeke bi vî rengî di 09.11.2007'an de li Amedê li DSM'ê jî li dar ketibû.
Li gor gotina Weşanên Avestayê pêşengeh piştî Dihokê wê li gelek bajarên din ên Kurdistanê û Ewropa jî bê lidarxistin.